
ENKS daxwaza misogeriya destûrî ji bo mafên gelê Kurd li Sûriyeyê dike
.
Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), derbarê civîna xwe ya dawî daxuyaniyek belav kir. ENKSê tê de pîrozkirina Newrozê li Koşka Komarê wekî "nîşaneke siyasî ya girîng" nirxand û êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê roja 29ê Adara 2026an, civîna xwe ya asayî li Qamişlo lidar xist. Di daxuyaniyekê de jî diyar kir ku di civînê de geşedanên siyasî yên li Kurdistanê, herêmê û qada navdewletî hatin gotubêjkirin.
Naskirina mafên Kurdan di destûrê de
ENKSê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pîrozbahiyên meha Adarê û Newrozê û diyar kir ku pîrozkirina Newrozê di asta fermî de û li Koşka Komarê, wekî gaveke ber bi naskirina destûrî ya nasname û mafên neteweyî yên gelê Kurd li Sûriyeyê tê dîtin.
Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin
Di beşeke din a daxuyaniyê de, ENKSê bi tundî êrîşên rejîma Îranê û komên ser bi wê ve yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin. ENKSê êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî "binpêkirina serwerî û ewlehiya herêmê" pênase kir û piştgiriya xwe ya tam ji bo gel û serokatiya Herêma Kurdistanê nîşan da.
Her wiha piştgirî da xwepêşandanên aştiyane yên ku li dijî van êrîşan tên lidarxistin.
Peymana HSD û Hikûmetê
Sekreteriya Giştî daxwaz kir ku peymana 29ê Çileyê ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de were bicihanîn. ENKSê her wiha destnîşan kir ku "Biryarnameya 13an" gaveke erênî ye, lê divê mafên Kurdan di çarçoveyeke destûrî ya mayinde de werin parastin.
Yekhelwesta Kurdî
Li ser asta navxweyî ya Kurdî, ENKSê bang kir ku helwesta Kurdî li Sûriyeyê bibe yek û şandeya hevbeş a Kurdî were çalakkirin, da ku ti aliyek bi tena serê xwe biryarê li ser mijarên çarenivîsî nede.
Amadekariyên Kongreya 5emîn
Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê biryarên rêxistinî eşkere kirin. Hat ragihandin, hemû amadekariyên pêwîst ji bo lidarxistina Kongreya 5emîn a ENKSê di demeke nêz de hatine pesendkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin