Serokwezîr û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê rewşa enerjiyê ya li Kurdistan, Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

Serokwezîr û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê rewşa enerjiyê ya li Kurdistan, Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

.

A+A-

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê de, tekezî li ser pêdiviya berdewamiya hevahengî û piştgiriyê kir, ji bo parastina binesaziya enerjî û aboriya Herêma Kurdistanê, rakirina ambargoya bazirganî û rawestandina êrîşên terorîstî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro 30ê Adarê di peywendiyeke telefonî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright de, guftûgo li ser dawîn guhertin û pêşveçûnên Herêma Kurdistan û Iraqê û bi taybetî rewşa enerjiyê kirin.

Biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo destûrdayîna hinardekirina petrolê bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, wek hêsankariyek ji bo kêmkirina fişar û astengiyên aborî yên li ser Iraqê û bazara cîhanî ya enerjiyê, bi awayekî erênî hat nirxandin.

Herwiha, Serokwezîr Mesrûr tekezî li ser pêdiviya berdewamiya hevahengî û piştgiriyê kir, ji bo parastina binesaziya enerjî û aboriya Herêma Kurdistanê, rakirina ambargoya bazirganî û rawestandina êrîşên terorîstî yên li ser kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê, da ku berhemhênan were zêdekirin û hinardekirin were kirin.

Her wiha tekezî li ser parastina aramiyê li Herêma Kurdistanê, Iraq û li navçeyê bi giştî hate kirin.

 
 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin