• Diyarbakır 19 °C
  • Batman 15 °C
  • Hakkari 9 °C
  • Şırnak 14 °C
  • Ağrı 11 °C

Îran û Helwesta Tevgera Kurd!

Şeyhmus Ozzengîn

Îran, ji damezirandina 1979 a "Dewleta İslamî" de, navê wê bi terora İslamî re li dinê deng veda û her ku çû di herêmê de bi serkêşî ya tevgera Şîe û fundamantalîzmê ve hat nasîn. Destpêkê li ler welatên Rojavayê Asya, wek Afganîstan, Pakistan têna xwe û bandora xwe zêdekir. Paşîyê dest dirêjî Rojhilata Naverast kir. İro wek dewlet, serê terora Îslamî a Şîe dikişîne. Navê Îran bi navê terora Îlamî re têt munaqeşê û her ku diçe tehdîda Îran li herêma Naverast zêde dibe. Di Kurdistan de dewleta herî xwedî bibandorên neyênî Îran e.

Dewletek bi terora îslamî, bi dardakirina muhalîfan, bi zilma mezhebî û dîktatorîya molan ve, wek tehdîdek mezin derdikeve pêşberî mirovatîyê. Roj tineye ku bi dehan mirovan darda nake. Zîndanên Îran ji kontrola navnetewî dûr, bi sedhezaran girtîyan navdare.

Bi tehdîda terora Îslamî re Îran, hewl dide xwe ku bibe xwedî potansiyela çekên barîstîk û kimyewî jî. Ku Îran bibe xwedî çekên Atomî, ev jî wê bibe tehdîda Îran a duyem li seranserê cîhanê.

Em pêşî Îran nasbikin:     

Navê Îran bi fermî "Komara İslam î Îran e. Ola wê a fermî İslam e. Ji mezhebê Şîe beşa (Îsnêaseriyye). Wek dewletek Farisî Şîe hejmara wê li gor hejmara 2015 an; 81.824.270 milîyone.

Erdnîgarîya İran: Ji başûr de Korfeza Basra û Uman û ji bakur de jî Bi bahra Hazar re digîhê bahrê. Ji hêla reşayî de jî;Tirkîye, Azerbeycan, Ermenîstan Başûrê Kurdistan, İraq, Pakistan, Afganistan û Türkmenistanê ve dorpêçkirî ye.

Ji vê hejmarê nêzî 10 milîyonan ji hêzên leşkerî û paramilîter-îstîhbaratî tên hesêb. Dewleta Îslamî a Îran, li ser honandina van 10 milîyonan bandora xwe a dîtatorî dimeşîne.

İran wek dewlet, her çıqa li ser destdarîya Farisan jî hatibe avakirin, nîvê hejmara vê dewletê ne farisin.

Ji hejmarê beşa herî mezin, nêzî ji %60 Farisin.

Hejmara hebûna hêzên netewî a duyem Azerîne. Li dor 20 milîyonan Azerî li İran dijîn. Beşa Azerbeycan ku di nav sînorê Îran de dimîne; ji wek ; Rojhilatê Azerbaycan, ji eyaletên AharBunabMerendSarabShabestarTebrizBatı AzerbaycanEyaleti'nin HoyMakuMiyandoabNakadehSalmasTakabErdebilMeskinşehrParsabad; Hamedan û Zencan de dijîn. Piranîyên Azerîyên Rojhilatê Azerbeycanê Şîe ne.

Ji dervê Azerîyan; Belûcî û Bahtîyarî hene. Hejmara van nêzî 10 milîyona ye. Demek dirêje di navbera Îran Doza Belûcistanê de nakokî û şer heye. Belûcî grubek dişibe Kurdan û ticaran serdestîya Farisan qebûl nekirine.

Beşa sêem jî Kurdin; li dor 7 milîyonan Kurd li Rojhilatê Kurdistan, di bin desthilatdarîya Dewleta îran de dijîn. Di dîroka Kurdistan de Rojhilatê Kurdistan, wek her beşê Kurdistan ti caran desthilatdarîya Farisan qebûl nekirîye û her bûye xwedî dîrokek vejîn û serhildanan.

Li eyaleta Horasan jî nêzî 2 milîyon Kurd dijîn.

Bi mudaxaleya Pakistan, İraq û Sûrîye re Îran, Di Rojhilata naverast de, bibandor dest bi siyasetek mezhebî kir û bandora xwe ji Misir, Yemen heta Libnan, Sûrîye û İraq zêde kir. Bû tehdîdek mezin û bû serkêşê terora Şîe.

Îro Îran bi van kirin û tehdîdên xwe re, li ber neştera hêzên li dijî terorê a "Kualisyona Navdewletî" ye.

Li Îran, pirsgirêka Belûcistan, Kurdistan û Rojhilatê Azerbeycan meseleyên sereke yên feşkilandina bingeha dewleta Îran a Îslamî ne. Bi dû van pirsgirêkên dahatên netewî re, bandora Mezhebî jî li ser esasên peymana civakî sebebê hilweşandinê ne. Ji ber ku dewlet li ser esasên hevpeymana civakî a desthilatdarîya Farisên mezheba Şîe hatîye  damezirandin, mezheba sunne ji dervê vê peymanê tên hesibandin. Ji sunneyan re cammîya sunne û li gor qaîdeyên mezheba sunne îbadet qedexeye. Ev jî bandorek neyênî, mezin li ser civata mezheba Sunne çêdike, ku hejmara wan ne di bin 20 milîyonan de ye. Ev jî ewe ku, di bin qaîdeyên olî de, ji azadîyê mahrûm, mahkûmî mezheba Şîe bûne û bi şîeyan re li mabetên şîeyan karên ayînî dimeşînin.

Di piresa navdewletî de, hêlên Îran yên Zeîf yek jê rewşa kêmhateyan, serdestîya mezhebî û bandora dîktatorîya kevneşopîya Îslamî ye. Mudaxaleya ku di vî warî de bibe, wê balansa civakî li Îran derxe pêş û berbi şikenandinê de bibe.

Îran ji hêla aborî de dewletek bihêz e. Li ser honandina nêzî 10 milîyon leşker, hêzên paramilîter û îstîhbaratî, bi destê milîtanên Şîe ve dimeşe. Bandora xwe li ser nifusa dahateyan bi van hêzan re dimeşîne û ev hêz bingeha dîktatorîya Îslamî li herêmê û Îranê li ser ling dihêle.

Îran dikare wek şerê Îran û İraq bi salan ji hêla van milîtanên Şîe ve xwe bibandor bihêle, lê şertên ku yekgirtina dahatên netewî li gor vê peyman a civakî û Şîe li ser ling bihêle tineye. Xurtbûna aborîya wê jî ne xwedîyê wê hêza ku dûdirêj li ser ling bimîne û li henber dorpêçek navdewletî li ber xwe bide.

Di îhtîmala pêşîlêgirtina terora Îran a Şie de Kurd, divê xwedî hesabên leşkerî-siyasî û helwestek netewî bin. Ne li gor şerê wekaleta çekdarî, divê li gor peymanên siyasî bi hêzên navnetewî re tevbigerin. Xeteyên ku li Başûrê Rojavayê Kurdistan hatin kirin, divê bibin tecrûbe yên mezin ji Rojhilatê Kurdistan re. Helwestek Kurd û Kurdistanî derxe holê ku tevgera Kurd li ser esasên van girêdanên xwe bihone û têkilîyan deyne..

Îro têkilîyên tevgera Rojhilatê Kurdistan û Başûrê Kurdistan di erkek baş de ye. Divê ev, erkên baş bêtir di esasên berjewendîyên Kurd û Kurdistan, yên herêmê de, xwe li ser esasên modern nû bike. Xwe ji berjewendîyên hizbî û perçeyî derxe û di esasê netewî de li herêmê xwedî bandor be. Tevgera Netewû û Kurdistanî a herçar pêçên Kurdistan, divê li ser van berjewendîyan di herêmê de hin ji hêla leşkerî û hin ji hêla siyasî de bandora xwe zêde bike, ku ji fersendên dîrokî re amadeyî bidestxistinên mezin be.

30.05.2017

 
Bu yazı toplam 409 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar