Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Îran Dijminekî Kone Ye!

A+A-

 

Îran, her ji xwe re kirîye armanc, ku „statoya kurdan li Başûrê Kurdistanê nehêle û Başûrê Kurdistan, wek bajarên İraq, bi ser Îraqê ve bêt girêdan“. PKK û beşek ji YNK her bûne piştgirê vê sîyaseta Îran.

Sîyaseta Silêmanîyê, her wek parêzgehek Bexda tevdegerîyaye û xwestîye bandora hikumeta Kurdistanê qels bikeve.Her ku pirsgirêkên navbera Bexda û Hevlêr alozbûne, hikûmdarên Silêmanî bûne piştgirê Bexda û xwestine Kurdistan bêbandor bimîne.

Di van hewlan de PKK jî, her bûye piştgirê vê hewla xerab ya sîyaseta Silêmanîyê. PKK, di daxûyanî û helwesta xwe de her yekitîya İraq parastîye û li henber serwerîya Kurdistanê helwest girtiye.

Helbet di nav van karesatan de em,her tim li aktorekî rast hatine, ku vî aktorî Qendîl û Silêmanîyê ji xwe re wek qarargeh pejirandîne. Ev aktorê Îran, Qasim Suleymanî bû ku di her pirsgirêkek herêmê de, bi beşek ji YNK re milmilane, serî li qendîl jî xistîye. Bi hevre, li dij Başûrê Kurdistanê milmilane tevdegerîyane.
Bi xîyaneta sala 2017an re,(bi şerê dagîrkirina Kerkûkê re), Îran xwest vê pîlanê cîhbecîh bike. Qasim Suleymanî,wê demê di navbera Bexda û Silêmaniyê de diçû û dihat û pîlanên xwe bi beşek ji YNK û PKK re organîze dikir.Armanc ew bû ku,  „statoya kurdan li Başûrê Kurdistanê nehêle û Başûrê Kurdistan, wek bajarên İraq, bi ser Îraqê ve bêt girêdan. “Rêveberên PKK’ê û beşek ji YNK’ê di asta herî bilind de, bi Qasim Suleymanî re hevdîtin dirist dikirin.

Hewla duyem Şingal e.

Di wan rojên ku li ser Şingal alozî di asta herî bilind de bû; Rojnameya  „The Algemeniener" di raporek xwe de eşkere dikir ku; „eger çiyayê Şingalê bê kontrolkirin, tê wateya kontrolkirina hemû navçeyê."(!) Û metirsiya Îran li ser herêmê bi vê hevokê temam dikir: ''Îran dikare ji wê derê êrîş bike ser Telavîv ê û alîkariyê bo Hizbullah a Lûbnanê rê bike.''(!) Di eynî demê de hêzên PKK, bi hêzên ser Îran (HeşdîŞeibî) re li çîyayên Şingal ala xwe bilind dikirin û gef li pêşmergan dixwarin.

Di rapora „The Algemeniener" a wê demê de agahîyek din a girîng hebû. Di eynî raporê de hişyarîyek din jî ew bû ku: "milîsên Heşdî şeibî yên ser bi Îranê dest li ser Şingalê de girtine û hewla avakirina binkeyek leşkerî li ser çiyayê Şingalê dikin."(!)

(Bînim bîra we ku piştî 16.10.2017 an li ser çiyayên Şingal hêzên paramilîter yên Îran û hêzên bi ser PKK ve (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) gihîştibûn hev. Li ser pîlanên hevbeş yên stratejîya Îran ve hûr dibûn!)

Îro Şingal di destê van hêzan de, di xizmeta Îran de ye û van hêzan pêşî li Şingalîyan girtîye ku di cîh û warên xwe de bicîh nebin. Şingal wek herêmek qada şerê di navbera Îran û Emerîka/Îsraîl de bimîne. Mixabin kurdan, her bi dezînformasyonan nêzî Şingal bûn û hebûna PKK li Şingal û hêla pirsgirêkên sebeba alozîyên li ser Şingal, jiber çavan dûr hiştin.

Çima Şingal ji Îran re ewqes Girîng e?

Berî her tiştî, dema ku em li erdnîgarîya cîhên ku Şingal tê de ye û çiyayên derdorê mêze bikin; em ê hîn baştir sebeban derxin ber çavan.
Ji alî jeopolitik û jeostratejîk de Şingal bi ser parêzgeha Musilê ve giradayîye. Ji alî bakur de nêzî Xabûr dibe. Di nava vê herêm de bajarên biçûk wek Zûmar, Rebîa û hinek deverên din hene. Ji alî başûr de digihêje heta ser hidûdê Nînovayê û ji bakurê rojava jî digihêje ser hudûdê bajarê Al Kaîf. 
Di herêmê de çiyayê Şingal, ji hêla leşkerî de bi bilindbûna xwe cîhekî stratejîk e. Ji çîyayê Şengalê gelek ji axa Îsraîl, Urdun, Sûrîyê, Tirkiyê û Iraqê tê kontrolkirin.
(Bînim bîra we; di „Şerê li henber Saddam" de hemû êrîşên ser Îsraîl bi roketên menzîl dirêj ji çiyayên Şingal hatin avêtin.) Ev jî tê wê wateyê ku çiyayê Şingal xwedî kontrolek leşkerî a stratejîya herêmê ye. Ji dewletên herêmê wek Îran, İraq, Surîye û Tirkîye re xwedî girîngîyek mezin e. 
Yek jê sebeba PKK û derxistina alozîyan ev bû. Ba û bahoz û alozîyên ku PKK derdixist li ser çiyayê Şingal, ne jibona berjewendîyên kurdan bû. Ev hebûna PKK li çiyayên Şingal, xizmet ji Îran, İraq, jiTirkîye û ji Surîye re dikir. Li pişt van alozîyan ew dilnexwazên ku dijminatîya Kurdistanek serbixwe dikirin hebûn. Îro mil bi milaneya hêzên PKK û hêzên para milîter yên Îran li ser çiyayên Şingal, ev rastî pejirand. Bi kujtina Qasim Suleymanî re bêdengîya PKK, dide nîşan ku, bi vê bûyerê re rêveberên PKK di bin şoqê de mane. Îran û Qasim Suleymanî, PKK di stratejîya xwe a herêmê de, li henber Kurd û Kurdistanê de pir bixerab bikaranî.

Hebûna PKK li derdorê Silêmanîyê û Kerkûk Tê çi wateyê?

Piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistan, Îranê dixwest, Leşkerên Îraqê di navbera Silêmaniyê û Hewlêrê de bicîh bike û Silêmanî û Hevlêr ji hevûdû qut bike. Îran dixwaze statoya kurdan li Îraqê nehêle û wek bajarên normal bi Îraqê ve bihêt girêdan.Di sala 2017an de, bi şerê dagîrkirina Kerkûkê re,Îran xwest vê pîlanê cîbicîh bike. Qasim Suleymanî wê demê di navbera Bexda û Silêmanîyê de hatin û çûn di kir.Rêveberên PKKê û beşek jiYNKê di asta herî jor de hevdîtin dirist dikirin. Îranê dixwest Leşkerên Îraqê di navbera Silêmanîyê û Hewlêrê de bicîh bike û wan ji hevûdû cûda bike. Armanca hebûna hêzên PKK li derdorê Kerkûk û Silêmanîyê jibona di vê stratejîya Îran de cîh bigirin bi xwe ye. Ev jî bi destê Qasim Suleymanî û beşek ji YNK dihat organîze kirin.
PDK rê neda vî pîlanî û di şerê Pir dê de pêşî li vî pîlanî girt.
Piştî kuştina Qasim Suleymanî, Îran sonda tolhildanê dixwe. Di heman demê de, hêza Hîzbullaha Îraqî eşkere dike ku: „eger kurd piştgiryê jibo derxistrina hêzên Emerîkî ji Îraqê nekin, wê li dijî kurdan jî şer bikin“(!)
Wilo diyare ku, têkoşîna di navbera Îranê û Emerîkayê de, wê Başûrê Kurdistanê bibe navçeyeke girîng û wê gelek alozî jî rû bidin. Di nav vê aloziyê de dagirkarên Kurdistanê wê bixebitin ku statoya Kurdistanê jinav bibin. Divê Kurdistan û bi taybet jî Başûrê Kurdistan jibona hebûna xwe pir şîyar be.
Pirs ev e: Di vê rewşa piştî kujtina Qasim Suleymanî de, wê helwesta PKK û beşek ji YNK çawa be?

18.01.2020

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin