Îkram Oguz nivisî: Dengbêjê stranên mêrxasîyê: Karapetê Xaço

Îkram Oguz nivisî: Dengbêjê stranên mêrxasîyê: Karapetê Xaço

Gelo Karapetê File çawa bûye dengbêjekî Kurd û bi stranên xwe yên li ser mêranî û mêrxasîya Kurdan çawa di dilê Kurdan da cîhekî mayîn de girtîye? Ez bawerim bersiva vê pirsê, di jîyana Karapetê Xaço da veşartî ye.

A+A-

Piştî şer Dewleta Osmanî hildiweşe û li ser mîrata wê Komara Tirk ava dibe. Bi avabûna dewleta nû ra, dawî li hevparîya olî ya ku Tirk û Kurd bi hev ra girê dabû, bi yek alî diqete, dora komkujîyê tê Kurdan. Serhildan û komkujî dibe qedera Kurdan. Bi têkçûna serhildana 1925an va rêvebirên serhildanê tên dardakirin, bi hezaran Kurd jî tên kuştin. Li seranserê Kurdistanê zulm û zordarîyek bê pîvan dest pê dike û malbatên Kurd ên ku xwedî bandor tên sirgûnkirin.

Karapetê Xaço, bi eslê xwe Ermenî, bi gotina serhedîyan, File ye. Lêbelê ew bi deng û avazên xwe dengbêjekî ji dengbêjên Kurd ên sereke ye. Jiber ku amûra dengbêj peyv û gotinên bi hunerîya dengbêj xemilandî, xeml û hunerîya Karapetê Xaço jî bi zimanê Kurdî ye.

Gelo Karapetê File çawa bûye dengbêjekî Kurd û bi stranên xwe yên li ser mêranî û mêrxasîya Kurdan çawa di dilê Kurdan da cîhekî mayîn de girtîye? Ez bawerim bersiva vê pirsê, di jîyana Karapetê Xaço da veşartî ye. Jîyana wî ya ku bi sêwîtî dest pê dike, bi koçberîyê didome û bi feqirî û belengazîyê va diqede.

Di destpêka sedsala 20î da, dema ku li gundê Bilêder a girêdayî Qubînê (Beşiri) çavê xwe li dinê vedike, navê wî Garabet Xaçaturyan e. Mirov dema ku li serpêhatîya wî dinêre, dibeje qey qedera wî, di serî da wek dengbêj hatîye nivîsandin. Jiber ku di qedera hemû dengbêjan da hevparîyek he ye, ku ew jî êş û jan, kocberî, feqîri û belengazî ye.

DÊ Û BAVÊ KARABETÊ XAÇO LI BER ÇAVÊ WÎ TÊN KUŞTIN

Karapetê Xaço jî di zarokatîya xwe da rûbirû komkujîya Ermenîyan ku ji alî Dewleta Osmanî va tê kirin, dibe. Dê û bavê wî, li ber çavên wî tên kuştin, ew bi her sê xwîşk û birayên xwe va bi xwedîlêderketina hin kurdan ji kuştinê xilas dibe, mixabin êdî zarokekî sêwî û bi nasnameya xwe ya veşartî va sêwîyekî bêxwedî ye. Bes ku ji komkujîyê bifilitin, her çar xwîşk û bira nasnameya xwe vedişêrin û li deşta Xerzan, di nav Kurdên ku li wan sitarî kirine da dijîn û bi zimanê Kurdî mezin dibin.

Di dema xortanîya xwe da, Karapet şivan û gavanê pez û dewar, di heman demê da jî di herêmê da dengbêjek naskirîye. Di gera xwe ya di nav gundan da kilam û stranên Kurdî jiber dike û distirê. Deng û dengbêjîya wî di nav gundên herêmê da belav dibe. Li ser şerê ku Filîtê Quto tê da tê kuştin, stranek derdixe, ku Filîtê Quto mêrxasek ji Eşîreta Reşkotan e, ku ew eşîret di dema komkujîya Ermenîyan da li gelek kesên Ermenî xwedî derketîye û ew ji mirinê xilas kirine. Ji wan Ermenîyan yek jî Karapetê Xaço ye, ku ew li gundê Filîtê Quto, di bin hîmaya lawê wî da demeke dirêj dijî.
Dem demeke xeternak e. Şerê Cîhanê yê yekemîn qedîya ye. Di dema şer da koka Ermenîyan ji binîva hatîye qelandin.

SERHILDAN Û KOMKUJÎ DIBE QEDERA KURDAN

Piştî şer Dewleta Osmanî hildiweşe û li ser mîrata wê Komara Tirk ava dibe. Bi avabûna dewleta nû ra, dawî li hevparîya olî ya ku Tirk û Kurd bi hev ra girê dabû, bi yek alî diqete, dora komkujîyê tê Kurdan. Serhildan û komkujî dibe qedera Kurdan. Bi têkçûna serhildana 1925an va rêvebirên serhildanê tên dardakirin, bi hezaran Kurd jî tên kuştin. Li seranserê Kurdistanê zulm û zordarîyek bê pîvan dest pê dike û malbatên Kurd ên ku xwedî bandor tên sirgûnkirin.

Di wan salên bêyom da Karapetê Xaço jî berê xwe dide binxetê û derbasî Surîyê dibe. Sal 1929 û Surîye jî wê demê di bin bandora Fransayê da ye. Karapet demek piştî derbasbûna xwe ya binxetê, di nav artêşa Fransî da wek lejyoner cîh digre û qasî 15 salan ji Fransayê ra leşkerîyê dike. Di sala 1936an da li Qamişloyê bi Yêvaya Hagop ra dizewice, ku bavê Yewayê Hagop Azîzyan jî, di dema komkujîya Ermenîyan da ji bajarê Îzmirê revîyaye û koçberî Qamişloyê bûye. Di sala 1942an da keça wan Akrasî, di sala 1944an da jî lawê wan Sêrop tê dinyayê. Piştî Şerê Cîhanê yê duyemîn, di sala 1946an da Fransa ji Surîyê vedikişe, lejyonerîya Karapet jî diqede.

Di wan salan da Ermenîstan bangewazîyek li hemû Ermenîyên li dervayî Ermenîstanê dijin, dike, ger ku ew bixwazin, dê bikaribin vegerin welatê xwe. Karapet jî li ser wê bangewazîyê bi jin û zarên xwe va berê xwe dide Ermenîstanê û tere li wir bi cîh dibe. Mixabin li Ermenîstanê jî feqîri û belengazî pêsîra wî bernade. Piştî bicîhbûna wî ya li Ermenîstanê sê zarokên wî yên din jî çê dibin.

EGÎDÊ CIMO, KARAPETÊ XAÇO Û RADYOYA REWANÊ

Di sala 1955an da radyoya Rewanê dest bi weşana zimanê Kurdî dike û Karapet jî wek dengbêjek Kurd di nav hunermendên radyoyê da cîh digre. Di radyoyê da jî, ji bilî zimanê Kurdî, tu car bi zimanek din, heta bi zimanê xwe yê zikmakî jî kilam û stranek nestraye. Loma ew bi eslê xwe herçiqas Ermênî be jî, bi deng û avazên xwe, bi stran û hunera xwe jî dengbêjekî Kurd e.
Egîdê Cimo di hevpeyvînek xwe da qala hevnasîna xwe ya bi Karapetê Xaço ra dike û wiha dibêje:

“Di dema xebata xwe ya di radyoyê da diçûm gundan û li dengbêj û stranan digerîyam. Di wan salan da min Karapetê Xaço nas kir. Ez çûm gundê Karapetê Xaço, dema ez çûm ber derê mala wî, ew di baxçeyê xwe da dixebitî. Em rûniştin û me bi hev ra sohbet kir. Min jî wî ra got ez li dengbêjan digerim. Li ser daxwaza min wî min neşkênand û ji min ra strana Lawikê Metînî got. Dengê wî min mest kir. Min jê ra got, ez jî li dengekî wusa digerîyam. Min ew girt û bir radyoyê. Me li radyoyê dengê wî qeyd kir ku, sal 1957 ya jî 58 bû.”

Êdî kîjan sal û kîjan roj be, ji wê demê şûnda dengê Karapetê Xaço jî bi salan û bi saya radyoya Rewanê di nav Kurdan da belav dibe. Bi nav û stranên xwe, bi taybetî bi strana Lawikê Metînî, bi strana Filîtê Quto û bi strana Edulê, di dilê Kurdan da cîhekî mayînde digre. Stranên ku Karapetê Xaço di radyoyê da distirê, bi pirranî li ser mêranî û mêrxasîyê ne. Ji wan stranan yek jî strana wî ya li ser kuştina Filîtê Quto ye. Gelek dengbêjên Kurd strana Filîtê Quto distirên, lê Karapet bi terz û meqamek cûda ew stran îcra kirîye, ku gotinên wê jî wiha ne:

Filîtê Quto

Heylo heylo heylo heylo heylo heylo
Heylo heylo heylo heylo Şem rebenê
Şemê digo Filîto lawo li me hatî karwanê xwê yo
Danîye li Kanîya Badereşê lawo ser avê yo
Dibê Filîtê Quto gelo digere dîsa li xirabîyê lê Şem rebenê
Şemê digo Filîto lawo dilê minê wê dil dibê yo
Ne min go lawo neçe pêşîya vî terş û tarişan
De terş û tarişî gunene çavê jin û zarê wan qerîne li rê yo Şem rebenê
Heylo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo
Şemê digo Filîto min go lawo karwan hato ji Bilêderê
Mamê Elî Etmankî bi sê denga dikir gazî li xulam û xizmetkara digo bavê kî no
Hûnê bara biqelêbin bikevine berê
Minê rojekê dua dikir serê min û Filîtê Quto kurê Şemê
Li Panava Qîre dîsa di hev da derê lê Şem rebenê
Şemê digo Filîto lawo min go ji Pozê Qîre heta Delana Paşo çend neqeb e
Dibê mertala bavê Hesen lawo gelo sorî gulkî bi keb e
Herçî şerê Bavê Hesen tê da ye daîm qetilxwîn e bi xezeb e lê Şem rebenê
Filîtê Quto bi sê denga dikir gazî li Mamê Elî Etmankî
Digo lawo hêstira pêşî hêstira paşî deyne baca rê yo
Xulam û xizmetkaran digot gelo gelî xulaman hûnê hêstira pêşî hêstira paşî bidine Filîtê Quto
Bila bibe qelenê dîya xwe ya Şemikê yo lê Şem rebenê
Şemê digo Filîto lawo roja me derketî wî ji Anedolê
Şewq û şemala xwe da pozê Seydim Qasim Tapîya Biro Mertala Bavê Hesen gulkê dorê
Ji xêra mala Xwedê re gavê li bavê Hesenî Talekî û pêsîrtengî
Bira tê derketa çend peyayê Mala Hesen Korê, lê Şem rebenê.
Şemê digo Filîto lawo Karwan temam dibên em karwanî ne
Bila ji Mamê Elî Etmankî pêştir ji karwan û bazirgana li welat û şaristana negerîne
Îro derbekê dayê li bejn û bala Filîtê Quto li bavê Hesenî tal e
Û koka mêra ji mala wana ditepîne lê Şem rebenê

Karapet, jibo ku tenê stranên Kurdî distirê, li Ermenîstanê rûbirû astengîyan dibe, di kilam û stranên xwe da sedem pesindayîna axa û beg û serokên eşîran dike, gelek caran ji alî heval û hogirên xwe yên Kurd va jî tê rexnekirin. Di hevpeyvînek xwe da, jibo dengbêjîya xwe ya bi Kurdî wiha dibêje:

“Ez zarokekî piçûk bûm. Di gundê me da aşiqek kor hebû, navê wî Şako bû. Kilam distira. Jixwe wê demê xêncî guhdarîkirina zindî, îmkanek din jî nebû. Ez jî xwe bixwe hînî kilam û stranên Kurdî bûm. Wê demê min ji kurdan ra paletî, şivantî û gavantî dikir û di her firsendê da jî distira. Dema diçûm kilîsê jî min stran digot. Min hemû stranên xwe tenê bi zimanê Kurdî gotin û ji bilî Kurdî bi zimanek din tu kilamek jî neanî ser zimanê xwe. Bi zimanê xwe yê zikmakî jî, ji bo peran jî min dengbêjî nekir. Jiber ku di ruknê dengbêjîyê da strandina bi peran cîh nagre…”

Di dawîya sedsala bîstan da Yekitîya Sowyetê hildiweşe û Ermenîsatan jî dibe dewleteke serbixwe.
Karapet jî di dawîyê emrê xwe da mîna gelek hunermend û rewşenbîrên Kurd rûbirû jîyanek bi feqîri û belengazîyê dibe. Çend sal berî mirina xwe di hevpeyvînek xwe da gilî û gazinên xwe ji Kurdan jî dike û di derbarê jîyana xwe da wiha dibêje:

“Hinek rojan darên ku em di sobeyê da bişewitînin, nedibûn û em ji sedema sermayê ji nav nivînên xwe dernediketin. Qedera min jî ji qedera dengbêjên kurd yên din cudatir nîne. Emrê min bi dengbêjîyê derbas bû. Lê 50 mîlyon Kurd nikarîbûn li min xwedî derbikevin…”

Karapetê Xaço, di 103 salîya xwe da, li Gundê Solxoza Çaran, di xanîyek yekçavî, ku bi tenekeyan va hatibû niximatin da, koça xwe ya dawî kir û ji feqîrî û belengazîya xwe xilas bû. Deng û avazên wî yên bêhempa û deyndarîya me ya giran jî ji me ra ma.

Çavkanî:

1. Sedsala Qerinekê Karapetê Xaço, Salihê Kevirbirî
2. Rojnameya Evrensel
3. Wikipedia Kurdî

Îkram Oguz-Gazete Duvar

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin