Di nav Kurdên Anadolîya Navîn de “Dest raysan”

Di nav Kurdên Anadolîya Navîn de “Dest raysan”

Dest raysan wek şahî li nav Kurdê Anadolîya Navîn de bi sereke jî di nav gundê Xalika, Qemara, Omera, Qerejdaxê û Cutikan ev şahîya heye, li tevî Anadolîyê hebe tunebe jê ne hayedar im.

A+A-

 

Yusuf Kaynak

[email protected]

Ev têgehê jor û peyv di nav hemû Kurdê pênç alîyê Kurdistanê de hene tune nizanim. Di gotara xwe berê de min şîn û şahî bahskiribû, hîngê tenê şîn kir mîjar. Niha jî ezê bo şahîyê dest raysanê bikim mîjar: Dest raysan wek şahî li nav Kurdê Anadolîya Navîn de bi sereke jî di nav gundê Xalika, Qemara, Omera, Qerejdaxê û Cutikan ev şahîya heye, li tevî Anadolîyê hebe tunebe jê ne hayedar im. Çunkî Kurdê Anadolîyê li ser bingeha êl û eşîran dabeş bûne, li Kurdîstanê çiqas eşîr û êl û malbatê hene, pir ê wan li nav Kurdê Anadolîyê jî hene: Xelikîyan, Omerîyan, Bilikîyan, Şêxbizinîyan, Cutîkîyan, Celikîyan, Reşîyan û hwd.

Berî dest bi gotara xwe bikim ku li ser van cur be cur adet û torê Kurdê Anadolîyê hîç lêgerîn û lêkolîn nehatine kirin, divê bên kirine. Gotineke din jî lêgerînê akademîkî, zanistî nehatine kirin. Adet û kevneşopîyê Kurdê Anadolîyê kêm nînin, belê di vê nivîsarê de wekî soza berê dest raysanê dikim babet. Ev nivîsar belkî di duwaroje de bibe destpêka lêgerînê mezin yê zanistî. Dest raysan çî ye, wateya we çî ye, ji ku peyde bûye? Bi kîjan nav û sembola û nîşanên xwe xwedan cudewazîyeke şahîya ye? Mîrov dikare pirse li pirse lê zêde bike, belê niha ne hewce ye, ji xwe di nava nivîse de ev peyv û têgeha dest raysanê bi wate û rîtuelê xwe ve were rave kirin û şîrove kirin. Wekî min di nivîsara xwe berê de gotubêj kiribû ku ezê dem dem li ser van cure kevneşopîyê Kurdê Anadolîyê bi hişmendîyeke neteweyî re rawestim ji bo ku nifşê me yê pêşeroje ji çanda sedsalan ya qadîm bêpar nemînin. Mebesta me bi vê nivîsarê dest raysanê wekî pirsgirêkeke çandî şîrovê bikim.

Dest raysan, bi Tirkî dibêjin nîşan, ji çi wextê de li cem Kurdê Anadolîyê bûye şahî ku tê pîroz kirin ne dîyar e: malê lêwik dest raydisîne, çunkî dest raysan ya malê lêwikê, ew tên sozê ji dê û bavê keçikê distînin, keçik û lawik car caran hevdu nasdikin carcaran jî hîç hevdu nasnakin, tenê malbatê keçik û lêwik biryar distînin ji lawê xwe re jineke bihînin ji bo ku malekê ji lawê xwe re ava bikin; lewra vê merasîmê dest rasyanê pêwîst dibînin. Merasîm jî li gor dewlemendîya mala lêwik yanê zêve ye. Mala zêve dewlemend be ew bangî sedan malbat û merîyan dikin; berê xelkê agahdar dikin ku dest rasyana wan ya lawê wan heye; ji çi wextê de va adeta heye baş nizanim; li wê demê dawetê bi çapkirinî li mala û nasan belavkirin tunebû, ji xwe wê çaxê ew adetê dawetnameya belkî jî nedizanîn; û tenê diçûn bi zar bangî li hemî merivê xwe dikirin bo ku li falan rojê û saetê dest raysana me heye, hune dawet kirine, kerem kin werin ser dest raysana me!.

Ew şert alîyê lêwik dê û bavê wî cîh dianîn. Berî her tiştî wek şahî gundî û aqrebe xeberdar dikirin ji bo daweta dest raysane. Dû re merhela amade kirina şîranî a dest raysane bikin diçine bajêr, niha her der bajar e û dikan û market in; demê berê ev dezgeh li gunda nedihatin dîtin, diçûn qazê, bajêr ji dest raysanê re dezgeh dikirin; mînak: çend teneke helwa, çend çuwal şekirê çayê, qaranfîl, boyaxa ku rengê sor dide avê dikirîn dianîn.

Rojeke berî biçin mala bûkê li mala zavê şerbet bi wî şekirî ji êvare de di broşê mezin de amade dikirin; rengê wê, şekirê wê û qaranfîl divêt ku heta roja dinê rengê bide, sor bûn yekem pesna şerbete û lezete dide. Jibo roja dest raysane gora qalabalixiye çend tenekê ji bîst û pênc kîlo helwa jî amade dikirin. Roja ku biçin mala bûkê, dê û dûtê xwe, merîvê xwe û cîran hemû amade dibûn, broşê ku şerbet tê de dêm digirtine dianîn der, bangî keç û bûk û jinê ciwan yê merivê lêwik û nasan hemûyan dikirin, cil û bergê xwe kurmanca li xwe dikirin: serî bi kofî û zêrê bi xelqê û sîng bi zîncîra zêra û kincê bi zewûn û piştê teremûse yê ji çîyayê Kurd û saltê û çuxê bi îşleme hevrişîm yê Helebê di desta de qolbaxê weke pêçik bi ber bervangê rengîn diketin pêşîye, darê dirêj di qulpê biroşa re derbasdikirin yek li rast yek li çepê wek bi nizama askerî du qor sê qor dibûn wek merasîmê diçûn heta ber mala keçika ku bibe bûk. Hineka bi arabê hespa hineka dû re bi otomobîla dezgeh ku biçe bo şîranî xwarina dest raysane li mala keçikê datînan, heta xelk bê mêvanê dawetkirî amade bibin, sifirê ser zînîya hazir dikirin, di sînîyê mezin de helava Halebê û Antebê di tepsîyê biçûk de jî bardaxê avê ji şerbeta sor dagirtin, di çend ode de mêvan peya bûne li wan belav dikirin.

Berê jin û mêr di ode cude de rûdiniştin; îkram û rûmeta wan genca dikir; ji jina re keça û jinan û bûkê malê; û ji mêra re mêr û xortê cîran û mala diketin xebatê mînak ji malê xwe û birayê xwe re kar dikirin. Berê şerbet li mêra dihat belav kirin, yê boş berev dikirin, tepsî bi sînîye halavê ku nanê îşkeve li hêlê dibirin datînan ku mêvan pê halavê bixwin. Eynî qîymet û îkram ji jinan re jî dikirin. Du xwarin/vexwarine û şîranî merîyek ji cematê radibû tepsîyek dikir dest xwe ji bo malê lêwik yanê zêvê bi destmalê şabaş yanê ud/dîyarî komdikir, dîyarî pere bûn, kê/î çi diavêt deng dida wekû ji min sed ji te pêncî qayme. Kobûna van peran bo destek û yarmetîya mala zêvê ye, pirr û hendik kombûn li dewlemend û qalabalixa mala lêwikê; ji zengîna re her tim pir komdibû, malê axa her tim bi ûde giran in.

Dest raysan bê dol û zurne nedibûn yê serwext û hineke bi aborîya baş dol û zurne li gel xwe dianîn ber mala keçika ku dû re bibe bûk lêtêxistin. Carcaran bi şev û roj jî domdikir. Ew li gor dilê mala zêvêbû. Çiqas pere komdibû wek taqîyê niha deng dida ku kê hezar kê digo deh hezar e. Ev dest raysan jî nemane niha nav kirine şîranî xwarin an soz girtin yan jî nîşan danîn lêkirine. Bi dahol zurne û zîyafet xwarine û tatlî/ şîranî belavkirine û çend zêr û beşî bîrlikê ji zêr û zîvan nîşanê diqedê, tenê merîvê keçikê û lêwik têne dawet kirin û carcaran merîyê xwe yên pêşepêş jî têne xeberdar kirin bo nîşan û şîranî xwarine. Ger weha nekin ji roja dawete re rûye wan yê dawet kirine û taqî pêde kirine namîne. Ger nîşan li welat li gor şert û mercê nûha bibe, keçika namzeda bibe bûk dibin bajêr kincê bûkê nîşanê yanê ne 'gelinlik' nîşanelikekî jê re distînin, malêe lêwik tevî merîyê xwe diçin mala keçike taqîyê nîşanê pêde dikin, çend klam û stranê xwe jî distrên, belkî dol zurne jî bo çend saeta digrin.

Berî şîranî, xwarin û vexwarin îkram dikin, zêr, zîv û gustîrkê nîşanê pê de dikin, kincê nîşanê li keçika bibe bûk dikin û fotoxrafekî xatira jî dikşînin, û bi sozgirtina dawetê re belavdibin bi kefxwaşî diçin malê xwe dest bi amadekirina daweta lawê xwe û keça xwe bo jîyanek nû ku bibin xwedan malekê. Li welat dibe an li dervayê welat dibe; ew destpêka jîyana nû ji xort û keça re îdealeke nû ye ji bo kar û xebatê duwarojê ku wan motîve bike. Jîyan li her der berdewam e. Di dest raysanê berê û nîşanê niha de qîyametek guhertin çêbûne, ji rind û xerabîya wan zêde bahs nakim. Belê guhertine mezin tê de çêbûne, li gor dewr û demên jîyanê jî xwe guhertine, li ber meşa dîroke kes nikare raweste. Ji ber wê me nekarî zêde şîrova li ser dest raysanê berê yanê nîşanê berê bi rind û xirabî bahsbikin. Dibê nêrîn û dîtinê lê zêde kirin jiwe xwendewara û şopînêra re cîhêştine.

 Yusuf Kaynak, Lahey, 08-11-2019

 

img-20200219-wa0000.jpg

img-20200219-wa0001.jpg

img-20200219-wa0002.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin