
Li Efrînê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin
.
ENKS û PDKSê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê çalakiyek ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Herêma Kurdistanê li dar xist û bi sedan kes derketin ser cadeyan û ew êrîş şermezar kirin.
Bi sedan kes ji şêniyên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê îro (În, 3ê Nîsana 2026ê) tevlî çalakiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDKS) ya li dijî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bûn û ew êrîş şermezar kirin.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDKS) Horo Osman jî di nav wê çalakiyê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Li qada Newrozê li orta Efrînê, em nameyekê ji Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê re rê dikin. Hûn ne tenê ne, em li kêleka we ne. Em li dijî terorê û êrîşên milîşyayan in.”
Horo Osman herwesa got: “Dron û mûşekên balîstîk ên li ser Herêma Kurdistanê kirin, dê tu carî îradeya gelê Kurd neşkînin.”
Ev çalakiya li Efrînê di demekê de ye ku di rojên borî de li gelek bajar û bajarokên din ên Rojavayê Kurdistanê jî, mîna Dêrik, Kobanî, Tirbespî, Amûdê û Girkê Legê jî meş û xwenîşandanên mezin hatibûn lidarxistin. Di wan çalakiyan de jî xelkê Rojavayê Kurdistanê bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya tam ji bo hêzên Pêşmergeyan tekez kir.
Herêma Kurdistanê di van demên dawiyê de rûbirûyî êrîşên bi dron û mûşekan ên "komên derveyî qanûnê" dibe. Ev êrîş dibin sedema tirs û dilgiranyê di nav welatiyan de û aramiya Herêma Kurdistanê dixe xeterê, ku ev yek bûye sedema nerazîbûnên mezin li her çar parçeyên Kurdistanê.
(K24)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin