
Li Wanê erd hejiya: 5,2 pile
.
AFADê ragihand ku li navçeya Tuşbayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5,2 pileyan çêbûye.
Hat ragihandin ku navenda erdhejê navçeya Tuşbayê ye û saet 08:52yan çêbûye.
AFADê piştî erdhejê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku piştî erdheja bi hêza 5,2 pileyan a li navçeya Tuşbayê heta niha ti rewşeke neyînî rû nedaye.
Di daxuyaniya AFADê de hat gotin:
"Erdheja ku saet 08:52yan li Wanê çêbû li parêzgehên me yên Agirî, Bedlîs, Îdir û Colemêrgê jî hat hîskirin.
Heta vê kêliyê ti rewşên neyînî nînin.
Xebatên tîmên me yên li qadê didomin.
Em daxwaza silametiyê ji bo welatiyên me yên ku bandor li wan bûye dikin."
“Xebatên me didomin”
Parêzgarê Wanê Ozan Balcı jî destnîşan kir ku heta niha ti rewşên neyînî ji wan re nehatine ragihandin û wiha li pey çû:
"Ji bo Birêvebiriya Ewlehiyê, cendirme û AFADê heta niha ti îxbar nehatine kirin.
Hevalên me xebatên lêgerîn û kontrolkirinê didomînin.
Em bi muxtaran re di pêwendiyê de ne. Xebatên me yên li qadê didomin. Derbasî be."
Hinek welatiyên ku erdhej hîs kirin ji ber tirsê ji malên xwe derketin û demeke kurt li derve man.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin