IDLIB - Tirkiyê xaleke serbazî li Çiyayê Zawiye ava kir

IDLIB - Tirkiyê xaleke serbazî li Çiyayê Zawiye ava kir

.

A+A-

 Li gor zanyariyan hêzên Tirkiyê xaleke serbazî li Çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê ava kirin.

Li gor çavkaniyên serbazî yên opozisyona Sûriyê, roja Yekşemê 3ê Cotmeha 2021ê, hêzên Tirkiyê xaleke serbazî li bajarokê Bînîn ser bi Çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê ava kirin.

Li gor heman çavkaniyan, niha 13 hezar serbazên Tirkiyê ligel 9 hezar otomobîlên serbazî li 70 xalên serbazî li bakurê rojavayê Sûriyê dimînin.

Ev yek di demekê de ye ku  Rûsyayê vê heyama dawî êrişên esman yên li herêma Idlibê zêde kirine.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja 29ê meha borî li Soçiya Rûsyayê civînek pêk anîbûn ku mijara sereke ya civînê rewşa Idlibê bû.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov jî ragihandibû, di civîna Putîn-Erdogan de rewşa Idlibê hat gotûbêjkirin û tekez kiribû, “Divê ew rêkeftina bo derxistina terorîstan ji Idlibê hatiye kirin, bê cîbicîkirin. Nabe terorîstek jî li Idlibê bimîne.”

Li herêma Idlibê jibilî serbazên Tirkiyê hejmareke zêde ya grûpên çekdar hene ku Tirkiye piştevaniya wan dike û grûpa sereke jî Heyet Tahrîr Şam e ku El Nusra berê ye û ji aliyê hejmareke zêde ya welatan ve wek grûpeke “terorîst” tê binavkirin.

Tirkiye û Rûsyayê 5ê Adara 2020an li ser rawestandina şer li Idlibê li hev kiribûn. Lê piştî 18 mehan di ser peymanê re ku li Moskowê hatibû îmzekirin herdu alî li ser pêkneanîna şertên peymanê hevdu tawanbar dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin