Hemû seredanên Mike Pompeo hatin betalkirin

Hemû seredanên Mike Pompeo hatin betalkirin

.

A+A-

 Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku bi sedema Joe Biden bûye serokkomar û wextekî kêm maye ku desthilata Amerîkayê biguhire û bi vê sedemê hemû seredanên wezîr Mike Pompeo hatine betalkirin. Di nava seredanan de yên Awrûpayê jî hene. Wezaret di beyana xwe ya nivîskî de weha got:

“Biryara me ye ku em ê di 8 rojên pêşiya xwe de temamê pêvajoya dewra xwe temam bikin. Wezareta me û hem tîma serokê serokê nû ya ku were, em tev bi temamî ev çend hefteye meşxûlin.

Em ji hevkariya xwe û asta xebata profesyoneliyê razîne. Em planekî çêdikin ku heya tîma nû were û pêvajoya senatoyê biqede, divê hin kes li ser kursiyê xwe bimînin. Di encamê de seredanên Awrûpayê di nava wan de, me temamê seredanân betal kiriye.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin