
Mesrûr Barzanî: Dabînkirina parastina asmanî gaveke baş e
.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack tekezî li ser giringiya aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê, pêkanîna kabîneya nû û dawîanîna bi xetimîna siyasî kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Hezîrana 2026an pêşwazî li şandeke bilind a Amerîkayê bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Iraq û Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê Tom Barrack kir.
Di civînê de ku Birêvebirê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê Joshua Harris û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert jî amade bûn, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hat gotûbêjkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê gihand Amerîkayê ji bo piştgirî û hevkariya wan a berdewam. Her wiha tekezî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de di hemû waran de kir.
Nûnerê Taybet Tom Barrack pêşkeftin û avadaniya Herêma Kurdistanê bilind nirxand û ragihand, Serok Donald Trump rêzeke wî ya taybet ji bo gelê Kurd, Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya Serok Mesûd Barzanî heye.
Her du alî li ser giringiya geşepêdana peywendiyên bazirganî di navbera Amerîka, Iraq û Herêma Kurdistanê de hevnêrîn bûn. Bi taybetî hat destnîşankirin ku divê kompanyayên Amerîkî di warê enerjiyê de roleke çalaktir li Iraq û Herêmê bilîzin.
Di beşeke din a civînê de, piştgirî ji bo hikûmeta nû ya federal a bi serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî hat nîşandan. Hat diyarkirin ku divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê bên çareserkirin û bi awayekî wekhev xizmeta hemû pêkhateyên Iraqê bê kirin.
Mijara giring a civînê, krîza siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê bû. Mesrûr Barzanî û şanda Amerîkî hevnêrîn bûn ku divê di demeke herî nêzîk de Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin, kabîneya nû ya hikûmetê were avakirin û dawî li xetimîna siyasî bê anîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin