
Îraq û Tirkiye ji bo peymana petrolê li ser reşnivîsekê dixebitin
.
Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku hevdîtin û gotûbêjên wan ên bi Tirkiyeyê re yên li ser reşnivîsa peymana nû ya hinartina petrolê didomin.
Peymana niha ya Îraq û Tirkiyeyê dê tîrmeha îsal bi dawî bibe.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî ji Rûdawê re li ser mijarê axivî.
Selîm Rukabî diyar kir ku hikûmet û wezareta wan girîngiyeke zêde didin nûkirina peymana hinartina petrolê ya di ser Tirkiyeyê re.
Rukabî da zanîn ku di vê mijarê de hevdîtinên wan digihîjin asteke nû.
Bêhturî 200 hezar bermîl
Sala 1973yan di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ji bo hinartina petrolê bi rêya xeta boriyan a Kerkûk-Ceyhanê peymanek hatibû îmzekirin.
Niha rojane zêdetirî 200 hezar bermîl petrol bi vê rêyê tên hinartin.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê destnîşan kir ku ji bo nûkirina peymana navbera her du welatan reşnivîseke nû hatiye amadekirin.
Li gorî agahiyan, niha li ser wê reşnivîsê dan û standin tên kirin.
Tirkiye peymana kevn nû nake
Ev peymana ku nêzîkî nîv sedsal berê hatiye îmzekirin, rê dide Îraqê ku bi rêya du xetên boriyan petrolê bişîne Bendera Ceyhanê.
Tirkiyeyê biryar dabû ku piştî 20ê Tîrmeha 2025an peymanê nû neke.
Lewma ji bo gotûbêjkirinê reşnivîsa peymaneke nû pêşkêşî hikûmeta Îraqê hate kirin.
Tê payîn ku Îraq û Tirkiye li ser wê reşnivîse dest bi dan û standinên fermî bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin