
Hinardeya Diyarbekirê %26 kêm bûye
.
Hinardeya Diyarbekirê ya 5 mehên pêşî yên îsal li gorî 5 mehên pêşî yên sala 2025an %26 daketiye. Karsaz didin zanîn ku sedema sereke ya vê rewşê, polîtîkayên hikûmeta navendî ya Iraqê ya li deriyên sînorî dide meşandin e. Karsaz balê dikêşin ku bi awayeke giştî jî hinardeya Tirkiyeyê ya bi Iraqê re di daketinê de ye û divê demildest bo vê rewşê çareseriyek were dîtin.
Li gorî daneyên Meclîsa Hinerdekaran a Tirkiyeyê, hinardeya Diyarbekirê ya 5 mehên pêşî yên îsal 85 milyon û 783 hezar dolar e ku di 5 mehên pêşî yên sala borî de hinardeya Diyarbekirê gihiştibu 116 milyon û 853 hezar dolaran. Ev yek tê wê wateyê ku hinardeya Diyarbekirê li gorî sala borî %26 daketiye.
Karsaz balê dikêşin ku %55ê bazirganiya Diyarbekir bi Iraqê û bi taybetî bi Herêma Kurdistanê re ye ku hikumeta navendî ya Iraqê eger polîtîkaya xwe ya bacê ya deriyên sînorî neguherîne, dê hinardeya Diyarbekirê daketinê de berdewam be.
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Hinardeya Tirkiye ya bi Iraqê re %22 kêm bûye. Hinardeya Diyarbekirê ya bi Iraqê re bi taybetî jî bi Herêma Kurdistanê re %42 kêm bûye. Dema hinardeya bi Herêma Kurdistanê re kêm bibe, bivê nevê bi awayeke giştî hinardeya Diyarbekirê û ya hemû bajarên herêmê kêm dibe. Sedema vê rewşê jî Hikumeta navendî ya Iraqê ye. Li aliyê din hinardeya Tirkiye ya bi Sûriyê re jî %24 zêde bûye, lê li gel vê hinardeya Diyarbekirê ya bi Sûrî re %35 kêm bûye. Divê demildest deriyê sînorî yê Nisêbîne vebe ku li gorî agahiyên ketîn destê me di nava mehekê de dê vebe.”
Nûnerên qada bazirganiyê yên Diyarbekirê bo çareseriya pirsgirêkên hinardeya Diyarbekirê dibêjin divê hiberîna qada pîşesaziyê ya Diyarbekirê were zêdekirin û her wiha bo peydakirina bazarên nû bo Diyarbekirê divê xebatên lêkolîn û lêgerînê werin berfirehtirkirin.
Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Diyarekirê Engîn Yeşîl dibêje: “Ji bo ku hinardeya Diyarbekirê zêde bibe, divê bazarên nu werin peydakirin û trêna bilez navbera bender û Diyarbekirê de were danîn. Her wiha em dixwazin deriyê sînorî yê Nisêbîn û Qamişloyê jî were vekirin.”
Karsaz bi çareseriya pirsigêrêkên hinardeya Diyarbekirê dibêjin, divê polîtîkaya hikumeta navendî ya Iraqê ya bacê were guherîn, kompaniyên Diyarbekir bi hêsanî bigihîjin krediyên bankeyan û deriyên sînorî yê Nisêbînê were vekirin.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin