Helbestvanê navdarê kurd Ehmed Dilzar di temenê 101 salî de koça dawî kir

Helbestvanê navdarê kurd Ehmed Dilzar di temenê 101 salî de koça dawî kir

.

A+A-


 Helbestvanê navdarê kurd Ehmed Dilzar di temenê 101 saliyê de koça dawî kir.

Qasekî beriya niha, helbestvanê navdarê kurd Ehmed Dilzar li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Ehmed Dilzar sala 1920 li bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê ji dayîk bibû. Bi sedan helbest bi zimanên kurdî û erebî nivîsiye. Berhemeka din Ehmed Dilzar, bîranîn alim û helbestvanê navdar Bab Tahîr Hemedanî ye ku ji Lorî vegerandiye Kurdî.

Navê rast yê Ehmed Dilzar, Ehmed Mistefa Mihemed e. Dema dest bi nivîsandina helbestan kir, paşnavê xwe kir Dilzar.

Ehmed Dilzar sala 1942 dest bi nivîsandina helbestan kir, wê demê bû serbaz di nav artêşa Iraqê de. 3 sal û nîv serbazî kir. Beşek ji serbaziya xwe li Filistînê derbas kir. Piştî serbaziya xwe vegeriya bajarê xwe. Sala 1946 tevlî tevgerên komonîstî bû, ji ber wê jî hat girtin.

Dilzar cara duyem li sala 1948 hat girtin. Sala 1949 ji girtîgeha Hewlêrê derbasî girtîgeha Bexdayê hat kirin. Li nav girtîgeha Bexdayê de jî ji ber fikr û çalakiyên xwe yên siyasî bi sê sal zîndan hat mehkûmkirin û sirgûnî girtîgeha bajarê Kût yê Iraqê hat kirin.

Ehmed Dilzar sala 1952 hat berdan û dîsa vegera zêda xwe. Ji wê demê de bi rengekî veşartî li ser rêça komonîstiyê bû. Ji bo ku neyê girtin, zû bi zû cihê jiyana xwe diguhert. Ji Koye çû Hewlêrê û ji Hewlêrê derbasî Kerkûkê bû. Ji Kerkûkê jî derbasî Helebcê bû. Lê li wir hat girtin. Destpêkê ew şandin girtîgeha Kerkûkê paşê jî sirgûnî girtîgeha Nugre Selman li başûrê Iraqê hat kirin. Sala 1956 hat berdan û vegeriya Koye. Heta sala 1960 li Koye bû. Wê salê bû endamê desteya nivîskarên rojnameya Azadî li Bexdayê. Sala 1963 bû çekdarê partiya komonîst. Baregeha wan li gundê Kilkesimaq yê Koye bû, paşê derbasî gundê Awekird yê Koye bûn.

Ehmed Dilzar piştî heyamek dirêj ji penaberiyê, sala 1994 vegeriya Kurdistanê û li Hewlêrê niştecî bû. Îro (1 Nîsanê) jî koça dawî kir.

 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin