
Îran: Wê Korîdora Zengezorê bibe goristana leşkerên Trump
.
Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Elî Ekber Welayetî, bertekeke tund ji gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump re nîşan da ku gotibû, “Amerîkayê Korîdora Zengezorê ji bo 99 salan bi kirê girtiye.”
Welayetî got, “Qefqasyaya Başûr ne cihekî bêxwedî ye ku Trump karibe bi kirê bigire. Ev derbasgeh ne milkê wî ye; dê ji bo çekdarên wî yên kirêgirtî bibe goristan.”
Welayetî herwiha îdia kır ku Korîdora Zengezorê wê jeopolîtîka herêmê biguherîne û zemînê ji perçebûna Ermenistanê re amade bike.
Herwiha Elî Ekber Welayetî bi bîr xist ku dema Tirkiye û Azerbaycanê li ser projeyê israr dikir, wan di bin fermandariya Sererkanê wê demê Mihemed Baqirî de li bakurê rojavayê welêt gelek tetbîqatên leşkerî li dar xistine.
Welayetî gotina Trump a kirêkirina korîdorê wekî safîtî bi nav kir û got, “Ev îdia rewşeke ne mimkun e, mîna kirêkirina Kanala Panamayê ye. Trump wekî her carê gotinên xweş lê pûç dibêje. Ew xwe wekî firoşkarê xaniyan dibîne û hewl dide axê bi kirê bide.”
Rayedarê Îranî diyar kir ku avakirina Korîdora Zengezorê dê pêwendiya bejahî ya welat a li bakur û bakurrojava bi Tirkiyeyê ve girê bide û tekez kir, Îran dê li dijî vê projeyê bisekine.
Herwiha Welayetî got, “Rûsya li gel me be yan nebe, em ê ji bo ewlehiya herêmê gavan biavêjin. Em bawer dikin ku Rûsya jî li dijî vê korîdorê ye.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin