Ferhad Xorto: Nêzîkî 70 hezar kesî vegeriyane Efrînê

Ferhad Xorto: Nêzîkî 70 hezar kesî vegeriyane Efrînê

.

A+A-

Alîkarê Birêvebirê Efrînê Ferhad Xorto da zanîn ku nêzîkî 20 hezar malbat vegeriyane Efrînê û got, “Êdî komên çekdar pereyan ji xelkê nastînin.”

Alîkarê Birêvebirê Efrînê Ferhad Xorto bû mêvanê bultena Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Ferhad Xorto li ser rewşa dawî ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand:

“Ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve nêzîkî 20 hezar malbat ango di navbera 65 hezar û 70 hezarî de kes vegeriyane cih û warên xwe.”

Efrîn sala 2018an ji aliyê Tirkiyeyê û komên çekdar ên Sûriyeyî yên nêzîkî wê ve hat dagirkirin û beşeke mezin a şêniyan neçar man ku cih û warên xwe biterikînin.

Ferhad Xorto derbarê garantîkirina parastina jiyana kesên ku vedigerin ser mal û milkên xwe got:

“Garantiya yekem ew e ku ti kes ji hêzên ewlehiyê yan jî komên çekdar karê wan bi xelkê nabe û nêzîkî wan nabin.”

Hîn mal û milkên beşek ji wan welatiyên ku piştî rûxîna rejîma Beşar Esed vegeriyane Efrînê, ji aliyê Erebên hawirde û komên çekdar ve hatine dagirkirin.

Xorto li ser vê mijarê anî ziman:

“Milkên xelkê me bi du awayan hatine ne di destên wan de ne.

Ya yekem, dibe ku kesên sivîl tê de bin û di navbera berpirsê herêmê û Wezareta Karên Navxwe de hevahengiyek heye, her wiha komîteyeke aborî hatiye avakirin û piştî şopandinê, pirsgirêk ji aliyê Wezaretê ve tê çareserkirin.”

Xorto diyar kir ku eger endamên komên çekdar di malên welatiyên Efrînê de bin, “Pirsgirêk bi rêya Wezareta Parastinê tê çareserkirin. Yanî ji bo çareserkirina vê pirsê, di navbera Wezaretên Karên Navxwe û Parastinê û birêvebiriya herêma Efrînê de hevahengî heye.”

Alîkarê Birêvebirê Efrînê amaje bi rewşa ewlehiyê ya herêmê kir û da zanîn:

“Niha pirsgirêka ewlehiyê hatiye çareserkirin, ti zext li ser xelkê nînin û lêpirsîna ewlehiyê li kesî nayê kirin.”

Ferhad Xorto destnîşan kir ku rewşa birêvebiriyê ya Efrînê jî asayî bûye û got:

“Hemû birêvebiriyên hikûmetê vekirî ne û piraniya birêvebirên wan xelkê herêmê ne.”

Alîkarê Birêvebirê Efrînê her wiha anî ziman:

“Niha parastina ewlehiya Efrînê di destê hêzên ewlehiyê de ye (asayîşa navxwe).

Ew kesên ku ji aliyê dewletê ve hatine damezirandin in û şarezayiya wan a ewlehî, leşkerî û civakî heye.”

Ferhad Xorto diyar kir ku xelkê herêmê jî dê beşdarî parastina ewlehiyê bibe û navên wan dê li nav hêza asayîşa navxwe were tomarkirin û “di çend rojên borî de deriyê qeydkirinê hat vekirin, derfet tenê ji bo wan ciwanan e ku xelkê Efrînê ne û li herêmê dijîn.”

“Ew herêmê bernadin”

Destpêka vegera koçberan a Efrînê hinek kes bi hinceta ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye, ji aliyê komên çekdar ve hatibûn desteserkirin.

Xorto amaje pê da ku “Komên çekdar êdî destwerdana kar û barên herêmê nakin, pereyan ji xelkê nastînin û bandoreke wan a berbiçav nemaye.”

Alîkarê Birêvebirê Efrînê her wiha eşkere kir û got:

“Her çend komên çekdar hîn li herêmê mane jî, ew li baregehên xwe ne û heta ku baregehên leşkerî yên dewletê neyên avakirin, ew herêmê bernadin.”

Li bajarê Efrînê 31ê Gulanê bi beşdariya hejmarek kesayetiyên bajêr civînek hat lidarxistin û tê de gotûbêja li ser înîsiyatîf û pêşniyara parêzgehkirina herêma Efrînê hat kirin.

Alîkarê Birêvebirê Efrînê Ferhad Xorto anî ziman:

“Heta ku binesaziya bingehîn a herêmê û xizmetguzariyên sereke neyên amadekirin û pirsa komên çekdar neyê çareserkirin, parêzgehkirina Efrînê zehmet e lê aliyan wekî pêşniyarekê ev pirs aniye rojevê.”

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin