Hejmara qurbaniyên Koronayê ji 5.3 milyon kes derbas kir

Hejmara qurbaniyên Koronayê ji 5.3 milyon kes derbas kir

.

A+A-

 Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane 5.3 milyon kes derbas kir û hejmara pêketiyan jî gihîşt 271.4 milyon kesan.

Li gor amarên Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî, li cîhanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 271 milyon û 419 hezar û 91 kesan û hejmara kesên canê xwe ji dest dane jî gihîştiye 5 milyon û 300 hezar kesan.

Li gor amaran, Amerîkayê di hejmara qurbaniyan de di serê lîsteyê de ye. Rêzbendiya welatên herî zêde qurbanî û pêketiyên Koronayê lê hatine tomarkirin:

Amerîka:

Qurbanî: 800 hezar û 343 kes

Pêketin: 50 milyon û 233 hezar û 970 kes

Brazîl:

Qurbanî: 616 hezar û 970 kes

Pêketin: 22 milyon û 195 hezar û 775 kes

Hindistanê:

Qurbanî: 475 hezar û 888 kes

Pêketin: 34 milyon û 703 hezar û 644 kes

Maksîk:

Qurbanî: 296 hezar û 721 kes

Pêketin: 3 milyon û 918 hezar û 987 kes

Rûsya:

Qurbanî: 286 hezar û 23 kes

Pêketin: 9 milyon û 899 hezar û 139 kes

Pîro:

Qurbanî: 201 hezar û 848 kes

Pêketin: 2 milyon û 255 hezar û 318 kes

Brîtanya:

Qurbanî: 147 hezar û 85 kes

Pêketin: 10 milyon û 995 hezar û 311 kes

Indonesia:

Qurbanî: 143 hezar û 960 kes

Pêketin: 4 milyon û 259 hezar û 439 kes

Îtalya:

Qurbanî: 135 hezar û 49 kes

Pêketin: 5 milyon û 258 hezar û 886 kes

Îran:

Qurbanî: 130 hezar û 831 kes

Pêketin: 6 milyon û 160 hezar û 303 kes

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin