Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

”Heger hûn vê carê bi sernekevin ezê ji we bêtir li ber xwe bikevim”

A+A-

Di tepsîya zêrin de serxwebûn !

”Heger hûn vê carê bi sernekevin ezê ji we bêtir li ber xwe bikevim”

Çend roj berê ji bo hin pêwîstiyên rojane çûm dikanê. Min hemû tiştên xwe kirîn, di wê navê de jî bi hevalek re bi telefonê dipeyivîm, sohbeta me hat ser referanduma serxwebûna Kurdistanê û ez hatim ber kassayê, min pere da û alavên xwe kom dikir, ji nişkava yekî destê xwe li milê min da, ez lê vegeriyam kê bibînim! Nasekî min ku demek ji zûde me bi hevre xwendibû û em li heman bajarî dijîn û bi salan me hev nedîtibû. Me li halê hev pirsî, gilî û gazinên xwe li hev kirin li malbat jiyan û kar û barê hev pirsîn. Dûre dîsa sohbeta me vegereriya ser referanduma serxwebûna Kurdistanê…

Ev nasê min, ne kurd bû. Wî felsefe xwendiye û li Universite yê kar dike. Rojevê jî baş dişopîne û hay ji rudawên dibin û teybetî yên li rojhilata navîn dibe, heye.

Wî destpê kir û got "Qasê ez dişopînim û dibînim, hun kurd gelek nêzî serxwebûnê bûne, gavek pir biçûk mayê ji serxwebûna we re. Dunya hemû piştgirî didin kurdan û li bendê ne ku kurd gava duyem jî bavêjin.

Lê ez pir ecêb û şaş dimînim, kurdên ku kerasetên mîna Halepçe , Anfal, Zilan, Agirî, koçgirî jiyane çawa dikarin li dij vê derfetê bin. Mixabin hejmara wan jî ne kêm e.

Qasê ez dibînim beşek ji wan gazîn dikin dibêjin Kurdistan ne demokrat e û Kurdistanê û Swêdê didin ber hev. Lê tiştekî ji bîr dikin ku heta Swêd gihiştiye vê encama demokrasiyê, prosesek dûr û dirêj derbas kiriye. Nayê bîra wan kesan ku ne ji zû de ye Norweç ji Swêdê veqetiyaye.

Grûbek din jî heye, dibêjin bila berê demokrasî were herêma Kurdistanê û dûre jî welatên dagirker û cîranên Kurdistanê, serxwebûna Kurdistanê di tepsiya zêrîn de pêşkeşî Kurdistanîyan bikin.

Ev Seyr e!

Li gor ku ez dibînim, di navbêna kurdan de hin kes naxwazin û çavreşiyê dikin, dibêjin ne wext e!

An jî dibêjin Kurdistanî çima wek Swêdê demokrat nînin.

Li gor dîtina min, her tiştên kurdan heye, av û axa wan heye ku dikarin wan xwedî bikin, cewherê wan yên ser û bin erdê heye, şertên ji bo serxwebûnê û wek welat li ser piyan bisekine ji yên gelek welatên serbixwe bêhtir heye.

Gelek dewlet hene ku serbixwe ne lê ev şertên li ba kurdan hene li ba wan nîne û ew dîsa jî serbixwe ne û dewlet in.

Heger hun kurd vê carê, tev hemû destkeftiyên xwe û piştgiriya ji dinyê ji we re tê û ev şertên we yên wek welatek serbixwe heye dîsa jî hûn di referandumê de bisernekevin ,

Bi rastî şerm e ji we re! Ez ê ji we bêhtir li ber xwe bikevim…!"

 2017-09-07

 

Önceki ve Sonraki Yazılar