Nîmet Mumtaz Aydin

Nîmet Mumtaz Aydin

Hemû nivîsên nivîskar >

HDP bi pirêzeyên xwe nîşan da, ne çare ye

A+A-

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê HDP ev e 15-20 sal e, îktidar e.

Herçiqas ev du sal û çend meh in dewletê bi qeyûman dest danî ser îradeya gel, serok şaredariyên hatibûn hilbijartin, bi zor û cebir ji wazîfeyên xwe hatin dûrxistin, karmendên xwe danîn şûna wan. Ev bê hiqûqî ye, dîktatorî ye bi tu awayî eleqa vê kiryarê bi maf û azadiya mirovatiyê tuneye. Ne tenê kurd, herkesê ku ji demokrasî û azadiyê giramek nesibê xwe girtiye, divê li dij qeyûmên dewletê be.

Mirov dibe siyaseta HDPê ya şaredariyan neparêze, rexnegir be, li dij be, lê tiştê dewletê bi qeyûman kir, zulm û zorbatî ye. Şaredarên ku bi dengê gel hatine ser erkê, bi polîs û leşkerên xwe, bi darê zorê dûr xistin. Û îro gelekên wan di girtîxaneyan de ne.

Lê mijara me, 15-20 salên dawî yê şaredariyên HDPê (ku beriya wê bi navên din bû) ne. Çiqas bi ser ketin?

Bajar ji aliyê jînwariyê de çiqas pêş ve ketin? Di dema wan de bajaran çiqas nasnameya xwe ya kurdayetiyê girtin? Muheqeq navê kuçe, lewheyên bajêr, di warê çand û kultur de li hin bajaran hin guhertin çêbûn.

Gelo di 15-20 salan de bi wê butçeya xwe mirov nikaribû 10 qat zêdetir pirêze li dû xwe bihêle?

Li Bakur, ji bo em welatê xwe bi rê ve bibin, wê wextek dirêj bigre. Lê derfeta ku em bajarên xwe bi rê ve bibin her tim heye. Her çiqas em sedî sed ne azad bin û derfetên me bi sînor bin jî. Rêveberiyeke baş û serketî wê riya rêvebirina welat jî nêzîktir bike.

Lê mixabin şaredariyên HDPê bi ser neketin, him ji aliyê xizmet û him jî ji aliyê nasnameya kurdawariyê de.

Bi vê forma xwe, bi vê hiyerarşiya xwe, wê tu car bi ser jî nekeve.

Çima?

-HDP ji berê ve qalibê wî hatiye danîn, bernameya wî hatiya amadekirin, qada manewraya wî hatiya tespîtkirin. Ne kongre û ne meclîsa partiyê nikare derkeve derveyî qalibê hatiye danîn.

-Tu dîtinên HDPê ji bo çareseriya Kurdistanê tuneye. Dikare xwe partiya Tirkiyê bibîne, lê dîsa divê dîtin, projeyên wan yê çareseriya herêmê û Kurdistanê hebe. Pirsa kurd û Kurdistanê û çareseriya wê, ji hin derên dinê re hiştiye, ji bo wê, navnîşanek din destnîşan dike.

-Hevkarî, tifaq ne karê HDPê ye. Di her hilbijartinê de baz dide hemû partiyan, welweleyekê derdixe ku xwe navnîşana hevkarîyan nîşan dide, lê di encamê de ji hevkariyên li ser prensîb û bernameyên ciddî direve, ji ber gotina dawî ne ya wê ye. Li hember çend kursiyan, partî û rêxistinên qîma xwe bi wê tînin ”hevkarî”ya çêdike. Di esasê xwe de HDP ne muhtacê dengê wan e jî, jê re navê partî û rêxistinên kurdan tîne ba hev têr dike, ji ber ew nav bêtir deng tîne û îmajeke din dide wan.

-Meclîs, Komîteya Rêveber, serokê giştî yê HDPê daxîl hemû teşkîlatên wan bi xwe ew tu carî bi hilbijartineke rasteqîn û di şertên azad de nehatine hilbijartin. Bi piranî bi tayîna hinekan hatine û her bi wê şêweyê jî çûne.

-Berbijêrên Şaredariyê tu car ji alîyê îrada partiyê ya wî bajarî nehatiye tespîtkirin. Ew jî hatine tayîn kirin.

 

-Şaredarên ku bi tayînê tê tespîtkirin, piştî hilbijartina jî ne bi destê xwe ne, nikarin azad tevbigerin, ji aliyê hinekan ve tên îdarekirin û di bin markaja gelek nêzîk ya xwediyê xwe de ne.

-Şaredarek dema tê hilbijartin êdî ew ne malê partiya xwe ye. Şaredarê hemû bajêr e. Şaredarên HDPê ne wek yê hemû bajêr lê wek yê partîya xwe, hetta wek yê xwediyê partiya xwe tevdigerin.

-Butçeya bajêr, malê hemû bajêr e, ji bo mesref û xizmeta bajêr e. Her bajar di afet û belayan de, carna ji bo piştgirî û xêr û xêrata dikare mîqdarek cuzî ji bo wan armancan serf bike. Lê mafê şaredarîyê tuneye, rizqê bajêr qut bike, ji bo armancên xwediyê xwe pêşkêş bike.

-Di siyaseta personel girtina kar û wazîfe parvekirinê de, qistas divê zanîn, tecrûbe û hwd be, ne partîzanî be. Heta nuha di şaredariyên HDPê de çend muxalîfên Kurdistanî kar wergirtine?

-HDP ku 106 beledîye di destê wan de bûn, rabû piştgirîya sîyaseta xendek û barîkatan kir. Bi vê helwestê jî rê ji êrîşên dewleta Tirkîyeyê xweştir kir. Gelek destkeft tar û mar bûn.

Belê, meriv dikare lîsteyê dirêj bike….

Lê vê carê hûn ne bê çare ne!

Hûn dikarin dengê xwe, ne bidin partiyên dewletê û ne jî HDPyê; dengên xwe bidin namzetên serbixwe yên Tifaq û Welatperwer û Demokrat.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin