Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Guftûgo Li Ser Kurdan, Mixabin Kurd Tune ne!

A+A-

Li ser çareserkirina pirsgirêka Sûriye giftûgo berdewam in.

Piştî ku Emerîkayê got "em di demek nêzîk de leşkerên xwe ji Sûriye dikişînin“, ev guftûgo gihîştin asteke bilind. Pir dewlet û hêl, li hember vê daxuyaniya Emerîkayê nerazîbûna xwe dan nîşan û gotin, "bi hewleke yekser ku Emerîka di vê demê de xwe ji herêmê vekişîne, wê alozî û pirsgirêk hîn mezintir bibin û ewlehiya Sûrî bikeve metirsîyê“(!)

Emerîka bi hewla xwe ji bona ku çareseriyeke erênî derxe holê û pêşî li hewlên dagirkeriya Tirkiyê bigire, çar aktorên Sorçî xist bin bandorek neyênî, ku rê ji çareseriyê re vebe. Wan xist bin îmtîhanekê ku "ka ev çar aktor dikarin pirsgirêkan çaresek bikin an na“(!)

Armanca duyem a Emerîkayê jî ew e, ku civînên li ser çareserkirina pirgirêka Sûriyê yên Cenewre çalak bike û kurdan jî  bi fermî weke alî bikişîne ser masê.

Bi vê mesajê re jî hemû berpirsên Emerîkayê di daxuyaniyên xwe de gotin; "em hevalbendên xwe yên Kurd tenê nahêlin, bêparastin nahêlin“(!)

Li hember van daxuyaniyên Emerîkayê, Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan da. Têkilîyên Tirkiye û Emerîkayê ketin asteke xitimandinê.

Wek ku em dizanin du enî, an jî aktor-teref li Sûriyê xwedî bandor in:

Yek ji van Emerîka û hêzên hevpeymanan, ku bi Emerîkayê re hevkar in. Ji bona çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyê danûstendinên vê hêzê li civînên Cenewre dimeşin. Bi destpêka êrîşên DAÎŞê re vê hêzê piştgirî da Kurdan û Kurd parastin.

Hêza duyem jî hêza alîkarên Sûriyê ne ku ev hêz yekitiya axa Sûriyê diparêze. Serê vê hêzê jî Rusya dikişîne. Rusya li Suriyê garantiya parêzgerê axa Sûrî ye, hebûna dewleta Sûriyê bixwe ye. Di nava vê hêzê de dewletên têkildar û hevalbend, Îran û Tirkiye ye. Yanî, ji bona parastina yekitiya axa Sûriyê û serweriya dewleta Sûriyê; Rusya, Îran, Tirkiye û Sûrî di yek ênîyê de dixebitin. Bingeha civînên van hêzan jî li Sorçî di bin bandora Rusyayê de dimeşe.

Ev blok, dijî mafê Kurd û Kurdistan ên rewa ne. Heta ku ji vê bloka ku Rusya serkêşî dike bêt, wê xwestinên Kurdan bêne redkirin. Destkeftinên Kurdan teslîmî însafa dîktatoriya BAAS bibe. PKK jî ji vê projê re lingek a nav Kurdan bixwe ye.

Tirkiye, Îran û Sûrî sê dewletên dagirker û dijminên Kurd û Kurdistan in. Hatina wan a cem hev, tenê li ser esasên ku Kurd nebin xwedî destkeftin li ser axa xwe.

Ji bona guftûgoyên li ser Sûriyê, niha, mijara herî girîng pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye.

Tirkiye, hin bi Emerîkayê re û hin bi Rusya û Îranê re ji bona pêşîlêgirtina li îhtîmala ku "Kurd li Sûriyê hinek destkeftinan bidest bixin“ di guftûgoyê de ye. Ji Kurd û Kurdistan re metirsiyekê derxistiye holê û her bi tehdîda ku; "ez ê têkevim Rojhilata Firatê“ jî tevdigere. Amadekariyên xwe yên leşkerî kiriye û di nav danûstandinên siyasî-dîplomatîk de, ji xwe re li rêyeke erênî digere. Hêza xwe ji têkiliyên bi Rusya, Îran û Sûrî re li ser esasên dijminatiya Kurdan digire.

Wek ku em dizanin, Emerîka û hêzên ku bi wê re têkildar ji Îlona 2014an de piştgiriyê didin PYD/YPG. Bi êrîşa ser Kobanê re, biryara piştgiriya Emerîka û Hêzên Hevpeymanê ji bona piştgiriya Başûrê Rojavayê Kurdistanê, heta îro berdewam e. Ji hêla perwerdeya leşkerî, civakî, çekên giran û alîkariya lojîstîk, ev çar sal e bi pêşengiya Emerîkayê Kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistanê tên parastin.

Di destpêkê de Emerîkayê, xwest ku Kurd yekitiya xwe çêkin û di bin serkêşiya enîyeke Kurd û Kurdistanî de xaka xwe biparêzin. Mixabin PKKê mudahale kir û nehişt ku ev "enîya Kurdistanî“ ava bibe. Pêşî li hatina Pêşmergên Roj girt û hatina wan wek "sebeba Şerekî Kurd-Kurd“ nîşan da. Piştî ku ev hewla Emerîka ji aliyê PKK ve hat redkirin û serkeftî nebû, Emerîka "Hêzên Demokratîk yên Sûrîye“ ava kir û bi vê hêzê re li hember DAÎŞê şerê xwe û piştgiriya xwe meşand.

Niha careke din ev mijar weke pirsgirêkeke sereke ya "parastina herêma Kurdan“ derketiye ber me.

Emerîka, ji bona ku pêşî li geftûleftên Tirkiyê bigire; dixwaze ku Kurd enîya xwe ava bikin. Hêzên xwe yên çekdarî (yekitîya YPG û Pêşmergên Roj) bikin yek û birêkûpêk bikin. PKK ji herêmê derkeve û serkirdeyî di destê hêzên enîya Kurd a Başûrê Rojavayê Kurdistanê bikeve.

Tam di vê demê de yekî li Qandîl mîkrofon dirêjî serkirdeyên PKK; Cemîl Bayik, Bese Hozat û Mustefa Karasu kir û ji devên wan redkirina hewlên Emerîkayê xist çapemenîyê.

Van serkirdeyên PKKê eşkere ligel çareseriya Sorçî ya ku ji Rusya, Îran, Sûrî û Tirkiye pêk tê bûn terefgir. Alîkariya Amerîkayê wek "lîstikên dagirkeriya Emperyalîst“ îşaret kirin û rê ji bona "lihevhatinek bi Sûriye re bi garantiya Rusyayê“ pêşnîyar kir.

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve ya TEV-DEMê Aldar Xelîl ji televîzyona “El-Arabiya” re ev hewlên Emerîka pejirand û got; "hîn di navbera me û Amerîkayê de lihevhatinek pêknehatiye“(!) Di eynî daxuyaniyê de jî pejirand ku danûstendinên wan bi Sûrî û Rusyayê re jî berdewam in. Ji bona ku Rusya di navbera PYD û Sûriyê de navbênî bike jî hewlên wan didomin.

Li ser van tehdîdên Tirkiyê, rê ji danûstandinên Sûrî û PKKê re geş bû ku PYD bi vê rêyê careke din di nav van lîstikan bikeve. Ev rewş jî ji gavên Rusya û Îranê re bûn derfetên pêşîlêgirtina destkeftinên Kurdan.

Li hêlekê hêzeke wek a Emerîka ku hûtê hêza leşkerî ya NATO û aborîya cîhanê ye. Li hêla din jî PKK ku bi îdeolojîyeke demode a çepgir û yên wek pêxwasekî Emerîkî Murray Boocnin ku ji PKK şûn de ti kes îtîbarê nadiyê heye.

PYD/YPG jî di navbera van de bêçar, bûye gopalê destê PKK. Kurd li ortê bêxwedî û bêarmanc dibin qurban.

PKK ji kaosa şerê navxweyî yê Sûriyê fersend girt û li Başûrê Rojavayê Kurdistan bû xwedî hêzeke leşkerî. Hemû hêz û binkeyên Kurdan qedexe kir, ji holê rakir, teror kir, da girtin û serdestiya xwe bi hêza çekan îlan kir. Îro ji ber sebebên tundîtiya PKKê, îdeolojiya PKKê ev beşa Kurdistanê li ber metirsiya têkçûnê ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin