Girtiyên DAIŞê xwestin di tunelên ku vekirine de birevin

Girtiyên DAIŞê xwestin di tunelên ku vekirine de birevin

Hat ragihandin ku piştî hewla revê ya girtiyên DAIŞê li girtîgeha Sîna ya Hesekê bi rêya tunela vedabûn hat girtin, doh careke din li girîtgehê alozî derxistine.

A+A-

Hat diyarkirin ku hêzên HSDê ji bo pêşîgirtina reva çekdaran li derdora girtîgehê tedbîrên pêwîst wergirtine.

Herwiha hat eşkerekirin ku hefteya borî jî çekdarên girtiyên DAIŞê xwestine bi rêya tunela ku vedane ji girtîgehê birevin, lê ew hewla wan dîsa ji aliyê HSDê ve hatiye têkbirin.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê beriya niha bi demekê ragihandibû, DAIŞ dixwaze bi hezaran çekdarên xwe yên li girtîgehên HSDê dimînin birevîne û hişyarîya wê yekê dabû.

Mijara girtiyên DAIŞê bûye nakokiyeke metirsîdar di qada navdewletî de û hîn ji bo dadgehkirin û veguhestina wan ji Rojavayê Kurdistanê ti gaveke pêwîst nehatiye avêtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin