Gelek endamên HDPê hatine destserkirin

Gelek endamên HDPê hatine destserkirin

Di operasyonekê de rêveberên Komeleya Jinan a Rosa Hevseroka DBPê yê berê Mehmet Arslan û gelek sîyasetmedar hatin binçavkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Îro roja înê 22.05.2020an di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser malên aktîvîstên Tevgera Jinan a Azad (TJA), reveber û endamên Komeleya Jinan a Rosa û sîyasetmedaran de girt û gelek kes hatin binçavkirin. Operasyon berdestî sibehê pêk hatîye.

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, Endama Avakar a Komela Rosa Ayla Akat Ata, Endama Avakar a Komela Rosa Narîn Gezgor (Li Rihayê), aktîvîsta TJAyê Gulcîhan Şîmşek heta niha hatine binçavkirin.

Hat zanîn ku Gezgor a li Rihayê hat binçavkirin piştî kontrola tenduristîyê dê bînin Amedê.

 Hevserokê Giştî yê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, Endama Desteya Rêveberîya Navenda HDPê Ozlem Gunduz, sîyasetmedar Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn jî di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin