Gelê Guatemala agir berda avahiya Kongreyê

Gelê Guatemala agir berda avahiya Kongreyê

.

A+A-

Gelê Guatemala, piştî hikûmetê butçeya perwerdehî û tenduristiyê kêm kir, daketin kolanan û agir bi avahiya Kongreyê xistin û şewitandin. 

Li Guatemala ya Amarîkaya Navîn, piştî hikûmetê butçeya tenduristî û perwerdehiyê kêm kir, bi hezaran welatî li paytext daketin kolanan û agir berdan avahiya Kongreyê. Li Guatemala piştî lehî û bahoz rabû û bi hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn, welatî pir mexdûr bûn û hêrsa welatiyan a li dijî hikûmetê zêde bû. Li gorî rojnameya New York Timesê, Gelê Guatemala piştî hikûmetê biryar da ku butçeya perwerdehî û tenduristiyê kêm bike, bi hêrs bertekên xwe anîn ziman û daketin qadan. Gelê ku daket kolanan ewil camê avahiya kongre şikandin û piştre agir berdan avahiyê. Serokê dewletê Alejandro Giammattei, li ser hesabê Twitterê agahî parve kir û diyar kir ku dê destûr nedin ku malên taybet û cemaweriyê bişewitînin. 

Li gelek kolanên bajêr bi hezaran çalakger daketin qadan û strana ‘Ne yek serok û ne yek Kongre’ strîn û xwest hemû wekîl û rêveber îstîfa bikin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin