Gava êşeke yekî hebe,
Her mirov li dûv sivik kirin û ji hole rakirina wê êşê li çareyan digere.
Hin êş hene naşibin tu êşan…
Êşa te, êşa min, dikare bi şiklekî bilore an sivik bibe, lê êşa netewan naşibe tu êşan.
Jibo lorandina vê êşê hewcedarî bi siyasetekepispor û bi konjonkturê lihevkirîheye…
Dîrok û neheqîyên ku li welatê me hatiye kirin li alîyekî, lê eve sed salebi milyonan insan jiber êşa perçebûyîna welatê xwe û bê dewletbûyînêperîşan bûne..Her tên kuştin, sirgûn dibin, dikevin hevsan, berê xwe didin çîya, rastî jenosîd û neheqîyan dibin…Her çiqas sedema sereke ya vê êşê bê edaletîya dirokê û aktorên ku wê demê şikil didan dinyê be jî, rola bêtifaqiya me ji dî vê êşê de heye…
Rûdanên vê taliyê yên ku li Rojhilata Navîn diqewimin da xuyakirin ku dîrok û neheqiyên xwe li êşa ku bime dane kişandin mikur hatine.Êdi her tişt ne wek 100 sal berê ye…
Vê gavê derfeteke nû ketiye destê me Kurdan.
Piştî biryara referandûma başûrê Kurdistanê diyar bûû li rojavayê Kurdistanê , ne li ser esasê dewleteke Kurdistanî be jî, wergirtina biryara federasyonê, tirsek xist nav dilê dewletên dagirker .Ji daxuyanî û hevdîtinên wan ev yeka pir vekirî tê dîtin.
Gotinen Davûtoglu ku dibêje ”Em li hemberî Sykes-Picoteke nû li ber xwe didin“ nişana vê yekê ye…Hûn rastiyê bixwazin, li gor vê yekê jî dixebitin…Siyaset û kiryarên wan yên li bakurê Kurdistanê li holê ye. Wêrankirina bajarên bakurê Kurdistanê işareta vê yekê ye. Bala xwe bidinê ev mehên vê taliyê çûyin û hatina herdû dewletên ku di dagirkirina Kurdistanê de rola wanî sereke heye hîn zêde bûye… Çûyina Serokwezîr Ahmet Davûtoglu ya Îranê û hevdîtina wî ya bi Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û biryarên ku hatine girtinû piştî wê bi ziyareta Hesen Ruhanî ya Tirkîyê pir vekiri li holê ye….Tirsekê wan girtîye…Tirsa têkçûyîna Peymana Sykes-Picotê…Kurd hinekî bi aqilekî hevbeş tev bigerin, taliya wê peymana 100 sal e miletê me perîşan kiriye hatiye. Çûyin û hatina wan çiqas zêde be jî , wê peymanêêdî hikmê xwe wenda kirîye…
Firsendek dirokî li ber me ye.
Her yek ji me ligor xwe xwedî bîr û bawerîyekê ye
Her yek ji me ji vê êşa 100 salî para xwe girtîye….
Dewletên ku Kurdistanê dagirkirine jibo dirêjkirina peymana ku bi salan bûye sedema êş û perîşanîya me li çareyan digerin..
Têkoşîna miletê kurd her berdewam e…Li her çar perçeyên Kurdistanê têkoşîna azadîyê didome. Partîyên Kurdistanî bi xebatên xwe zorê didin dewletên dagirker…
Bi ya min, di azadî û rizgarîya netewa kurd de xeleka herî lawaz û zehmet, bakurê Kurdistanê ye…Partîyên bakûrî, kadroyên serbixwe yên ku di pirsgirêkên bingehîn wek hev difikirin jibo sivik kirin û ji holê rakirina vê êşê bi şiûrek milî tev bigerin rêya wan vekirî ye.
Gelek caran li ser internetê,di çûyin û hatina Kurdistanê de,li nivîs û daxuyanîyên ku tên dayin mêzedikim cudatiyên me çi ne?
Ji alî bernameyê…
Ji alî fikrî
Ji alî perspektivê û xwestekên neteweyî tu cudatiyên me tunene….Wê demê sedem çi ye?
Miletê kurd ji destê siyaseta xelet û perçebûyina hêzên neteweyî pir kişandiye.Jibo sivikirin û lorandina êşa 100 salî divê partî û kesayetên serbixwe baş bifikirin. Zorê bidin xeleka lawaz û werin cem hev. Hevdîtina Serokkomarê Tirkyeyê T.Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jibo çi ye?…Dijminên kurd û Kurdistanê tevî hemû nakokî û dijîtiyên xwe pir zu tên cem hev, jibo çi em jibo guherandina vê rewşa kambax nayên cem hev. Êşek meya muşterek hebe divê helwestek me ya muşterek jî hebe. Welatek sedan sal di bin nirê dagirkeran de bijî…Siyasîyên wî welatî çawa karin rehet bin.Îsal jibo me saleke grîng e…Heger lidarbikeve, referandûma li başurê Kurdistanê ewê bandoreke mezin deyne ser pêşeroja her çar perşeyên Kurdistanê.Divê em bi her awayî piştgirîya meşa serxwebûnê ya li başûr welatê me bikin.
Jibo ku li Rojavayê Kurdistanê, dewleteke federe ya Kurdistanê bê ava kirin, jibo yekitîyeke netewî li wê derê ava bibe, bi rexnên avakar û siyaseteka yekgirtidivê em alîkarîya wan bikin.Em her daîm daxwaza îdareyeke yekgirtî ji wan bikin.Divê em jibîr nekin ziman,ax,nirxên netewi û azadîya me di destê neyaran de perişan bûye.…Her roj bi dehan xortênKurd şehîd dibin. Bixwe ez ji ber wê dîmena herdu dewletên dagirker liber xwe dikevim…Welatê me vê yekê heq nake..
Her yek ji me dikare xwedî hin hedefên siyasî be…Her yek jime piştgirîya partîyekê dike an jibo wê partîyê dixebite….Li Kurdistanê bi sedan kadroyên hêja hene..Bi dehan partî xebatên xwe yên siyasî didomînin.. Di mesela desthilatdarîya li ser axa xwe em çima nayên cem hev û vê “qedera”100an salanaguherînin.
Jibo sivik kirina êşa 100salên bihurî yekitî, biratî û li destkeftiyan xwedî derketin, erkeke me ya milî ye.
Partî îro hene sibê tunene…Lê Kurd û Kurdistanê her ewê hebe…Jibo sivikirina êşa 100 salanem mecbûrî van tiştan e…
Yekitî ,pêkve xebat, dîyalog...
Kurdên ku fikir û siyaseta wan wek hev bin dikarin bibin yek…
Yên fikir û siyasetên wan cuda bin, dikarin tifaqan pêk bînin…
Nakokîyên me yên siyasi çi dibin bila bibin, divê em dest ji dîyalog, danûstendin û hevkarîyê bernedin; divê Kurd bi Kurd re dijminatîyê neke.
Ev yeka dikare êşa sed salan sivik bike û dawî li dagirkerîyê û birînên wê bîne.28.04.2016
- Diyarbakır 8 °C
- Batman 9 °C
- Hakkari 1 °C
- Şırnak 6 °C
- Ağrı -5 °C
- Rûsya: Amerîka serbazan dişîne sînorê Venezuelayê
- Li Baxozê nêzîkî hezar sivîl hatin rizgarkirin
- Îdia ev e ku DAIŞiyê ku pişt komkujiya Parîsê ye hatiye kuştin
- Gorên cangoriyên Komkujiyên Pirsûs û Enqerê hatin kavilkirin
- Amerîka: 200 serbazên me li Sûriyê dimînin
- Li Efrînê teqîn
- Li Cerablûsê teqîn: 3 serbazên Tirk û 3 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin
- Li Rihayê îstîsmariya zarokan: 7 kes hat desteserkirin
- HDP û hin partiyên kurdî, protokol îmze kir
- Li Dêrazorê jî teqîn: Herî kêm 20 kes can dan!
- PDK-T: Em protokola M.E.Kardaşî ya digel HDPê îmze kiriye nas nakin
- Li Kobanê teqîn!
- DMMEyê serlêdana bo Eskîfê red kir
- Weqfa Mezopotamyayê 21ê Sibatê pîroz kir û mizgîniyek da: 'Rêbera Rastnivîsînê çap bû'
- HSD: Têkoşîna li dijî DAIŞê derbasî qonaxeke nû dibe
KurdîTürkçe
Gavek jibo sivikkirina êşa 100 salî

Sîrac Kirici
Bu yazı toplam 623 defa okunmuştur.
Nivîsên din yên nivîskar
- We "midaxele" kir em mudaxil in!10 Hezîran 2018 Yekşem 17:34
- Bila herkes wek xwe bimîne, lê divê em rêyekê bibînin08 Gulan 2018 Sêşem 23:59
- Oberhausen İbo27 Nîsan 2018 În 00:38
- Stockholm û keşfek08 Adar 2018 Pêncşem 13:34
- Kongreya PAKê di bin sîya xemgîniya êrîşên Efrînê de kom bû04 Sibat 2018 Yekşem 02:04
- Sala 2017an û xeyalên me28 Qanûn 2017 Pêncşem 14:03
- Barzani, Ebas, Pugedement û heft rengiya dewletên rojava11 Qanûn 2017 Duşem 13:44
- Dostaniya Amerikayê û sekna Mesud Barzanî û xeta Kosret Resul03 Mijdar 2017 În 15:23
- Kongreya PAKê birînên me bi hêvî, sebir û bawerîyê kewand26 Cotmeh 2017 Pêncşem 09:33
- Ji neheqiya tarixê re meydan xwendin10 Cotmeh 2017 Sêşem 22:35
- "Tirs li ber derî bû û cesaret derî vekir "27 Îlon 2017 Çarşem 12:54
GALERIYÊN NÛ
NÛÇE ANALÎZ & RAMAN
Nuredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
Deklarasyona Tifaqa Welatperwer û Demokrat
DEKLERASYONÊ WEÇÎNAYÎŞÊ 31ê AWDARA 2019î YÊ ÎTTÎFAQÊ WELATPERWER Û DEMOKRAT
Hefsar
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")
Bi kurtayî sîyaseta tifaqan
Wasiyeta Serokomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed
“Ey reqîb her maye qewmê kurdziman"
Amerîka ne li dû dewletek nuh e
Trump kurdan davêje ber guran
12345678910
Deqên jinên kurd ketin objektîfa Reutersê
Hamburg 16/9/17 Serxwebûna Kurdistanê
Stockholm 16/9/17 Serxwebûna Kurdistanê
KÖLN Festivala referanduma serxwebûna Kurdistanê
12345678
- Selîm AcarDesthildariya Şaredariyan
- Şeyhmus OzzengînGuftûgo Li Ser Kurdan, Mixabin Kurd Tune ne!
- Hüsamettin TuranPanoramaya Giştî ya Rewşa Siyaseta Kurdî
- Niyazî PîroQey Ez Kor im?
- Veysi AydinBanga Kerîm Xanê Zend bo Ermeniyan
- Seîd VerojMirdêsî kam î?
- Abit GürsesParadîgmaya Nû: Ziman û Nasname
- Sîrac KiriciWe "midaxele" kir em mudaxil in!
- Mahmûd KilincMixabin
- Receb DildarWêje û Siyaset
- Mela MihyedînDewlet Ava Bûnê Ji Tifaqê
- Sabahattin KorkmazPirsa Yekîtîya Netewî –III-
- Roza KurdNewroza 2018an
- Mihemed HeskoEfrînê Nekin Qelenê Îdyoloîjîka xwe!?
- Nezîr CiboGelo Çima Berhem û Nivîsên Kurdî Nayên Xwendin?
- Zînet DînçerPÎRA EDÛLÊ
- Nîmet Mumtaz AydinÇima Bakur bê deng e?
- Mustafa ÖzçelikÊdî ji biryara referandûma serxwebûnê veger tune ye
- Mûsa EmTu nikarî! Janteloven an jî farmana Jante
- Mahmûd LewendîNameyeke vekirî
- Ednan BedreddînEfsaneya "Korîdora Kurdî"
- Faris Medenî MarsîlLi Bakur û li Rojhilat qelsîya Kurdistanîbûnê
12345
Festivala referanduma serxwebûna Kurdistanê li KÖLN ê
Aras - Kurdistana Min
Hevpeyvîn li gel Kurdolog Michael Chyet
Destana Dewrêşê Evdî ji folklora gelêrî ya kurdî Xeleka 2yemîn
12345678
ANONS
Roja Îmza û Terraqnayîşî yê Enwer YilmazîRoja Îmza û Terraqnayîşî yê Enwer Yilmazî/ Ca: Eğitim Sen/Çewlîg /Tarîx 17.02.2019 / Saete: 15.00
Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Belgefîlm: Hukukçuluğumdan UtanıyorumKürt Avukatlar Şerafettin Kaya ve Rûşen Arslan'ın Hukuk Mücadelesi
SERSAXÎBavê Abdulmecit Hezerê Serokê PAKê yê Şaxa Hezoyê, Heci Abdurrahman Hezer çû ber dilovaniya Xwedê.
Şener Ozmen dê li Amedê li ser hûnera aktûel a kurdan biaxiveŞaxa Amedê yê Weqfa Ismaîl Beşîkçî (IBV) dê 5ê vê mehê (05.01.2019) li Amedê, paneleke bi navê “Gelo hûnereka kurdan (a aktûel) heye?” pêk bîne. Şener Ozmen dê di panelê de biaxive.