Mihemed Hesko

Mihemed Hesko

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ev Xopan Ji Wê Xapandinê ye?

A+A-

“Divê serî berya destan werin biçek kirin” Meksîm Gorkî

Erê, ji roja bin rojê de, em di şer û cengeke giran ya man û nemanê de ne, lewra divê û pêwîste ku em giringiyê bidin bi hêzkirin û dewlemenkirina hiş û serî, ji ber ku zanîn û nasîn take çarerêye ji bo xweparastin û rizgarbûn ji metirsiya nemanê, herwiha ji bo pêkanîn amancên rewa, ji ber ku hiş û hizir canên azadiyê ne, û ji roja bin rojê de, ji ber hevrikiyên xwînî û nakokiyên demdirêj jî di navbera gelan de peydabibûn, ew jî ji ber çavnebarî, çavtengî û hovberiyê bû, ji ber ku wek Nîtşê dibêje:``Her û her pirs pirsa hêzbûnê bû û ne pirsa mafbûnê bû``.

Û di vê pêvajoya xwînî û vê hevrikiya hovan e de, hemû cûrên çekan dihat bikaranîn û çeka herî bi bandor û xwedî rolek e bihêz, çeka rewişta xapandinê bû, ji ber ku (şer û ceng, xapandin e) wek tê gotin, û mixabin gelê herî baca vê çekê dayî gelê Kurd e, ji ber ku Kurd di qada şerê rûbirûyî de lehengên bê hempa bûn û tucarî di qadên şeran de qels û lawaz nebûn û bi mêrxwasî şerdikirin, li hemberî vê wêrekî û lehengî yê, neyar û dijminên Kurdan bi zêrekî çeka xapandinê bikaranîn e, di vê derbarê de Basîl Nîktîn dibêje:``Gelek zehmete ku kesatiya Kurdî bi hêzê û tundiyê were jêrbakirin``.

Pêvajo û dîroka xapandinê dûr û dirêj e, û mixabin her tê dubar û sêbarekirin çi xapandina bi armanca kuştina rêber û kesatiyan be, ji Ebo Muslim El-xuresanî yê ku dewleta Emewiyan li Şamê hilweşand û dewleta Ebasiyan di sala 750,z li Bexdayê damezrand de bigre û ta sedsala nozdehan û sedsala bîstan piroseya kuştina rêber û sembolên xebata gelê Kurd berdewam e, mînak (Simkoyê Şikak,Şêx Se,îdê Pîran,Dr.Qasimlo û Dr.Şerfgendî) û gelek kesatî û serkirdeyên din ku bi çek û rewişta xapandinê hatin e şehîdkirin, daku çavên gelê Kurd bitirsînin û Kurd bimîne bindest!

Lê kambaxtirîn û xeraptirîn cûrên xapandinê, xapandina hizrî û ya ramanî ye û ew jî bi darê zorê bi ser gelê Kurd e hatiye sepandin, û ev cûr bi xiraptirîn awayên dagîrkeriyê tê zanîn, ji ber ku gelek bi bandor e û bi xwe kiryara mejî şuştinê ye û dûrxistine ji çanda neteweyî û xizmetkirin û pîrozdîtina çanda neyar û dagîrkera ye û derencama vî cûrê xapandinê… xwexapandin e, ma gelo… em çendîn car bi simbolên wek(em misilmanin û birayên hevin) û bi simbola komonîstî (navneteweyî û mafê çarenivîsa gelan)hatin xapandin û niha jî bi simbola

(biratiya gelan) em tên e xapandin, ma gelo kengî emê dawyê bi vê piroseya xopanê, xapandin û xwexapandinê bînin?

``ketî bi xebatê radibe`` ev pend ji bav û bapîran ve ji me re ma ye, erê birano, erê xwîşkino… em gelekî ketîn e û bindestê sê neyarên hov û harin û gellek caran em ketin e divê ji ketinên xwe fêrbibin wek çawa pêşiyên me gotin e``: Her ketinek bi hobûnekê ye``.Tevî ku em xwedî dîrokeke kevnarin û xwedî çandeke rewşen û şaristanî ne, lê dîsan em dibin gefa neman û pişaftinê de ne, aşên neyaran hebûna me dihêrin.

Na ji hemû reng, cûr û awayên xapandinê, rizgarbûn ji xapandin û xwexapandinê rizgarbûna gel û welat e, bese ji hemû rengên xopanê re, belê çare tenê xebat e, xebateke bi wêrekî û bi jêrekî, ji ber ku jiyan hevrikiyeke bê dawî ye? Û hevrikiya herî erênî û dijwar, hevrikiya bi xwe re ye? Wek Zeredeşt dibêje:``Kesê ku nikaribe raserî yê xwe be, wê tucarî nikaribe raserî ya çi tiştê dî bike``.

Almanya, 04.09.2020

 

Önceki ve Sonraki Yazılar