Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Êşa me û yasayên wan

A+A-

Ji do de ye dixwazim çend rêzan jibo protestoya Helepçeyê binivsinim lê destê min nace ser klavyeyê…Muamela li hemberî wêneyên zarokan ji bira min nace.

Di 16 Adarê de bakûrî, başûrî, rojhilatî û rojavayî hemû kurd jibo şermezarkirina komkujiya Halepçeyê li Kölnê bûn.

Astengiya polîsan ya li hemberî wêneyên Halepçeyê dilê kurdên ku ji her çar perçeyên Kurdistanê beşdarî xwepêşandanê bubun êşand. Hin di destpêka protestoya komkujiya Helepçeyê polisek berbi cihê ku em lî lê kombubûn hat “ji sedema parastina mafên zarokan hun nikarin wêneyên zarokên di komkujiya Helepçeyê de hatine qetilkirin nişan bidin“

29 sal ji ser komkujiya Halepçeyê derbas bubun..Ev suretan ji hole rabin emê derdê xwe û zilma dagirkeran ji raya giştiya almanan û nivşê nû re çawa bidin fêmkirin..

Herkes ji sedema wateya wê rojê xemgîn bû. Topkirina suretên zarokên hin bêtir wan xemgintir kir.

Polîs yek bi yek li wêneyan mêzedikir...Wêneyên zarokên di hembêza dayika xwe de jardadayî buyine berhev kirin…

Pankartek dirêj ji ali hêzên Kurdistanî hatibû hazirkirin. Pankart bi diruşme û suretên Helepçeyê hatibû xemilandin. Cihê ku suretê zarokên Helepçeyê sembolize dike bi suretên din hate veşartin. Li Ewrupayê kes wek kurda demokrat û riayetî yasayên welatên ku lê dijin nakin. Lê ev riayeta yekcarna êş e..Gotinan diqedine.

Bihar hatibû Kölnê, biharek ku dişibiya bihara roja komkujiya Helepçeyê…Şuna „bihna sêvan“ dengê bandoyên almanan dihat. Jibo wan rojek xweş, kêf û şahî ,jibo me ji rojeka xemgin bû.

Köln bajarek pir xweş e. Biryara qedexekirnê wêneyan nehatiba girtin polîsên Kolnê mazuvaniyekî baş nişanî me dan. Wexta mijar were ser yasayan rewş tê guhertin.

“yasa”yên wan û êşa me. Ki xwedî heq e…?

Bêguman yên nexwedî dewlet bin wateya „yasa“yan û hiquqê ji nizanin. Yên xwedî dewlet bin li gor yasayên xwe tevdigerin. Tetbiqa wê ji li gor demê ye.Bi xwe min vê biryarê bi dijitiya wan û tirkan ve girêda.

Xwepêşandana me li kêleka dêra Domê bû. Di bin şahidiya dêra Domê de suretên zarokên Halpçeyê hatibû qedexekirin…

Ew dêra navdar, mala „yezdanên dilovan“ şahidî dimenên wêneyên qedexekiri bû. Ez bi kek Fadil, kek Beko, kek Ziwer û mamoste Cemil re sohbeta li ser rewşa başûr û partiyên bakurê Kurdistanê dikin…Kek Sultan ,kek Fetah dicin û tên ew ji tevi sohbeta me dibin. Bi sedan., kes berbi dêra Domê dicin û tên. Dengê Ey Raqip bala wan dikşine. Cil û bergên kurdî bala wan dikşine. Hin kes ji wan li suretan mêze dikin. Lê dinyayek wan î din heye…Dikenin,henekan dikin. Haya wan ji polîsên wan û wêneyên qedexekirî tuneye. Hebe ji ew ê çi were guhertin. Ewê disa riayetî yasa yên xwe bikin. Lewra ew xwedî dewlet û azadiyê ne.

Azadî çi xweş e!

Berî xwepêşandana me destpêbike taximek bandoyê ji vir derbas bû…Kêf û şahiya wan, dengê muzik ,ken û henekên wan dibe sedem ku mirov xeyalek ji wê xeyala hesretiya bi dehan sal in di dilê me de ma ye gelo emê kinga li kêleka beden Amedê û kelaya Hewlêrê vê kêf û şahiyê bijîn.

Emrê siyasetmedaran di tarixa miletan de wek dilopek e…

Wexta siyasetmedar li hemberî rudanên welatê xwe berpirsyariya xwe bi cih bine ew dilopa dibe lehî, di dil û tarix miletê xwe de dijî…

Halepçe birinek e.

Halepçe êşeka çar perçeyên Kurdistanê ye.

Ev birina bi dewleta Federel hat derman kirin. Heger siyasetmedarên me ji gelşên navxweyî bi dur kevin û berê xwe bidin dewlet buyinê ewê ew birina rehet be. 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar