Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurdistan; qada şer û dîroka qetlîaman

A+A-

 

Di dîroka têkoşîna neteweya Kurd da adar, mehek bi êş e, li dijî gelê Kurd gellek bûyer, êriş û komkujî di meha adarê da hatin kirin.

Yek ji vana qirkirina Helebeçeyê ye, di 16î adara sala 1988an da firokeyên rejîmê Baas bombe barandibûn li ser Helebçeyê, bombeyên kîmyewî.....

Di encama bombebarana kîmyewî da 5 hezar kesên sivîl, ku pirranî zarok, jin û kesên navsal bûn hatin qetil kirin.

Helebçe di dîroka neteweya Kurd da rûpelek reş e, ti caran dê neyê jibîr kirin.

Di dîroka neteweya Kurd da gellek qetlîam, êş û koçberî hene, bo mînak êrişên li Koçgirî, serkûtkirinên dema serhiladana Sêx Seîd, Sason, Agirê, Geliyê Zîlan û komkujîyên wekî Roboskê û qirkirina gelê Êzidî li Şingalê...

Hêj bi hezaran keçên Êzidî di destê DAEŞa hov dane.

Hemû jî rûpelên reş in, di dîroka neteweya Kurd da, lê jenosîda Helebçe cîhekî xweyê taybetî heye, di demek gellekî kurt da bi bombeyên kîmyewî şêniyê navçeyê bi tevahî hatibûn qetil kirin.

Rejîmê Baas di wan rojan da bombeyên kimyewî avêtin hinek navçeyên rojhelatê Kurdistanê jî, bi sedan kuştî û birîndar hebûn.

Bi hezaran sal in, ku Kurdistan qada şer e, di bin zor û zilma dewletên dagirker da ye, mexdûrî bi dehan qetlîam û komkujîyan e.

Dîroka neteweya Kurd û Kurdistanê herweha dîroka qetlîaman e.

Weha dixuye, ku neteweya Kurd, li Rojhelata Navîn piştê gelê Cûhî mexdûrê qetlîam û komkujîyan herê zêde ye.

Îro, taybetî li bakur û başûrê Kurdistanê bi sedan gorên komî hene, hêj nehatine vekirin.

Bi hezaran law û keçên vî gelê bê serûşûn in.

Di rastiyê da ew tabloya bê dewletiyê ye, eger neteweya Kurd xwedî dewlet bûya, mexdûrê qetlîam û komkujîyan ewqas mezin nedihat.

Divê hemû qetlîam û komkujî jibîra me neçin, bona ku neteweya Kurd carek din mexdûrê wahşetek weha neyê, divê hişmendîya neteweyî û mirovî her zindî be.

Li Bakurê Kurdistanê di hundirê du salên dawî da..

Di hundirê du salên dawî da dewleta Tirk bi dehan navçeyên bakurê Kıurdistanê wêran kir, bajar dan ber topan, bi çekên giran êriş kir.

Xirbe û kewaşeyê xanî û avahîyên wêrankirî wekî simbola hovitîyê hêj disekinin, rayedarên hikûmet Tirk wekî qet tiştek nebûbe, digerin û xem jî naxwin.

Taybetî wezîrê hundir li ber mîkrofonan diqire û wekî ew ne bes be gefan dixwe.

Hinek saziyên wekî Komeleya Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan û saziyên navneteweyî li herêmê gerîyan û rapor amede kirin, lê hikûmetê xwe lênekir xwedî, çavên xwe li hemû raporan ra girt.

Vê dawîyê nûnerê Neteweyên Yekgirtî (NY) Zeyd Bin Reid El Hisên li herêmê gerîya û raportek amede kir.

Bi ya raporta El Hisên li bakurê Kurdistanê 30 navçe û bajêr ketin ber vê hovitîyê û hatin wêran kirin.

Ji van navçe û bajaran nêzikî 500 hezar kes koçber bû, pirranîya vana ji herêmê dûr ketin

Di encama şer û pevçûnan da 2 hezar kesî jîyana xwe ji dest daye, 800 jê hêzên ewlehîya Tirk, hezar 200 sed jî niştecîhên van bajar û navçeyan, hemû jî kesên sivîl.

Bi bawerîya min ev jimarek global e, tablo ji vê tarîtir e, ango çiqasî nêzikî rastiyê ye paşê dê aşkere bibe. 

Ti kes bi zor ûzilmê bi serneketiye, abad nebûye....

Wekî min li jorî jî gotî ev tablo, tabloya bêdewletîyê ye, eger neteweya Kurd xwedî dewlet bûya mexdûrê qetlîam û komkujîyan nedihat, herweha bona hesap pirsînê jî dewlet divê...

Divê ev wahşet ti caran ji bîra me dernekeve.

BILA NEWROZ PÎROZ BE.

18.03.2017/ Semsûr

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin