Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Enfal çiye û çawa destpêkirî ye?

A+A-

Bûbê Eser

Enfal; weke ayeteke Quranê ye. Misilmanên ku wê pêk neyne wê Xwedê wan bişîne cehenemê/dojehê.

Sadam Hisêyn jî xwest bi vê, xwe weke Xwedê destnîşan bike, kurdan û bi teybetê Barzaniyan bişîne dojehê û wan bişewitîne.

Enfal, êş e, jan e, hêsirê çavên dayikan e. Xwîna zarok û dayikên ku dixwestin serî li hember leşkerên Saddam rakin da ku mirovên wan nebin e.

Enfalê hesreta qîzên destgirtî di qirika wan de hişt. Enfalê dayik him kir bav him jî kir dayik. Enfal tofaneke nedîtî bû ku Seddam anî bû serê kurdan.

Loma jî divê kurd vê baş fêr bibin û bidin zanîn ku enfal ne tenê kesên hatine birin û binerdkirin e.

Ya girîng ew e ku piştî birina zilaman, kes û xizmên wan çawa jiyanin, zarokên xwe çawa mezin kirinin û çawa wan jinan serî li ber Saddam û leşkerên wî dananî ne.

Enfal, plan û pêkanîna Sadamê hov ji bo tunekirina hêza netewî û ji holêrakirina nijada kurd û bi taybetî ya Barzaniyan bû.

Beşek ji vê plan û pêkanînê li devera Barzan hate kirin. Ji ber ku Barzan cihê serîhildan û xwe parastina gel ya kurdan bû.

Loma Saddam xwest ji vir de destpê bike. Bi rêya Enfalê kurdên bê parastin hatin qetilkirin. Bûyer, Jenosîdek eşkere ye.

Êş û jana Enfalê îro jî zindî ye, îro jî didome. Dayikên kurd îro jî xwîn digirîn.

Li gor min; Enfal beşek ango perçeyek ji Jenosîdê ye. Çima?

Ji ber ku Jenosîd qirkirina gelekî, wêrankirina miletekî ye. Lê Enfal çiye? Ew jî tunekirina Gelê Kurd, rakirina ango kuştin û binaxkirina wî bi xwe û teybetî ya Barzaniyan bû.

Li seranserê başûrê Kurdistanê 182.000 kurd hatine enfalkirin. Ma ev ne jenosîde lê çiye?

Enfal jenosîdeke plankirî bû. Lewra ev li gor planên Seddam pêk hat.

Ji ber ku Barzan, cihê serîhildan û berxwedana kurdan bû. Loma Saddam dixwest wan derana xerab bike û kesên li wir bide koçkirin, bikuje û wenda bike.

Loma jî her tevgereke Seddam bi plan dihate kirin ku kurdan û bi taybetî Barzaniyan tune bike.

Ji ber ku yekem car Seddam hemû Barzaniyên destnîşan dikir û dûre ew digirtin û dibirin cihên teybet ku ji bona wan hatibûn çêkirin. Piştre jî hemû enfal kirin. Ango bi saxî li cihên ne diyar binerd kirin.

Enfalê care yekem di 31.07.1983an li devra Barzan destpê kir. Di wê demê de û li devera Barzan 8000 zilamên Barzaniyan ji 11-12 salê û her wekî din hemî ji teref leşkerên ’’Seddam de hatin enfal kirin.

Ji wan 8000 kesan, kesek li mal venegeriyan û hemû jî li cihên ne diyar bi saxî hatin binerdkirin. Her weha bi vî rengî li kurdistanê Enfalê berdewam kir.

Di sala 1986an û dema ku Elî Hisin Mecîd (Elî Kîmyawî) bû berpirsê nivîsîngeha bakur ya rijêma Beasiyan êdî buyer li dû bûyerê hat.

Loma jî bi vê yekê ew bû xwediyê xwe û desthilatiyeke mezin. Êdî bi dest an jî li gor biryarên Elî Kîmyawî bûyera enfalê weha dom kir:

Enfala duem: Di 18.02.1988ê li Dulacafayetî li qeza û nahiyên derdorê wê wek; Dukan, Qelaçulan, Serçinar û Surdaş.

Enfala sêyê: Di 22.03.1988ê li Navçaya; Qeredax–Baziyan–Derbendîxan–Li parêzgeha Silêmanî.

Enfala Çarê: Di 07.04.1988ê li Çemçemal–Sengaw Kifirî–Kelar–Qadirkerem... hwd.

Enfala Pêncê: Di 14.04.1988ê mezintirîn enfala Kurdistanê ye. Ji ber ku di wê rojê de mezintirîn û zortirîn enfal hatiye kirin. Yanî rojek weke vê rojê.

Enfala Şeşê: Di 03.05.1988ê li Axceler–Çemî rêzan–Naw şiwan–Deşta kûyî–Teq teq... hwe.

Her weha dest pêkirina enfala ya çarê li parêzgeha Kerkukê wek; Qela sêwke–Şiwan–Şêx bizinî–Saleyî–û çekên kîmyawî li gundê guptepe hatin bi karanîn.

Enfala (7 -8) Di 15.05.1988ê li Dula, Çiyayê Şeqlawa, Rewandûz, Balîsan û hwd.

Enfala Nehê: Di 25.08.1988ê li Bahdînan û kîmyabaran kirina bêtirîn deverên kurdan.

Her weha Saddamê devbixwîn berdewamiya Enfalê xwest li Helebçeyê biqedînî loma wir bi gazên jahrê di roja 16.03.1988an de bombebaran kir. Bi vê yekê xwest gelê Kurd qir bike. Lê ew bi xwe di xwîna şehîdan û Enfalê hate fetisandin.

Ew êşa malbatên enfalkirî ev 33 salin hê jî berdewam e. Lê ya herî girîng ew e ku dive çi hukumeta kurdistanê û çi jî kes, partî û rêxistinên demokratîk yên kurdan ji bona ev weke jenosîd bê qebûlkirin divê xebatên pir alî û bê westan bikin. Ev jî berpirsiyarî û erkê me hemû kurdan e…

Önceki ve Sonraki Yazılar