Mihemed Hesko

Mihemed Hesko

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Efrîn Tawana Serdemê ye

A+A-

Mihemed Hesko (birasoz)

``Eger te xizmet welatê xwe nekir, bikêmî xiniziyê lê neke``!?

                                                                               Barzaniyê Nemir

Digel derbasbûna sê salan bi ser dagîrkirina Herêma Efrînê re,ji aliyê dewleta tirkiyê û hevpeyman û hevalbendên wê ve, ku ji gropên îslamiyên radikalên dijberên Sûriyê pêktê,ji wê rojê de û ta niha, herêmê hemû reng û riftarên hovane û yên dûrî ji hemû rewişt û prensîbên mirovî bi xwe ve dîtiye û hîn jî dibîne,ji kuştin,revandin, êşkencekirin, her wiha hemû curên karên terorîstî ji talankirin, dizîkirin, standina xukî û spandina bacê bi ser rûniştvanên kurd de berdewame û hwd.

Sê salin qîrîn, nalîna û hawara gelê me ye ku ji dest xwînrijan, xwînmijnan û hovên du lingî dinale, dagîrkerên nandoz û xwefiroş tawanên xwe bi kîneke reş û dirindeyî, her wiha bi dilkoriyeke bê hempa û li pêş çavên civaka mirovî û ya navdewletî encamdidin û tawana herî mezin jî, tawana guhertina demugrafîye, wate guhertina nasnameya kurdî ya herêmê ye,her wiha dabirrîn û hilkirina reh û tamarên kurdbûna Herêma Efrînê ye!

Rizgarkirina bi rêkeftin, pîvera rastîneya her kesî an rêxistinekê helwest û riftara dirust û bidestveanîna destkeftiyane, mixabin destkeftiya Partiya Yekîtîya Demukrat PYD`ê li Roavayê Kurdistanê radestkirin bû, wek tê zanîn bi birayer û rêkeftinek di navbera rejîma Sûriyê û PYD`ê hate şanenavkirin ew jî radestkirina Roavayê Kurdistanê bo PYD`ê bû, û awayê serdestbûna PYD`ê li hemû herêmên kurdî bi giştî û li Herêma Efrînê bi taybetî wê yekê piştrast dike, tevî ku şanoyeke aşkere û gelek zelal bû, lê mixabin piraniya gel kete bin bandora propagendeya``Şoreşa Rojava``û bawerkirin ku ``şoreşe ne rûreşe`` ku dema rêxistineke kurd bibe şûnkarê rejîmeke stemkar û şofînizim, ku ta niha dan bi hebûna gelê kurd li Sûriyê nekiriye bê guman rûreşîye!

Ji berxwedana serdemê bo tawana serdemê, hemû gelên blindest da ku bigihêjn azadiya xwe û serxwebûna welatê xwe, berê xwe didin karê rêxistinî û wek alaveke bingehîn ji bo serxistina armancên xwe pêktîne û da ku bi bername û bi pilandarêjî û bi hevrayî karîn û şiyanên xwe bînin ser hev û bibe hêzek û dest bi xebata xwe ya bo rizgarkirina welat bike, her wiha li her dewletekî an civakeke serbixwe rewşenbîr û ronakbîrên wê bi armanca pêşvebrina civakê û pêkanîna guhertinan û serîhildan li hember ne dadperwerîya civakî û ne yeksaneya siyasî dest bi karên rêxistînî dikin da ku şoreşên xwe bi ser kevin. Mixabin tenê li roavayê welatê min rêxistinên ku bi armanca rizgarîkirin û bidestveanîna mafên neteweyî dibin rêgir û kelem li pêş pêvajoya rizgarbûna gel û welat, mixabin bi ser barê stemkariya bindestîyê de hin rêxistin bûne serbar û rêgire, û va ye tawana Efrînê nimûneya herî li berçave.

Ji roja serdestbûna PYD`ê li Roavayê Kurdistanê bi giştî û li Herêma Efrînê bi taybetî, vê yekê kir ku tirk çavên xwe berdin herêmê û dîtin ku ev e baştirîn derfete bo dagîrkirina herêmê bi bihaneya Ewlkariha Neteweyî, li aliyê din ji prensîbên niştimanî û neteweyî ye ku her rêxistineke kurdî berjewendiyên neteweyî di ser berjewendiyên xwe re bigre, û eger wiha neke wê gelek pirs bikevin holê, ka gelo biryader û karbidestên Herêma Efrînê li ser çi bingehê biryara berxwedanê li hember Tirkiyê derkirin û ya balkêş û li berçavan hevberkirina hêza leşkeriya PYD`ê digel hêza leşkeriya Tirkiriyê ya ku duyem hêza leşkeriya Hevpeymana Nato ye pêwîstî bi zanayan û pisporên stratîjîk nîne ku herdu hêz nayên berhevkirin, tevî ku wek roya li ezmên aşkere bû, dîsan biraya berxwedanê wate biryara xwekuştinê hate standin! Û ev yek pêngava yekem bû bo bihanedana dagîrkirinê û paşê pêkanîna guhertina demugrafî?

Ma gelo çima çarenivîsa gel û pêşeroja Herêma Efrînê ewqas li ba karbidest û biryarderên herêmê negirîng bû? Gelo çima bervajî hemû rewşên şer û çengan li şûna ku rûniştvanên bajarê Efrînê bişandina gundên herêmê, gundên herêmê ji rûniştvanan bi darê zorê hatin valakirin û berên wan dan bajêr û ji wir jî berê wan dan panegha ``leşkergeha binçavkirinê``Şehbayê?Ma gelo ev yek ne pêngava duyem bû bo valakirina herêmê ji kurdan da ku pilana guhertina demugrafî were pêkanîn!?

Derfet û sûdwergirtinî, bi sî û saya şoreşa gelê Sûriyayê PYD`ê bo xwedî desthilat û rênimayên hevalbendên xwe bi cih dikir,ew jî bi dûrxistina kurdan ji çalakî û beşdarîkirin di xwepêşandanên dijî rejîma Be.isa dîktator de û spandina dîfaktoyê bi ser civaka Herêma Efrînî û hemû deverên Roavayê Kurdistanê de û ji ber sepandina biryara Leşkerkêşiya Neçar gelek malbat ji herêmê derketin, mixabin geşbîniya kurdan bo reşbîn, mixabin piştî sedsalek ji stemkarî û bê parîbûn ji hemû mafên neteweyî, bi serhildana gelê Sûriyê re, gelek kulîlkên hêviyên bi destveanîna mafan di dilê kurdan de vebûn, lê mixabin bi dirêjhiya dîrokê em di ji destdana derfetan de gelekî serkefeftîne, li şûna ku kurdan hin mafên xwe dabîn bikirina, bingeh û hebûn kurd li hersê herêman Efrîn, Girê Spî û Serê Kanîyê ketin metirsiyê û dibin gefa nemanê de ne.

Erê mixabin tenê li welatê min dîrok bi şikestîxwarin di nepêkanîna destkeftan de xwe dubare dike, di bê hêvîkirin û nizimkirina morala gel de xwe dubare dike, di lîstikên neyaran de û xapandina kurd bi destê kurdan xwe dubare dike, dema ku rêzan û siyasetmedar me rêxweşkerbin û zemînxweşkerbin bo dagîrkirina beşekî ji axa Kurdistanê wê demê xwefiroşî û xinizîye, her wiha dar û destikin, ne leheng û nûnerên gel û welatin û nebin bernaê gel wek çawa pêşiên me gotine``Eger tu berxê dijmin bî, tu nabê bernaê gelê xwe``? wek çawa PYD`ê bihaneder û rêxweşkerîkir ji dagîrkirinê re, mixabin Encûmena Kurdîya Sûriyê ENKS jî rewatî û belgeyên dagîrkirinê dan dest Tirkiyê di Proseya Şiqnê Zêtûnê de, mixabin ev e jî bawernameyeke ku hîn me ti wane ji dîroka xwe wernegirtine, ji ber vê yekê tirsa min ji wê tiresêye ku, eger rewş bi vî rengî berdewam bike wê tawanên wek tawana Efrînê dubare û sêbare bibe, lê bila herkes bizanibe ku, kesên bi bayê berjewendiyên neyarên serdest re hat, wê bi barana berjewendiyên neyarên serdet re jî here!?

Almaya, 20.04.2021

Önceki ve Sonraki Yazılar