
Heyeta PWKyê li Parîsê beşdarê seremonîya bibîranîna Dr. Abdulrahman Qasimlo bû.
.
Roja Yekşemê 12.07.2026 saet 10:00 seremonîya bîranîna Dr. Abdurahman Qasimlo, li goristana Père Lachaise-Parîs pêk hat. Heyeta PWKyê ku ji Nûner û endamên PWK Fransa pêkhatibû, beşdarê vê seremonîya bibîranînê bûn.
Endamê PDK-Î Hassan Şerîfî axaftinekî di derbarê şehadeta Dr. Abdurahman Qasimlo axifî. Hassan Şerîfî got; Şehîd Dr. A. Qasimlo 37 sal pêşniha, li Viyana di 13ê Tîrmeha 1989 de, di dema li ser mêza gotûbêjên aşitîyê bû hate şehîd kirinê.
Hasan Şerîfî di berdewamîya axaftina xwe de, Mixabin piştî sê salan, rêberek din sadeq Şerefkendî ku şûna Dr. Qasimlo girt, jî di 17ê Îlona 1992’an de li Berlîn a Almanya, di restorana Yewnanî ya Mykonos de, bi du endamên Komîteya Navendî ya PDK-Î, Fattah Abdoli û Homayoun Ardalan re, ku bi destê çekdaran ên maskekirî hatin kuştinê.
Bîra wan hîn jî di dil û hişê Kurdan de dijî û têkoşîna wana ya ji bo maf û azadiyê berdewam e. Kuştina wan ji bo me şokek mezin bû, lê rê û fikirên wan hîn jî jiyanê didin gelê Kurd.
Em bi rêz û hurmet hemû şehîdên doza azadî û serxwebûna Kurdistanê bi rêz û giramîyeke mezin bibîr tînin.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK- Fransa




NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin