Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin

A+A-

Gengeşiyên li ser mijara rapirsînê him di qada navneteweyî da û him jî li welêt, di astek gellekî bilind da germtir dibe, ev, li hêlekê kelecanîya gel bilind dike, di hêla din da sedemên rapirsînê bi rayagiştî baş dide fam kirin.

Bexdadê tedbîrên ne yasayî li dijî başûrê Kurdistanê stendin, birîna bûtçeya herêmê ku ev yekser birîna qûtê gel bû, herweha di rojên ku li dijî DEİŞê şerekî dijwar têt dayîn, teqemenîya (cepxane) Pêşmerge hat asteng kirin.

Tedbîrên ne yasayî li hêlekê sepana fetisandina rêveberiya Başûr e di nav pirsgirêkên wê da û herweha, nêşeta bêbawerîya Berxdadê ye, li hêla din ev sûc e, binpêkirina makezagonê ye.    

 

Dewletên cîran ku di heman demê da erdnîgarîya Kurdistanê di navbera wana da hatiye parvekirin, ango îro dagirkerên Kurdistanê ne û taybetî dewletên ku têkilî herêma Rojhilata Navîn bûne, ji ber şerê li dijî rêxistinên terorîst taybetî DEİŞ, el Qaîde û turewên wana, ketine nav gengeşiyê û li bermberê Rapirsînê helwesta xwe eşkere dikin.

Hêzên Hevpeyman, bi serpereştîya Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) 64 dewletan Koalîsyonek pêk anîne, peywirdarê DYA bona şerê li dijî DAİŞê Brett Mcgurk gavek din pêşda avêt, yekser li ser navê Hêzên Hevpeymanan axifî û daxwaza paşvexistina rapirsinî kir.

Hêzên Hevpeyman daxwaza bipaşvexistina rapirsînê dikin, lê rojek guncaw nabêjin, xwe nakin bin berpirsyariyê, ji ber ku ew bi xwe jî nizanin li Herêmê dê çi biqewime.

Weha dixuye ku di daxwaz û pêşnîyazîya Hevpeymanan da berdilek baş nebû, ji ber ve daxwaza paşvexistna rapirsînê bersivek erênî nedît.

Em dizanin, her dewlet di bergeha berjewendiyên xwe da tevdigere, lê bona aramîya herêmê ev ne bes e, divê hesabê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bêt kirin, berevajî starejîya Hevpeymanan bi ser nakeve.

Gelê Kurdistanê heta û heta weha napê, pesna Pêşmerge serbilindîyek e, lê nabe bi vê pêşîya rapirsînê bêt girtin.

Wekî hemû gelan mafê gelê Kurdistanê jî heye, ku di nav aramî û geşdarîyek civakî da bijî, pirsgirêkên xwe yên civakî û aborî, bi çavkanî û dewlemendiyê welatê xwe çareser bike.

Iraq dewletek têkçûyî ye û şerekî tayifî herêm wêran kirîye, paşeroj nedîyar e, mafê kesî tine ye ku gelê Kurdistanê neçar bike daku ji Iraqê veneqete û rûbirûyê pirsgirêkan bêt û di nav wêraniyek tarî da bijî.

Helwesta beramberê rapirsînê.

Mirov dikane dewletên ku helwesta xwe eşkere dikin bike sê paran: Yek jê dijberên rapirsînê ne heta di pirranîya peyamên xwe da gefê dixwin, ger rast be Tirkîyê dest bi "manewraya" eskerî kirîye, li dewrûberên deriyê Xelîl Brahîm.

Di vê barê da sê dewlet derdikevin pêş, Tirkîye, Komara Îslamîya Îran û Iraq, ji Suriyeyê dengekî pirr nizm derdikeve ji ber ku ew ketiye qêda xwe.

Jixwe Iraq û Suriyê dewletên çêkirî ne.

Wekî min berê jî gotubû, taybetî dewletên dagirker helwesta xwe ya dijberiyê eşkere dikin, Îran gefa girtina deriyên di navbera xwe û başûrê Kurdistanê da dike, herweha Tirkîyê gavek din pêşda avêt asta gefên xwe tûndtir kir, hinek yekiniyên eskerî livand û bi ya nûçeyan li dewrûberên deriyê Xelîl Brahîm heşidant.

Ev ne aqlekî baş e, ti caran naye jibîr kirin.

Para dudîyan, ewên ku daxwaza paşvexistina rapirsînê dikin, taybetî Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) û dewletên Hevpeyman, Federasyona Rusyayê û hinek dewletên din ku ne di nav Hêzên Hevpeymanan da ne.

Hêj ku gotin li ser hêzên Hevpeyman e, di nava wana da hinek dewlet hene ku berê helwestek din girtibûn, bo mînak Fransa û Komara Çek, herçiqas Brett Mcgurk li ser navê Hevpeymanan diaxive jî me divê em helwesta wana bi vikirî zanibin, ji ber ku dema serok Françios Hollande hêvîyek geş rûda bû ku Fransa dê Kurdistana Serbixwe binase.

Herweha ji Komara Çek jî hêvîyek weha rûda bû.

Para sisêyan, dewletên ku helwestek dostane nişan didin û bi peyamên xwe eşkere destekê didin rapirsînê, tenê dewleta Îsraîl helwesta desteka rapirsînê di asta serokwezîr da eşkere gotiye.

Serokwezîr Binyamîn Netanyahu him li Îsraîlê û him jî li ser pirsekê li Arajantînê piştevanîya rapirsînê kir.

Berê jî hinek rewşenbîr, siyasetvan û wezîran helwesta xwe ya piştgiriyê eşkere gotubûn.

Ev piştevanîya Îsraîlê bû sedem ku em navê "Îsraîla Duyem" bêhtir bibîzin, berê jî hinek kesan taybetî li Tirkîyê û Îranê, heta li Iraqê dijberên Kurd û Kurdistanê, Kurdistana Serbixwe bi vî navî pênase dikirin/dikin.

Pirr mixabin emê hinek Kurdan, heta rêberê partîyekê jî ji ber vê helwest û siyaseta bêyom jibîr nekin.

Têgihana "Îsraîla Duyem".

Navlêkirina "Îsraîla Duyem" gellek balkêş e, berî her tiştî ev bi mebesta têgihanek (Îdraq, bi tirkî dibêjin algı) xerab têt kirin.

Têt xwestin ku ev têgihana xerab di nav rayagiştî da belav bibe û taybetî Kurd ji palpişitîya rapirsînê dûr bikevin, heta li dij derkevin.

Heçkû, têt ji bîr kirin ku li Rojhelata Navîn her kî bixwaze îmaja dewletek din xera bike, bê guman ez behsa dewletên misliman dikim, bi "Îsraîla Duyem" nav dikin, bo mînak gellek caran taybetî dema ku peywendiyên Îran û Tirkîyê xerab bûne Tirkîye bona Îranê "Îsraîla Duyem" bûye, dîsa rêvebera Suriyê gellek caran Tirkîyê bi "Îsraîla Duyem" bi nav kirîye.

Ango navlêkirina "Îsraîla Duyem" bona Kurdistana Serbixwe manîplasyonek mebest xerab e, berevacî divê Kurdistana Serbixwe bi her hêla va dewlet Îsraîlê ji xwe ra mînak bigre.

Dewletên ku Kurdistana serbixwe bi "Îsraîla Duyem" nav dikin, ewil bila vegerin li xwe binirin, divê em Kurd bi aqlekî rasyonel tevbigerin.

Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti caran jibîr nekin, herweha dijminiyê jî.

Bê guman, em dostê dostê xwe ne.

18.09.2017/Semsûr

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin