Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Astengên Navdewletî Yên Li Pêşberî Kurd û Kurdistan!

A+A-

Rojên bi hejmar li pêşî me man. Netewa Kurd û Kurdistan bi coşek mezin û bi îradeyekî xurd, netewî xwedî li pêngava referandûm û serxwebûna Kurdistan a 25.09.2017 an derdikeve.

Li dîyaspora Kurd:

 Ji Elmanya despê kir, İswîçre, Danimarka, Holanda, Norweç, Awusturya, Rusya, Gurcîstan, heta Amerîka, Awusturalya û Libnan bi rojane li serlingan û diqîrin; "em dewlet dixwazin, bijî serxwebûna Kurdistan"(!)

Dengên xwe, awaza xwe gîhandin heftperçê yeqîneyên cîhanê û netewan, dewletan. Daxwazên xwe, zor û zilma dîrokî ya ser ser miletê Kurd û Kurdistan anîn ziman, beyanat dan, name nivîsîn û ji serok û siyasetmedarên çarhawêr cîhanê re şandin. Em dikarin bêjin di dîroka berxwedana doza Kurd û Kurdistan de, ti caran li derveyê welat û li dîyaspora Kurd, kar û barên dîplomasî ewqes bi hêz û bi pêl nehatîne meşandin. Dîsa em dikarin bêjin ku Kurd bi hestekî netewî, Kurdistanî, bi helwestek yekalî doza serxwebûnê, doza Kurdistan li dîyaspora Kurd, ticarî ewqes zînde derneketîye qada dozxwestinê.

Li Çarperçên Kurdistan û bi giranî li Başûrê Kurdistan jî ev doz, enerjîyek netewî û xurt derxist holê ku; Kurd êdî naxwazin di bin stemkarîya dewletan de bijîn. Dixwazin ders ji karesatên dewletên sitemkar bên girtin û xwe bi xwe îdare bikin, bibin xwedîyê axa xwe, bibin xwedîyê çarenûsa xwe. Serxwebûna xwe bidestxin û bi serbilindî xwe ji êrîşan, xwe ji asîmîlasyonê û bandora neyênî biparêzin. Tînin ziman ku "ji serxwebûnê şunde ti rê li ber me nemaye, yek çare heye ku pirsgirêkên me çareser bike. Ew jî serxwebûna Kurdistan e"(!)

Siyaseta cîhanê ya pragmatîst û statuparêz, ji raya xwe danakeve û ev 100 sale li gor peyman û konferans û lihevhatinên navnetewî, ku hinek kirin kole û hinek jî kirin dewlet; vê bêadilîyetê diparêzin. Kanun û yasayên navdewletî ku wan bi xwe pejirandine, binpê dikin û helwestek ne yasayî, ne mirovî nîşan didin. Ew bi xwe yasayên navnetewî binpê dikin. Ew yasayên navnetewî ku wek zirhên pola herkesî diparêzin û ji wan re nimûne ne, dema ku sira tê Kurd û Kurdistan, hertişt têt jibîrkirin û ew ruwê reş, ew Ruwê berjewendîperest, ew rûwê ji hestên mirovatî dûr û statukoperestî derdikeve ber me.

Ka yasa û qanûnên wan?

Ka ew yasayên qaşo li ser berjewendîyên mirovî hatine avakirin?

Ka ew sozên wan, ka ew nirxên demokratîk ku di devên wan de ji çepan, heta demokratên wan, wek benîşt di devê xwe de dicûtin?

Xwedîyê biryarê netewa Kurd û Kurdistan e! Ne ewin.

USA û Îngîltere, du dewletên hevpar û pragmatîstin. Heta ku kevir ji cîhê xwe neheje, gotina dawî nabêjin. Îhtîmalên ku bi hejandina kevir re derkevin ber wan, ji haqanîyet û adilîya dozdaran bibaltire ji wan re. Ji ber wê jî di destpêkê de dixwazin ku dozdar devji doza xwe berdin. Lê ku pêlên hejandinê hatin û statoparêzîya wan xist tehlûkê. Perçebûna sînoran hat rojevê, bê ku bipaşde gav bêt avêtin; wê li dînamîkên nû bigerin ku, bi wan re bibin dost û berjewendîyên xwe biparêzin. Kurd û Kurdistanî divê li ser doza xwe û xwestinên xwe bêşik be. Yê ku doz anîye heta vê astê, milletê Kurd bi xwe ye.

Gelo USA ji xeynî Kurdan wê bi kê re li Rojhilata Naverast siyasetê bike û berjewendîyên xwe biparêze?

Ji xeynî dinamîzma kurdan, gelo ti dînamîkên din û balkêş ji USA re hene li herêma Rojhilata Naverast?

Hêza cîhanê ya beşê Ewrûpa jî êsîrê siyaseta statukoyî a pazarparêzîyê ye. Siyaseta Ewrûpa ne şervanê bidestxistina bazarên nû, lê piştgirê parastina bazarên kevin e. Dema ku erd biheje û avayî yên ku berê hatine avakirin yek bi yek hilweşin; dewletên Ewrûpa, Yekitîya Ewrûpa mecbûrin ku ji bona avakirina avayîyên nû dakevin meydana bazara cîhanê. Ev jî ji bona cîhek wek Kurdistan ku bêhna neft û gazê, potansiyela bazara firotinek balkêş jê tê û pazarên xwe yên berê tîne berhev, dipîve û hesabê xwe dike, biryarê dide!

Gelo di virde wê helwesta Ewrûpa jî wek a USA be, an wê bibe alîkar ku ev piresa herêmî û navnetewî û navdewletî li ser Kurd û Kurdistan  hinek sist bibe?

Xwedîyê biryara çarenûsa Kurd û Kurdistan kîne, Ewrûpa û USA ye, yan miletê kurd û pêkhateyên Kurdistan bi xwe ne?

Bi raya min bibiryar meşandina doza Kurd û Kurdistan, wê vê piresê jihev perçe perçe bike.

Helbet xwedîyê biryarê netewa Kurd û Kurdistan e. Ev biryar biryarek netewî û Kurdistanî ye. Ev biryar bi îradeyek netewî, bi piştgirîyek netewî hatîye dan û bi dînamîzmek serxwebûn xwaz têt pêşewazîkirin. Îro ji çarperçên Kurdistan û ji dîyaspora Kurd, pêl bi pêl, gel, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, Kurdên kedkar; Hevlêr ji xwe re kirîne wargehê hêvîya serxwebûn û dewletbûnê.

Ev dinamîzma netewî, ev biryara dewletxwaze û bingeha dewletbûnê bi xwe ye. Divê her Kurd û Kurdistanî, li gor van pêlên netewî sefa xwe bigirê. Berjewendîyên îdeolojî, partîzanî bide alîyekî û bibe alîkar ji bona perçekirina vê piresa ne rewa ya ser miletê me.

Dem ne dema ku ji ber berjewendîyên hizbî û partîzanî, em netewa xwe û xwestinên netewa Kurd û Kurdistan binpêbikin û bikin kurban.

Divê em xwedî li hêvî û bingeha serkevtinên siyasî yên miletê xwe xwedî derkevin û  geş bikin..

18.09.2017

 
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin