Nîmet Mumtaz Aydin

Nîmet Mumtaz Aydin

Hemû nivîsên nivîskar >

Em roja 15yê gulanê wek roja Kurmancîya Latînî, ne wek Roja Zimanê Kurdî pîroz bikin.

A+A-

Roja 15yê gulanê rojeva sereke ya hemû rûpelên medyaya civakî, telewîzyon, rojname û radyoyên kurdî bi taybetî jî yên bakur û rojavayê Kurdistanê, ‘’Roja Cejna Zimanê Kurdî’’  bû. Bi hezaran kes bi peyamên cuda ‘’Roja Cejna Zimanê Kurdî’’  pîroz kirin.

Gelo ev roj ji kuderê derket? Çawa çêbû? 20 sal berê rojek weha hebû? Heta 5 sal berê bêyî çend takekesan kesî vê rojê pîroz dikir?

Ev pênc salên dawîn wek aşîta gêrbûyî her sal ji salên berê çend qat bêtir, 15ê gulanê wek ‘’Roja Cejna Zimanê Kurdî’’  tê pîrozkirin. Ya îsal gelek sîyasetmedarên Bakurê Kurdistanê, nivîskarû rewşenbîran  ji rojek berê ve dest bi peyaman kirin. Di hemû medyaya kurdî  de ji hevpeyvîn, muzîk, nûçe û peyamên ‘’Roja Cejna Zimanê Kurdî’’ , dîroka Hawarê, kesayetîya Celadet Bedrixan rê û rêwanî tunebû.

Carna meriv li dij pêlên avê avjenîyê bike, gelek zahmet e. Dema herkes li benda xwarinê be, mirov hin rastîya bibêje, weke ku mirov ava sar li xwarina pijîyayî dike. Lê dema xeterîya hin tiştan ji berê de dibîne û rastîya rastîyê dizane, mirov nikare bi xweû  ya xwe dibêje.

Li bakurê welatê me zimanê kurdî di bin xetereke mezin de ye. Heger  di salên 1920îde zarokên kurdên çêdibûn ji sedî sed bi kurdî çavê xwe vedikirin dinyayê, ev hejmar salên 30yî sedî 99, salên 40î sedî 95, salên 50yî sedî 90 salên 60î sedî 80, salên 90î sedî 70, salên 2000î sedî 50, salên 2010 sedî 40, salên 2020 sedî 25 e. Ya herî xerab ev tendens her ber bi jêr berdewam e.

Sedemê ve yekê sîyaseta Dewletê Komara Tirkîyê ya Îttîhat-î Terakî û Kemalîzmêye. Damezrênerên îdeolojîya Dewleta Tirkîyê ya îroyîn hîn di prosesa avakirina xwe de, li ser kavilê Dewleta Osmanî dest bi kar kiribûn; miletên xeyrî-muslim bi jenosîdan, kurdan jî bi asîmîlasyonê, bi tunehesibandinê xwestin ji holê rakin. Ji ber ku wan baş dizanibûn asîmîlasyona olî nabe, lê ya ziman dikare bibe. Ermenî, Rum, Suryanî li Anadolê bi kuştinê qirkirin, Kurd jî bi asîmîlasyonê xwestin û dixwazin bihelînin. Qirkirin di yekcarê de dibe, lê helandin wext digre.

Dewleta Tirkîyeyê  bi surgunan, teşwîqa cî û meqam, kar, bi rîya avakirina dibistanên ku mirov li wir dijî, qedexekirina peyvandina bi kurdî, qedexekirina weşanên bi kurdî, di salên dawîn de pirr kanalbûna televîzyonê, medya civakî, encama koç û hilweşandina gundan, di sîyaseta asîmîlasyonê de, heta radeyekê bi ser ket û hîn jî bi ser dikeve. Nemaze salên dawî metirsîya zimanê kurdî hemû sîyasetmedar, rewşenbîr, welatparêzên kurd û Kurdistanê diponijîne. Cîyê kêfxweşîyê ye zimanê kurdî ji herdemî bêtir ketîye rojeva kKurdistanîyan. Ji ber vê yekê ‘’Roja Cejna Zimanê Kurdî’’bû wesîleyeke xurt ku mirov vê rojê hestên xwe bide der, peyamên xwe rabigihîne.

‘’Roja Cejna Zimanê Kurdî’’ ku hatîye hilbijartin jî, rojeke taybet e ku sempatîya bakurî û rojavayîyên Kurdistanê li ser xwe dicivîne. 15ê Gulanê kovara Hawarê dest bi weşanê  kirîye. Hawar, hîmê giramera zimanê kurmancî û alfabeya Latînî ya Kurdî danîye. 15ê Gulanê roja ronesansa kurmancî ye. Herçiqas berîya vê tarîxê li Bakurê Kurdistanê, li Stenbolê, li Ermenîstanê hin xebatên li ser rêzimana Kurmancî, Latînkirina elfabeya Kurmancî hatibe holê jî û di vî warî de hin teşebus çêbûbin jî, Hawar şoreşa rêziman û alfabeya latînî ya Kurmancî ye. Biryarên girîng dema bi kesên rast tê girtin û wê demê pêkanîn saxlem in û mayînde ne. Alfabe û rêzimana Celadet Alî Bedirxan danîye, Kurmancî îro jî li gor û li ser wê bingehê tê nivisandin.

Kovara Hawarê bingehê alfabe ya Latînî ya Kurdî û rêzimana Kurmancî danîye. Ji ber wê li Rojavayê Kurdistanê (ji ber ku wê dema Hawar derdiçû, gelek entelektuelên Kurdên Bakur koçî bin xetê kirin û li erdê ku di bin parastina Fransizan da bû, diman) û li bakur Hawar pîroz e. Kurmancî bi serê xwe ne Kurdî ye, zaravayek wê ye. Soranî, Goranî û Zazakî jî zaravayên Kurdî ne.

Ji ber van sedeman ‘’Roja Cejna Zimanê Kurdî’’li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê nayê pîrozkirin. Rojek weha ji dîroka me ya hevbeş neherikîye. Hawar çiqas ji Kurmancîaxêfan re girîng e, kovara Gelawêj dikare ji bo soranîaxêfan re girîng be. Alfabeya Latînî ji bo wan tiştek nabêje, ew hîn jî bi tîpên Erebî dinivisînin.

Ne şertd e ‘’Roja Cejna Zimanê Kurdî’’ roja derketina kovarekê be jî. Heger em xwe yek milet û yek ziman dihesibînin, çima em rojeke hevpar ku hemû alîyên Kurdistanê bi hev re biryar nadin.? Heger ‘’Roja Cejna Zimanê Kurdî’’ ji dîroka me bihata, ne problem bû, jixwe bi xwezayî dibû rojeke me ya pîrozkirinê. Ji roja derketina Hawarê û vir de 15ê Gulanê wek ‘’Roja Cejna Zimanê Kurdî’’ li her devera Kurdistanê bihata pîrozkirin, dîsa têde tu problem tunebû.

Biryara ‘’Roja Cejna Zimanê Kurdî’’ nû ye. Biryara vê rojê 2006an ve ji alîyê KNKê (Kongreya Netewî ya Kurdistanê) ve hatîye girtin. KNK di sala 1999an de hatîye damezirandin û rêxistineke KCKê ye. KCK jî PKK ye. Navê wê bila kesî nexapîne, heger PKK jî, KNKyê bi rastî wek Kongreya Netewî ya Kurdistanê bihesibandana îro divîyabû ne li dû ’’kongreya netewî’’ya nû bûya.

Ya herî girîng ev biryar hesasîyetên zaravayên Kurdistanê û herêmên Kurdistanê li ber çavan negirtîye. Heger KNK di pirsên netewî de hewqas hesas e, çima ala Kurdistanê ku sed sal berê hatîye pejirandin, lê xwedî dernakeve. Yek ji wan kesên ku sala 1919-1920an de biryara şekil û şemala Ala Kurdistanê daye û herweha di biryara Xoybûnê ya sala 1927an a di pejirandina ala Kurdistanê de, hazir bûye, Celadat Alî Bedirxan e. Celadet Alî Bedirxan berpirsîyar û damezrênerê kovara Hawarê ye, di dema xwe de him endamê Komeleya Îçtimaîya Kurd û him jî damezrêner û rêveberê Xoybûnê bû. Baş e ez ji KNKyê dipirsim, dema li ser hejmara yekem a Hawarê we 15 gulana 1932 xwend, we nedît di seranserê bergê yekem ê Hawarê de ala Kurdistanê heye.?

Sala 2006an de dema KNK biryara Roja Zimanê Kurdî da, li Hewlêrê Parlamentoya Kurdistanê hebû. Ala Kurdistanê di dîroka te de heye tu xwedî lê dernakevî, çêkirina rojên nuh yên netewî jî bi kesî naşêwirî, tu hesasîyeta soranî, kurmancî û hwd li ber çav nagrî, bi serê xwe biryar didî. Ev tê çi maneyê? Heger tevdanek programkirî nîn be, nexweşîya mefuna ku dibêje  ‘’dîrok bi min dest pê kirîye, berîya min dîrok tuneye’’ ye.

Rojên netewî grubek, kesek, zumreyek nikare bi serê xwe tayin bike. Heger rojên netewî ji bûyereke ji dîrokê peyda nebûbe û heger pêwîstîyek mirov bi rojek netewî hebe, divê meriv bi hesasîyetek gelek mezin bi îradeya netewî tayîn bike. Heta biryarek weha derketa me dikaribû ‘’Roja Zimanê Kurdî’’ di 21ê Sibatê de, di roja zimanê zikmakî de pîroz bikira. Ne dûr e Parlamentoya Başûrê Kurdistanê rojek ji rojan rojeke din wek ‘’Roja Zimanê Kurdî’’ dîyar bike. Wê hinekên din derkevin rojekê li gor xwe wê ‘’Roja Zimanê Kurdî’’îlan bikin. Wa ji nuha ve Kurdên me yên Sovyeta berê (a rast malpera wan Riataza) dibêjin ‘’Roja Zimanê Kurdî ne 15ê Gulanê ye, 25ê Adarê ye. Ria Taza bi Latînî du sal berîya Hawarê derketîye’’.

Gotina ‘’Roja Cejna Zimanê Kurdî’’jî ji min re rast nayê. Dema zimanê Kurdî di bin esaret û zordarîyê de ye, asîmîlasyon hebûna zimanê me tehdît dike, mafê me yê tu ‘’cejna zimanê xwe’’  pîroz bike tune ye. Heta dezgehek netewî ku bi hemû lehçeyên xwe Kurdêaxêfan temsîl bike û rojek taybet ji bo roja zimanê kurdî destnîşan bike, em roja 21ê sibatê roja navnetewî ya zimanê zikmakî, wek roja zimanê Kurdî qebûl bikin. Ev roj, rojek xwedî wate ye. Ev roj ji alîyê Yekîtîya Netewan li ser esasê tekoşîna gelê Bangladeş ji bo parastina mafê axaftina zimanê xwe yê zikmakî hatîye îlan kirin.

Dive em wateya cejnan jî erzan nekin.Heger em 15ê gulanê wek rojekê pîroz bikin, ew roj dikare wek roja salvegera Hawarê û Kurmancîya Latînî were pîroz kirin. Tirk her 1ê meha 11an wek roja şoreşa tîpan(herfan), Bulgar 24ê Gulanê wek roja cejna elfaba Kirîlî pîroz dikin.

Ji bo hemû nivîsên Nimet Mumtaz Aydinî bitikînin

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin