Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser xwepêşanderên Kurd rûreş dikin

Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser xwepêşanderên Kurd rûreş dikin

.

A+A-

"Keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî roja 13ê îlona 2022yê li Tehranê ji alîyê polîsên Dewleta Îranê ve, bi hinceta ku porê wê di binê hîcaba li serê da ye dixuyî, hate desteser kirin. Polîsên Dewleta Îranê îşkenceyeke mezin li Jîna Emînî dikin û bi wî halê îşkence kirî , teslîmî malbata wê dikin. Keça Kurd roja 16.09.2022yê jîyana xwe ji dest da.

Piştî kuştina Jîna Emînî, Navenda Hevkarîyê ya Partîyên Kurdistana Îranê , ji bo kuştina keça Kurd Jîna Emînî protesto bikin, bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê kirîbû da ku roja 19.09.2022yê dikanên xwe bigirin û di hemû cîhên kar da greva giştî bê îlan kirin.

Roja 19.09.2022yê, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdarîyeke mezin gelê Kurdistanê beşdarî greva giştî bûn., dikanên xwe girtin, neçûn kar.

Herweha li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdarîya hezaran kesan gelê me yê Rojhilatê Kuridistanê xwepêşandanên protestoyê li dar xistin.

Di xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî da, li gor zanyariyên heyî, di encama êrîşên hêzên emnîyetê yên Dewleta Îranê 5 kesên sivîl ji aliyê hêzên Dewleta Îranê ve hatine kuştin û nêzîkî 100 kes jî birîndar bûne.

Em piştgirîya greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê û xwepêşandanên gelê xwe yên protesto kirina Dewleta Îranê dikin.

Em wek PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), kuştina Jîna Emînî û kuştina 5 xwepêşandarên sivîl, birîndar kirina bi dehan xwepêşandaran rûreş dikin."

20.09.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

4-253.jpg3-312.jpg1-300.jpg2-337.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin