Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Em endam û rêvebirên pdk-t  KUKê çi ji hev dixwazin???

A+A-

Ma gelo em çi ji hev naxwazin. Tiştên dixwazin jî kêmkirina hev, rûreşkirina hev, bê qîmetkirine hev e. Ev e tiştên em ji hev dixwazin.

Em nikarin û me nekiriye karê xwe ku li hev vegerin, weke dema ku me welatparêzî û şoreşgerî dikir, xwedî li hev derkevin. Başiyên hev bipesidînin kêmanî û şaşiyên hev bi awayekî maqûl rexne bikin.

Me, ez jî di nav de, heta niha jî ev nekirî ye û di gelek waran de em li hemberî hev bûnê şêrî Elî. Me piranî şûrên xwe kişandinin û li ser serê hev rakirine da ku wî seriyê bi salan ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe kar kiribû û dike.

Ma gelo ew serî jê bibe wê ev di fêda kê de be?

Ez bêjim ku ji bona wan seriyên hêja û tijê tecrube, bi jêkirina wan em xwe jî dikujin û ji perçak dîroka xwe bê par dimînin.

Heta niha ez nebûme şahidê wê yekê ku me weke endam û kadroyên pdkt-KUK rûmet û qîmeta hevdu girtine. Her em yek li benda yekî ne ku hema şaşiyek kir, rê ji me re vedibe ku em jî kîn û jahre xwe verişin. Jê bixeyidin û pêve re qise nekin.

Yek romanekê dinivîsîne û yekê diyarî berpirsê xwe ê berê dike, ew jî dixwîne û dibêje; ”Heger ez li ser romana te binivîsînim ez ê te perîşan bikim” yanî weke bêje te qebeheteke mezin kirî ye.

Ev adet li gor  min tenê piştî 12 îlona sala 1980 û reva me ya rojhilatanavîn û ewrûpa de dest pê kir.

Li rojhilata navîn gelek kadroyên me ketin nava refên çepên tirkan û wan çepên Kemalîst ew li gor berjewendiya Kemalîzmê perwerde kirin û gelek ji wan kirin sosyalîst û kommunist. Aha çi bû ji wir dest pê bû.

Ji ber ku Kemalîzm li ser asasê qirkirin û wêrankirina kurdan hatibû damezrandin, loma jî ji wê demê û heta niha jî berjewendiyeke kurdan li ku hebe ew  yanî Kemalîzm li ser navê sosyalîzmê li dij wê bû û ye.

Lewra Kemalîzma bi rêya sosyalîzmê kete nava me û gelek rêxistinên kurdan, tenha karê wê ew bû ku rêxistinê ji hev bela wela bike, wan li hemberî hev bi kar bîne da ku kes dîroka xwe baş fêr nebe û yekîtiya xwe pêk neynin.

Ne tenê ev bû; her weha kir ku  em bi hev bikevin, gotinên ne li rê ji hev re bikin ku dijminatî bikeva nava me û em bi vê ji hev dûrbikevin heta bibin dijminên hev.

Ez nabêjim bi temamî lê li gor min Kemalîzmê bê vê xeta xwe di nava pdkt-KUK bi serket û piranî kir dijberî hev. Niha gelek ji wan, berê xwe di ber hevde didan kuştin îro bi hevre qise nakin.

Me, ew kesên xwe di ber hevalên xwe de bi rehetî dida kuştinê, îro helwest û armanca gelekan bûye rûreşkirina hevalên wan.Çima gelo? Ma çiyê me li ber hev heye.

Ez nebûna şahidê wê yekê ku rêvebirên pdkt-KUK yên berê bûne pesindarên xebatên hevalên xwe. Her yek bi serê xwe çi ji wan tê dikin. Lê rêvebirên wî yên berê rojekê behsa wan xebatên kesên dikin nekirine û nakin. Ji ber ku hê jî li ser xeta Kemalîzma ku bi rêya sosyalîzmê di serê wan da bi cih kirî ye berdewam e.

Pir tişt heye ku divê mirov bêje. Lê ji bona nivîs zêde dirêj nebe ez ê kurt lê bidin, hêvîdarim bê fêm kirin ku em wan endamên fedekar, canfîda çima ketine vê rewşê û tenê li dij hev şûrên xwe dikşînin.

Li gor min sedem yek jî ew kesên heta salên 1980-83 zêde kar nekirine, li rojhilatanavîn ji bona têkçûn û belavkirina vê rêxistinê gelek tevlihevî derxistin û di hin waran de bi ser ketin.

Hatina gelekan ji me ya li ewropa ev helwesta xerab her berdewam kir. Me hin kadroyên xwe yên gelekî jêhatî û serketî ji bîr kir. Em û hin ji wan kadroyên kar nekirine bi hev ketin. Gotinên ne li rê, helwestên ne xweş li hember hev bi kar anîn.

Ji ber ku kesên gunehkar, nexebatkar dixwazin bi gotinên çors hevalên din kêm bixin, lê fêm nakin ku ew xwe bi xwe kêm dike. Mesele ev e.

Carekê bifikirin û bibînin di dema xwe de mala xalê Hesenê Fisî (Hesen Fislî) bû bû dergeha me endamên pdkt-KUKê  gelekan ji me rojên sê caran li wir xwarin dixwar car carna Xalê kesen pere jî dida hinan.

Kî ji me dihat girtin, cihê serêlêdana me bû bû Xalê Hesen.Wî jî texsîr nedikir û bi perên xwe ew kesên dihatin girtin berdida. De ka binêre ji wan kesên rojê du dahn xwarina xwe li wir dixwarin qet rojekê behsa rehmetî kirî ye. NA. Sedem hûn bi xwe bifikirin.

Ka rojekê kîjan berpirsên me yên berê bîranîna cangoriyên xwe amade kiriye û behsa xebat û zîrekbûna wan kirine.Tune..

Ka kîjan berpirsên me yên berî behsa berhemên hevalên wan yên berê ku bi dehan pirtûk nivîsîne û hêjî dinivîsnin, kirine, ew pîroz kirine. Min nedîtiye.

Gotina min ev e: Bes êdî tiştên têne kirin û nivîsandin fêda tu kesan tê de tune ye. Hûn bi vê zerarê didin xwe û hevalbendên xwe jî. Carekê li xwe vegerin, hevalên xwe bi çavên welatparêzî bibînin. Kar û xebatên wan bipesidînin.

Dev ji hev berdin, nivîsên xwe ji bona rojên pêş ku em dikarn çi bikin binivîsînin. Bibînin ku gelek endamên we îro bi zanistiyên xwe, bi kar û xebatên xwe ketine pêşiya we, ji wan neqeherin bibin alîkarê wan da ku ev bibe berhemên we jî.

Li xwe vegerin, xwedî li hev derkevin, gotinên xerab û ne li rê tim li me re vedigerin. Xwe kêm nebînin,  tiştên ji te hatiye, te kirî ye. Lê te nikarîbûn weke hin endamên xwe bikira ev ne kêmanî ye. Mesele qabîliyet, xwe bi pêşvebirin e.

Daxwaza min, êdî rêber, kadro, heval û hogirên min yen pdkt-KUK êdî dev ji hev berdin, bi gotinên nexweş û ne li rê hev kêm nekin. Ji me kê çi hatiye me ew kirîye. Divê em hevdu weha qebûl bikin. Li ser gotina yekî ji kesên din nexeyidin.

Bizanibin û bibînin ku gotin û nivîsên xerab taliya talî li xwediyê xwe vedigerin… Êdî hûn dizanin. Lê bizanibin hûn bi vê yekê bi temamî xwe tune dikin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar