Dr. Ahmet Kaya û albûmeke ji "Payiza Derengî"

Dr. Ahmet Kaya û albûmeke ji "Payiza Derengî"

.

A+A-

Dr. Ahmet Kaya ku yek ji avakarên Koma Amed û Çar Newayê bû, albûma xwe ya nû bi navê “Payîza Derengî-1” derxistiye. Klîba Çiyayê Koma Gulên Xerzan û ya Bêwar Tekbaşê Lawjeyê, kursên zimanê kurdî û yên muzîkê di Hunernameya vê hefteyê de ne.

Yek ji avakarên Koma Amedê ye Dr. Ahmet Kaya. Piştî kom belav bû, tevlî Serhat, Silêman û Fîkrî Kûtlayî Çar Newa ava kir. Gelek stran straye û di gelek stranên her du koman de keda wî heye. Ya bin herî zêde bi strana “Reben im” tê bîra min. Di albûma “MAK”ê ya Çar Newayê de ev stran strabû. Straneke dengbêjî ye. Me ji dengê Şakiroyî li vê stranê guhdarî kiribû. Kayayî ev stran bi şêweya muzîka Çarnewayê re ji nû ve şîrove kiribû û strabû. Him muzîka wê him jî dengê Ahmet Kayayî straneke gelekî xweş anîbû holê. Dengê Kayayî dengekî gelekî xurt e û gelek rengên cuda tê de hene.

Dr. Ahmet Kayayî demeke berê bi navê “Payîza Derengî-1” albûmek derxist. Em vê taybetmeniya dengê Kayayî di vê albûmê de jî dibînin. Dengê Kayayî di strana “Çillê” ya gelêrî de dengek e û di stranên din de dengekî din e.

Kayayî tecbûreya xwe ya bi dehan salan di vê albûmê de derxistiye holê û bi hevkarên xwe re albûmeke xweş amade kiriye.

Albûm ne tenê ji hêla aranje û muzîkên wê ve ji hêla gotinan ve jî balkêş e. Di albûmê de 8 stran hene ku beşek ji wan ji ber helbestan çêbûne. Du jê ji ber helbestên Îbrahîm Seydo Aydoganî ne. Yek ji van “Bajarê Nav Xeyalan” e ku ji ber helbesta Aydoganî ya bi navê “Diyarbekir” ya din jî “Dora min” e.

Her weha du stran jî ji ber helbestên Fêrikê Ûsivî derketine. Yek jê “Kawkubara min” ya din jî “Meçe” ye.

Helbesteke din jî di albûmê de bûye stran û Kayayî straye ku ew jî ya “Qera min” e. Kayayî ev stran jî ji ber helbesta Cemîl Denliyî ya bi navê “Ev tav leylan û çavên te” çêkiriye.

Kaya di albûmê de bi gelek stranbêj û muzîkjenan re kar kiriye. Di gelek stranan de Tara Mamedova, Agît İşikî tevlî Ahmet Kayayî stran strane. İşikî gotinên strana “Bihara derengmayî” tevlî Ahmet Kayayî nivîsandiye. Zelal Gokçe, Mehmet Akbaş, Siyabent Aslan, Mustafa Bîber, Azîz Kûrtar jî tevlî Kayayî stran strane. Mustafa Biber, Ahmet Kaya û Harûn Elkî stranên di albûmê de saz kirine. 

Ev ekîba ewqas berfireh û ji kesên cida pêk hatiye, bandor li ser muzîk û atmosfera albûmê jî kiriye. 

Çend klîbên nû

Çiyayê ku em wî ji Koma Gulên Xerzanê nas dikin, di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê xebatên xwe dewam dike. Çiya vê hefteyê vîdeo klîbek weşand ku navê wê “Hoy Nar” e. “Hoy Nar”, straneke gelêrî ye û ji herêma Colemêrgê hatiye berhevkirin.

Çavkanî /Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin