DMME: Tirkiyê herî zêde azadiya derbirînê binpê kiriye

DMME: Tirkiyê herî zêde azadiya derbirînê binpê kiriye

.

A+A-

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ragihand ku li gor bilançoya 2020an herî zêde Tirkiyê azadiya derbirîn û ramanê binpê kiriye. Li gor amarên DMMEyê piştî Rûsyayê herî zêde, ji Tirkiyê ji bo dozê, serlêdana Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hate kirin.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, îro li navenda xwe ya li Strasbourgê amarên derbarê binpêkirinên azadiya derbirîn û ramanê de belav kirin.

Li gor amarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, weke sala pêştir, herî zêde ji Rûsya, Tirkiye, Ukrayna û Îtalyayê dozên ji ber binpêkirinên azadiya derbirînê li wê dadgehê hatine vekirin.

Li gorî raporê, di 2020an de ji Rûsyayê 13 hezar û 800 serlêdan, ji Tirkiyê 11 hezar 150 serlêdan, ji Ukrauna 10 hezar û 250 serlêdan û ji Îtalyayê jî 3 hezar û 400 serlêdan bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hatine kirin û ew jî dike ji sedî 75 a tevahiya serlêdanan.

Derbarê Tirkiyê de 97 doz hatine encamdan, di 85 dozan de Tirkiye bi binpêkirina Rêkevtina Mafên Mirovan a Ewropayê tê tohmetbarkirin û di 6 dozan de jî ti binpêkirinên nehatinê dîtin, dozek bi awayekî dostanê encam bûye û herwiha 5 doz jî bi şêweyên hatine encamdan.

Hat zanîn ku Tirkiyê herî zêde madeya 10emîn Rêkevtina Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin