Diyarname: Di sala 2022yan de 350 pirtûkên kurdî çap bûne

Diyarname: Di sala 2022yan de 350 pirtûkên kurdî çap bûne

.

A+A-

Diyarnameyê daneyên derbarê pirtûkên kurdî yên sala 2022yê de weşandiye. Li gorî nûçeya Cemîl Ogûzî, di sala 2022yê de 350 pirtûk hatine çapkirin. Di sala 2021ê de hejmara pirtûkan 377 bû.

Di lîsteya Diyarnameyê de 27 weşanxane hene. Ji nav van weşanxaneyan, herî zêde Weşanxaneya Peywendê pirtûk çap kirine.

Peywendê bi 57 pirtûkan di rêza yekemîn de cih girtiye. Peywendê pirtûkên Omer Dilsoz ji nû ve çap kirine ku 8 ên nû, 6 yên berê bûn. Yên berê me ne xistine lîstiye. Li aliyê din Peywendê îsal gelek tezên gelek kesan çap kirine. Bi tem temamî 57 pirtûkên wan ên çapa yekemîn ketine nava lîsteya me. Paşê J&J bi 42 pirtûkan, Nûbihar û Sîtav jî her yek bi 41 pirtûkên xwe yên nû di rêzê de cih girtine.

Li gorî lîsteyê, di sala 2022yê de herî zêde helbest hatine çapkirin ku hejmara pirtukên helbestan 71 e. 65 roman, 32 jî çîrok hatine çapkirin. Her weha beşeke ji van pirtûkan werger in ku hejmara wan 48 e.

Di vî warî de Nûbiharê 17 pirtûkên wergerê, Lîsê 10, Aram û Avestayê jî her yekê 7 pirtûkên wergerê belav kirine.

Diyarnameyê di nûçeyê de diyar kiriye ku ev lîste ji pirtûkên ku li Bakur û Tirkiyeyê hatine weşandin, pêk hatiye. Tenê pirtûkên ku çapa wan a yekem e ketine lîsteyê.

Ji bo tevahiya nûçeyê û lîsteya pirtûkan, bitikîne

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin