Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mahmut Alinak hat girtin

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mahmut Alinak hat girtin

.

A+A-

Siyasetmedar, parêzer, nivîskar û parlamenterê berê yê Kurd Mahmut Alinak li Qersa Bakurê Kurdistanê hat girtin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê piştî ku cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind  ve hat pesendkirin Mahmut Alina bir girtîgehê.

Dadgehê bi îdiaya "heqaretkirina li serokkomar" salek û 2 meh cezayê girtîgehê dabû Mahmut Alinak.

Pirtûka "Mehmet Tunç û Bêkes"

Bi îdiaya ku di pirtûka xwe ya bi navê "Mehmet Tunç û Bêkes" de "heqaret li serokkomar kiriye" doz li Li ser Mahmut Alinak hatibû vekirin.

Ew pirtûk qala Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û biraziyê wî Bêkes dike.

Mehmet Tunç di dema qedexeya derketina derve ya 14ê Kanûna Pêşîn a 2015an de canê xwe ji dest dabû.

Sewqî Girtîgeha Qersê hat kirin

Daîreya 4an a Cezayan a Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê salek û 2 mehan ê Mahmut Alinak pesend kir.

Piştî teqezbûna biryarê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê agahdarnameyek ji Alinak re şand.

Serdozgeriyê ew agahdar kir ku dê ceza di nava 10 rojan de bê bicihkirin.

Li ser vê yekê polîsan ew li mala wî ya li Qersê desteser kir.

Piştî ku li dadgehê biryar li rûyê wî hat xwendin, Mahmut Alinak sewqî Girtîgeha Qersê hat kirin.

Rudaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin