
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî: Sûriyeyê 34 sindoqên belgenameyan pêşkêşî me kirine
.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî eşkere kir ku deshilatdarên nû yên Sûriyeyê 34 sindoqên tije belgename li ser bikaranîna çekên kîmyayî li serdema rejîma berê pêşkêşî wan kirine.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ya Cîhanî kêfxwesiya xwe li ser hevkariya deshilatdarên nû yên Sûriyeyê ligel wê rêxistinê di warê lêkolînên li ser bikaranîna wan çekan de nîşan da.
Rêxistina navborî herwesa ragihand: “Piştî nemana rejîma Esed, deshilatdarên nû yên Şamê 34 sindoqên tije belgename û material pêşkêşî wan kirine, ku îspat dikin ka çawa di serdema rejîma Esed de li deverên cuda cuda yên Sûriyeyê çekên kîmyayî hatine bikaranîn.
Li ser vê mijarê, Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Ramalîna Çekan Izumi Nakamitsu ragihand: “Hevahengiyeke pir baş a Sûriyeyê di warê pêşkêşkirina belgeyên bikaranîna çekên kîmyayî de heye. Neteweyên Yekbûyî lêkolînê li ser wan belgeyan dike û pêvajoya lêkolînan berdewam e.
Rejîma Beisê ya Sûriyeyê di dema deshilatdariya xwe de gelek caran li dijî bajar û deverên opozîsyonê çekên kîmyayî bi kar anîbûn, ku di encamê de bi hezaran welatiyên sivîl bûbûn qurbanî. Piştî nemana wê rejîmê, niha dosyayên veşartî li ser wan tawanên şer dikevin ber destê dezgehên navneteweyî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin