
Li Hewlêrê ji bo xwendina bi Kurdî pêşangeheke taybet hat vekirin
.
Li Parka Samî Ebdulrehman a parêzgeha Hewlêrê, Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî bi beşdariya 130 weşanxane û pirtûkxaneyan hat vekirin.
Di vê pêşangehê de 124 pirtûkxane û weşanxaneyên Başûrê Kurdistanê, 5 pirtûkxaneyên Rojhilatê Kurdistanê û weşanxaneyeke Bakurê Kurdistanê bi deh hezaran pirtûkên cuda beşdar bûn.
Xwînera pirtûkan Hêlîn Arasê li ser pêşangehê ji Rûdawê re got:
"Ev pêşangeh tenê ne ji bo firotina pirtûkan e.
Peyameke wê heye ku hemû pirtûk û pirtûkxaneyên Kurdî li bin sîwana Hewlêrê kom kirine."
Wergêr Zanyar Elî jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got:
"Tiştê ku mirov pê şa dibe ew e ku hemû pirtûk Kurdî ne.
Her wiha girîngiyeke zêde dane nivîsandina tabelayên pirtûkxaneyan a bi Kurdî.
Tiştê ku tu li vir dibînî tenê pirtûkên Kurdî ne."
"Tenê pirtûkên Kurdî"
Taybetiya vê pêşangehê ew e ku hemû pirtûk bi Kurdî ne û pirtûkên bi zimanên biyanî tê de nînin.
Mîrko Ebubekirê ku ji Silêmaniyê hatiye û pirtûkan difiroşe ji Rûdawê re da zanîn:
"Girîngiya vê pêşangehê ji bo zêdetir xwendina bi zimanê Kurdî ye û alîkar e ji bo dewlemendkirina çanda Kurdî."
Xwediyê weşanxaneyekê Eta Reûf ku ji Helebceyê hatiye, diyar kir:
"Ev pêşangeh gavek e ji bo ku xwîner bi pirtûkan re li hev werin.
Vekirina pêşangeheke tenê bi Kurdî, dê bandoreke wê li ser zêdekirina xwendinê hebe, bi taybetî di nav nifşê nû de."
"Armanc vegerandina rûmeta Wêjeya Kurdî ye"
Xwediyê ramana vê pêşangehê Rêbîn Fetah e ku xwediyê Pirtûkxaneya Malî Wefayî ya li Hewlêrê ye.
Rêbîn Fetah da zanîn ku wan tenê di nava 20 rojan de ev pêşangeh saz kir û got:
"Me ji ber wê ev pêşangeh vekir ku em wekî Kurd di nav pêşangehên navneteweyî yên pirtûkan de yên ku salane tên vekirin, winda ne.
Çimkî armanca wan pêşangehan derve ye, ne navxwe.
Armanc çêkirina pêwendiyên rewşenbîrî yên bi welatên din re ye lê pêdiviya me bi pêşangehekê heye ku xwedî gotarekî Kurdistanî be.
Li pişt wê gotarê jî vegerandina rûmetekê ji bo edebiyata me hebe."
Ev Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî ye li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê.
Pêşangehê doh deriyên xwe vekirin û dê heta 10ê mehê, her roj ji demjimêr 10:00an heta 19:00an vekirî bimînin.
Rudaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin