Diyarbekir: Semîner li ser Qetlîama Zîlanê

Diyarbekir: Semîner li ser Qetlîama Zîlanê

Bername bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

A+A-

Teşkîlata Amedê ya PAKê  roja 13.07.2016an li Navenda Giştî ya PAKê, li Amedê semînerek di derbarê qetlîama Gelîyê Zîlanê de lidar xist. Herweha Dr. Abdurhman Qasimlo û hevalên wî jî di 27emîn salvegera şehadeta wan de bibîr anîn.

Bername bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Endama birêvebir a rêxistina PAKê ya Diyarbekirê Minhal Bayram di axaftina xwe de got; "Dewleta Tirk di dema serîhildana Agirîyê de, li Gelîyê Zîlanê bi dehhezaran kes ji gelê me bi awayekî hovanê qetil kirin. Em bi giramî şehîdên Zîlanê bibîr tînin û qatîlan rûreş dikin.

Em wekî  PAK, Dr. Abdurahman Qasimlo, şehîdên Zîlanê û hemû şehîdên Kurdistanê û ew qetlîamên gelê me rûbirû bû ye, dê tu carî jibîr nekin, emê nedin jibîr kirin."

Paşê nivîskar Kerem Serhatli di derbarê qetlîama Zîlanê û kuştina Dr. Qasimlo û hevalên wî de semîner da. Piştî semînerê bi pirs û bersîvan bername bi dawî hat.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin