Şerefxan Cizîrî

Şerefxan Cizîrî

niviskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Diwarên seqakirî

A+A-

Ev bi salane ku tevgera netewî, rêxistinên milî û demokrat di nava xwe de diwar in avakirine ku mirov nizane bê ka çi navan li vê rastiyê bike. Ji bona ku em karibin navekî rast li vê konaxê bikin hinek têgehên nû ji me re lazim in. Analîz û ramanên nû ji me re lazim in. Bi van analîz û ramanan divê em çarçewa xwe ya milî zelal bikin. Divê mirov ji xwe bipirse; kerestên wan diwarên seqakirî ji çi ne, çima hatine avakirin, armanca wan diwaran çi ye û xizmetê ji kê re dikin? Avakirina wan diwaran ji hêla teori û pratîk de çî ye?

Dibêjin; em di doza milî de hevbeş in lê weke mirovên bexil tevdigerin. Dibêjin; doza welat pîroz e lê bipirsên biçûk wextê xwe derbas dikin. Dane dûv erbanê û selawatan didin! Ango hişmendiya wana ya milî ne zelal e û qûrmiçî maye. Ji bona ku diwarê xwe biparêzin ji heft bîran ava dikişînin, lê dewla wana jî kul bûyê. Şeritên ku pê avê dikişînin rizyayî ne û ava di bîra wana de jî miçîqî ye.

Ma ev ne rewşeke patalojîk e?

Kurdperwer jı ketine dorê û li bendî wan in ku avê ji me re bînin!

Wey Meşeleh ji me re! Barikelah ji tevgera Kurdan re…

Beriya her tiştî ev dîwar ne bi hest û ramanên milî hatiye avakirin. Ev dîwar ne di navbêna dagirkeran û Kurdan de hatiyê avakirin, dîwar, di nava Kurdan xwe bi xwe de ava bûye. Bingehê wî dîwarî di nava gelê me de tüneye. Gel, ji dil can dixwaze ku ew dîwar ji nava Kurdan rabe. Ji bona wilo gelek caran gelê Kurd tevger û rêxistinan şîyar dike, erken milîbûnê dide pêşberî wana. Lê di pratikê de yên ku ev dîwar avakirine, gav bi gav ji hest û ramanên hevbeşiyê bidûrketine. Ew bûne hêsirên tevgereke bêarmanc û bêpêşêroj. Tenê ji xwe re hene. Sixleta wana ya sereke; xumambûn, lawazbûn, nekirkêrî û sergejî ye.

Divê Kurdperwer wan tevgeran şiyar bikin û rêya rast bidin ber wana. Di vê xebatê de kesan ku xwe bêşerm xistinê pêşiya doza netewî divê werin rexnekirin. Ev mirov dibêjin ku, ez tunebim wê tofan rabe, li welatê Kurdan kevir li ser kevir namine! Quretiyên vingîvala dikin. Gelek caran xwe û Kurdistanê dixînin heman astê û ji nezanan re dîtinên ne tebût pêşkêş dikin. Li deverên xalî siyaset û propaganda dikin, ew dibêjin û ew li xwe guhdar dikin û li bin sîya daran bin jî, bêpîvan pesnê xwe didin!

Dîwarê seqakirî ku em qala wîna dikin bêhişmendî hatiye avakirin, bê plan û program hatiye pêşiya me û divê were hilweşandin. Ev dîwar bêhişmendî xizmetê ji dagirkerên Kurdistanê re dike. Nahele hest û ramanên netewayetiyê di nava Kurdan pêş de biçin, kûr bibin. Rê li pêşiya tevgera siyasî - milî û xelkê Kurd digire ku hevdû himbêz bikin, bi hevdû şa bibin, li hevdû bibanin û li doza netewî bi hevre xwedi derbikevin.

Ez ji dil dibêjim; ev dîwarê bênamûs divê ji aliyê Kurdperweran de bilez were hilweşandin.

Tevger û rêxistinên Kurdan yên ku xwe weke netewî pênasin dikin, divê bi hevdû re wi dîwarê ji nava xwe rakin. Hewcedariya Kurdan bi vî dîwarî tüneye. Dîwar, Kurdan ji erdhej û firtonan nikare bi parêze. Ev dîwar bikêrî tu rêxistin û tevgerên Kurdan naye. Ew dîwar hêzên milî ji hevdû dûr dixine, ew dîwar cemidandinê dixê nava civaka Kurdan, ew dîwar hêza Kurdan qels dihele. Ew dîwar dikeve pêşiya siyaseteke afirîner, ew dîwar bêbahweriyê di nava gelê Kurd de belav dike. Ango ev dîwar bikêrî şêlileh naye û doza Kurdan lawaz dike.

Ji ber van sedeman divê ev dîwarê bênamûs were hilweşandin!

Ji bona ku em vî dîwarî bi hevdû re hilweşînin divê em nirxên hevbeş derxînin pêş. Divê em berjewendiyên welat û gel baş pênasin bikin û xwe li dora wan berjewendiyên hevbeş komî ser hev bikin. Gav bi gav tevgera Kurdî divê hest û ramanên xwe zelal bike. Kurd divê rexistinên xwe li gora vî bingehî ava bikin. Xwe dı her warî de tekûz bikin, ekonomî, perwerde, ziman, hûqûq, diplomasî, bajarvanî, kultur, rêxistinî, temsilîyet, medya, sivilîyatî, belê, di her warî de hevbeşîyê derxine pêş. Bahweriya gel qezenç bike û yêkrêziya Kurdan bide pêşiya xwe.

Ango bi gotineke din divê Kurd bibin netew ji bona xwe.

Yên ku ji bona vê armanca hevbeş ji dil û can ne amade bin, bila biçin mala xwe û pariyên nan biçînin nava şorba xwe. Bila ji xwe re li kurtêlan bigerin û di nava cıvata ciwamêran de quretiyan bikin. Bila ji malbata xwe re pesnê xwe bidin û di nava ciranan de jî qala serpêhatî û derbasbûna xwe bikin. Bila ji dagirkeran re bibêjin; ji Kurdan tiştek dernakeve, Kurd bikêr nayên, pêşeroja Kurdan rêş û tariyê, doza Kurdan vala ye ûhw…

Wê gavê emê jî hevdû baş nas bikin, wê ewrên reş ji hevdû belav bibin, wê rojê li welatê me, wê Roj bixêr careke din hilê, ronahiya vê Rojê wê ji ya hemû caran betir geş be û emê vê carê baş bibînin ku dew birayê mêst e û ji dew jî tucaran dims çênabe!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin