Dîmenên îşkenceyê yên girtîgeheke Îranê ji aliyê hakeran ve hat parvekirin

Dîmenên îşkenceyê yên girtîgeheke Îranê ji aliyê hakeran ve hat parvekirin

.

A+A-

Hakerên ku dîmenên kamerayên ewlehiya Girtîgeha Evîn a Tehranê bidest xistin û ew dîmen parve kirin. Di dîmenan de kiryarên tund ên gardiyanên girtîgehê têne dîtin.

Kamerayên ewlekariyê yên Girtîgeha Evîn, ku li nêzî Tehrana paytexta Îranê ye, ji aliyê hakeran ve hatin bidestxistin.Hekerên ku dîmenan bidest xistin, paşê wan dîmenan bi kanalên nûçeyan re parve kirin.

Tundiya li dijî girtiyan û şert û mercên xerab ên girtîgehê di dîmenan de derdikevin pêş. Girtîgeha ku dîmen lê hatine kişandin, wekî cihê ku kesên ji ber sedemên siyasî hatine girtin lê dimînin tê zanîn.

Hakeran ku wêne bi gelek dezgehên re parve kirin, diyar kir ku armanca vê çalakiyê ew bû ku şert û mercên girtîgehên li Îranê baştir ji raya giştî ya cîhanê re bide xuyakirin.

Di dîmenên ku ji Associated Press re jî hatine şandin de, gardiyan ne tenê tundiyê li girtiyan dikin, di nav xwe de jî tundiyê bikar tînin.

Associated Press ragihand ku vîdyo bi wêneyên girtîgehê yên ku berê li Îranê hatine kişandin re hevaheng in. Kesên ku berê li Girtîgeha Evînê mabûn jî diyar kirin ku girtîgeha di wêneyan de rast e.

Komê ku xwe wekî "Edaleta Elî" binav kir, bi rêberê olî yê Iranê, Elî Xameneyî re jî sivikatî kirin. Di dîmenan de tê dîtin dema ku gardiyan li girtiyekî dixin û girtiyanên din jî bi kulma lê dixin. herwiha, di dîmenan de qadên wekî makîneyên dirûtinê yên ku ji hêla girtiyan ve têne bikar anîn, hucreyên girtiyan, serşok û tesîsên hewayê jî têne xuyan kirin.

Girtîgeha Evîn a ku wêne lê hatine kişandin, di sala 1971an de ji hêla Şah Riza Pehlewî yê ji desthilatdariyê hatibû dûrxistin ve hatiye çêkirin. Ji hingê ve girtîgeh bi gelemperî cîhek e ku girtiyên siyasî têne şandin. Îran yek ji wan welatan e ku hejmara girtiyên siyasî li cîhanê herî zêde ye.

Di van demên dawî de, hacker gelek caran bi Îranê re rû bi rû dimînin. Di mehên dawîn de rêhesina neteweyî ya Iranê bû hedefa êrîşên hackeran. Digel ku nasnameya girtiyan ne diyar e, di derbarê dîmenan de ji Îranê heta niha ti daxuyaniyek nehatiye dayin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin