Dîlawer Zeraq: Rengê Hebûnê ji bo sifreya kurdî gazînek e

Dîlawer Zeraq: Rengê Hebûnê ji bo sifreya kurdî gazînek e

.

A+A-

Çayan Okuducî

Berhema Dîlawer Zeraq ya bi navê “Rengê Hebûnê” derçû. Zeraq dibêje Rengê Hebûnê, gazîkirinek e ji bo gengeşekirin û danîna heqî û rastîniyê ya li ser sifreya kurdî û wêjeya kurdî.

Pirtûka Dîlawer Zeraq ya bi navê “Rengê Hebûnê” ji weşanxaneya Lîsê hat weşandin. Zeraq bi pirtûka xwe ya dawî li ser Rewşen, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê rexne û analîzên li ser dijkolonyalîzm û dekolonyalîzmê dide niqaşkirin. Hêzek ji dîrokê distîne û li ser wê ramanên xwe ji me re dibêje. Li dijî asîmîlasyonê berxwedêrên nifşên Rewşenê daye tomarkirin û bi pirtûka xwe ya dawî silavek daye ked û xebatkarên kovarê. Zeraq bi Rengê Hebûne erişên li ser hiş pûç dike, bi ensturmanên xwe jî orkestra xwe xurt û bibingeh kiriye. Ne tenê bi lêkolîneriya xwe bi romanên xwe, bi ferhengên xwe, bi zimannasiya xwe berhema xwe ji binî heta serî bi sebir û hiş honandine.

Berhem bi îdîa û encamên xwe rexneyan jî heq dike. Wergerên nivîskar û lêkolîner jî li ser edebiyatê û li ber wergêrên nû va rê û rêwitiye dike. Rengê Hebûnê perspektifên ku nehatine ser ziman daye ber me: Zeraq daye pey şopa çand, dîrok û edebiyatê. Nêrînên serdestan, berxwedêriya kedkarên ziman bi çi awayî heta roja me li dijî asîmîlasyonê xwe parastine yeko yeko rêz dike. Hûn jî zanin ku li welatên din bi taybetî li derdora Rojhilatanavîn û Êmerikayê li ser sînoran dîwarên beton bilind dibe. Ev dîwar dîwarên serdestan û ê kapîtalîstan in. Çaxê penaber ew dîwarên bilind bi derbasbûna xwe pûç dikin, hevok û tespîtên nivîskar jî dîwarên ku li ser zimanê û çandê hatiye bilind kirin, bi teza xwe qul dike, diterikîne.

Rengê Hebûnê xebatek kite bi kite hatiye nivîsandin. Me li ser Rengê Hebûnê bi Dr. Zeraq re gotûbêjek kir.

Pêşiyê em ji pêşgotinê derkevin rê. Hûn di pêşgotina pirtûkê da jî diyar dikin; “Xebata li ber destên we (…) li ser naverok û kartêka sê kovarên bi navê Rewşen, Jiyana Rewşen û Rewşen-Name disekine (…)”. Çaxê Rengê Hebûnê min dawî kir hîsa ku li min pêça di şert û mercên dijwar de kurdan li ber xwe daye û berhem nexş kirine. Hûn dikarin ji me re qala Rengê Hebûnê bikin? Çaxê xwîner pirtûka we hilde destê xwe wê leqayê çi were?

Wekî te jî diyar kiriye, ev teza min a xebata doktorayê ye. Ez wekî kurdîhezekî, wekî xwendoxekî kurdî, wekî nivîskarekî kurdî, yek ji wan kesan im ku di qonaxa di navbera salên 1992-2004an de, pêşî bi xwendoxî û paşê jî bi nivîskariya kurdî rabûye û bi her aliyê kurdî re bilî bûye û pê re jî, -xebatên wî ên heyî têrî wî bi xwe jî nekirine- îcar rabûye xwe li biwara akademiya kurdî qelibandiye. Belê, di warê zimên û wêjeyê de, bi taybetî, rojnameya Welat, Welatê Me û Azadîya Welat û kovarên Rewşen, Jiyana Rewşen ji bo min ne tenê wekî biwarên hînbûnê ne, her wiha, war û starên têhewînê ne ku hem min ji xwe gelek tişt dane wan hem jî wan, pir tişt ji xwe dane min. Çi ne ew tişt? Ne bi hejmar in. Lê dikarim bi taybetî behsa du tiştan bikim. A yekê; kovar û rojnameyên ku min navê wan got, wê hingê, bi gelek peyv û hevokên xwe ve, wekî xwendox, bal û hişê min dibir ser ramana hebûnê, hebûna ku -wê çaxê heftê sal temam bûbû- ketibû ber çerxa wehş û tunekir a asîmîlasyona mêtinger. Ev balbirina hanê dibû sedem ku ez bi xwendina nivîsên bi kurdî re, xwe bo kurdî birçî hîs bikim, tevî ku di wan deman de jiyana min a li Farqînê û li Amedê bi rêjeya ji sedî heştê bi kurdî bû jî. Yanî, wan kovar û rojnameyan, dikir ku ez her tim birçî bimînim. Ev birçîbûn, helbet ne ji ber xwaza (arezû) têrbûnê diqewimî. Ji ber kûrî û dorfirehiya warê hebûnê dida der. A duyan jî; ev kovar û rojname, ji bo min, şewqvedana jiyana min, -û jiyana me- a rojane bû. Wan weşanan, bi peyvên kurdî, hiş û dilê min dibir ser hebûna di berxwedêrî û tirûşdariya ruhê kurdî de hewandî û ez li wî ruhî û li wê hebûnê şiyar dikirim û dikir ku yekî wekî min ku ji sermayeke sivik re jî tune, karibe berxwedêriyê li xwe bike “kana ruh û dil.” Ev kovar û rojname, ji ser xeta ruhê zimên venedigeriyan, ji peyvên kurdî nedigeriyan, wan dev ji rêçika xwe bernedida, dest ji hebûnê nedikişand û xwe ji barê ku ketibû ser milê wan, nedida alî. Vê yekê, di navê wan de jî dida der; bala xwe bide, ji ber ku belavkirin û çapkirina wan dihat berbendkirin, navê wan tim guheriye lê biwara hebûnê herhe maye. Aha sedema herî xurt û lidar ku kiriye ez wekî xwendox, nivîskar û akademisyenekî kurd teza xwe li ser her sê kovaran, Rewşen, Jiyana Rewşen, Rewşen-Name, binivîsim, ev “warê herhe ye.”

Îcar, çaxa ku xwendoxek pirtûka Rengê Hebûnê bide destê xwe, ewê di warê zimên û wêjeyî û her wiha di biwara sosyo-polîtîk ya van waran de, leqayî vî “ ruh û warê herhe”yê were ku ji Melayê Cizîrî dide ser rê û digihîje “qonaxa geşedanê”, -yanê qonaxa di navbera 1992-2004an de- û bêyî ku tiştek ji çîn û moçigên xwe kêm bike, her û her nexş û nîgar li xwe zêde dike û dimîne li ser berxwedêriya xwe a riknok ku dişikê lê natewe...

Welate me hatiye talankirin, hatiye şewitandin û heta roja me hem bi zimanê xwe hem jî bi baweriya xwe li ber xwe daye. Bi vê hêza bêhempa bi rastî jî û bi min edebiyata me dereng dest bi kar kiriye. Çaxê em şert û mercên rojane bidin ber xwe hûn edebiyata me li ku dibînin? Ya din jî taxribata ku li ser nifşan hiştiye Rengê Hebûnê li dijî vê ji me re dibê çi?

Gotina te a “edebiyata me dereng dest bi kar kiriye” berê xwe dide peyteke li ser demê ku li vir peyva “dereng” pirsa “li gorî kîjan dem û îdealîzasyonê dereng?” di hişê me de çêdike. Loma jî, ji ber ku ev “dereng”a hanê, têgiheke guherbar e û star pê nakeve, loma jî ez li ser têgiha “dereng”ê namînim. Ez, jê zêdetir, li ser têgiha “şûndehiştin”ê dimînim ku ev yek bi desttêkirina hêzên derveyîn li me kurdan qewimiye. Jixwe serê pêşîn ev desttêkirin, bi rêya dîn li kurdan-kurdî diqewime. Piştî salên 800î, di medreseyên Îslamî û di xwendina “ilmê de, ji bilî zimanê erebî, hemû ziman tên qedexekirin. Îcar, gava em li ser helûmercên wê hingê li medreseyan binêrin, medrese tevî ku warê “ilm û xwendinê ne jî, li ser hîma “yekzimaniyê” danandî ne. Bêyî ku ez têkevim ber şaşiya anakronîk, dikarim bêjim, bi têgiha îroyîn, medrese, heta rabûn û nanakirina (‘itiraza) dijdesthilat û deconstructionist ya Melayê Cizîrî, bi sîstem û pergala xwe ya “yekzimanî”, ji bo kurdan, hem şûngehên ilm û xwendin û xwendeweriyê hem jî şûngehên berbendkirina zimanê dayikê ye. A di vê qonaxê de, em dikarin bêjin, her çend armanca medreseyan ne asîmîlekirin be jî, berbendkirina zimanê kurdî, -û zimanên din- ên di medreseyan de, kiriye ku ziman û wêjeya kurdî, ji xwendetî û xwendeweriya bi kurdî, ji hişê dinyewî yê li ser ramana kurdî, ji dilînî û sehkirina bi kurdî şûnde bimîne, -li vir dixwazim balê bibim serê û bêjim; heta rabûna Cizîrî, medrese di warê kurdî û wêjeya wê de ne ew qas masûm û bêguneh e.-

Her wiha, li ser helûmercên roja îroyîn, wêjeya kurdî di wê qonaxê de ye ku diviya tê de bûya. Belkî hinek kêm hinek zêde. Ji ber ku tu şert û merceke taybet li ber kurdî û li pêş wêjeya wê nehatiye raxistin da ku em karibin bêjin, “ev fersend hebû(n) lê kurdî û wêjeya wê xwe pê xurt nekirin.” Kurdî û wêjeya wê, ji qonaxa destpêka medreseyan heta bi Cizîrî, (ez di Rengê Hebûnê de, Cizîrî, Feqî û Xanî, wekî ‘Her Sê Gewreyên Gewherî’ bi nav û pênase dikim) her tim bi berbendkirin û jêmehrûmmanê re têkoşiyaye û jixwe bi me jî diyar e, piştî sala 1925an jî ketiye ber çerx û pêkanînên asîmîlasyonîst ên modern.

Ziman û wêjeya zimanekî ku ketibe ber çerxa qonaxên ev qas bêîman û kafirkanî, helbet ewê qîma xwe bi xwe bîne û ewê tê de bikoşe da ku karibe xwe ji kana xwe (ve)ava bike. Li ser rewş û rengê ziman û wêjeya kurdî ya roja îroyîn, bêyî ku ez wêjeya kurdî bi wêjeyên dîtir bidim ber hev, di çarçove û helûmercên xwe yên îroyîn de, geş e û roj pê de berê xwe dide biwara xwe ya hîmî da ku hêza ruhê xwe û rengê hebûna xwe xurttir bike. Herçî behsa ziman û wêjeya navneteweyî ye, ew dabaşeke dorfirehtir e ku mirov karibe ciyê kurdî û wêjeya wê gengeşe bike.

Derbên ku ji ber mêtingeriyê û ji alî pêkanînên wê ve li nifşan ketine jî kirine ku nifşên li bakur, - hemû gotinên min ên di vê gotûbêjê de li ser bakur e-  ji alî jiyana adetî û rojane û ji alî ruhê zimanî û hîskirin û famkirina ji dinyayê ve, ji hev dûr bikevin. Min di Rengê Hebûnê de, kêm zêde li ser vê mijarê hin analîz kirine û mijar çendî dûr û dirêj be jî, dixwazim bêjim, li bakur, ji nifşa duyem û şûnde, ruh û hîskirina zimanî û feraseta jiyanê gav bi gav, dem bi dem ji hev dûr ketiye û di her du waran û di nava hişmendiya wan a zimanî û wêjeyî de jî cudatiyên beloq çêbûne. Bi taybetî di warê zimên de, nifşa yekem û duyem, dûr in ji hin bandoran ku “meleziyeke zimanî” bi mirov re çêdike. Ezê li ser vê yekê zêde nesekinim ji ber ku ev mijar di Rengê Hebûnê de têra xwe hatiye dahûrandin. Helbet feraset û zanîna wêjeyî ya nifşa sêyem û çarem xurttir û pêşketîtir e, -nifşa sêyem wekî xala werçerxê şûn digire di vê dabaşê de- lê ev nifşên hanê, bi taybetî di warê feraset û dilîniya zimanî de ji nifşên yekem, duyem qelstir in. Ev yek jî ji ber bandorên asîmîlasyonê ye ku yek ji pêkanînên sereke ên mêtingeriya rengmodern li wan qewimiye û roja îroyîn diqewime jî.  

Ezê bersiva we bi du pirsan li we vegerînim. Belê, em pirsa xwe vekin li ser “dereng” û “derengmayînê”. Hûn jî baş zanin ku heta avakirina Komara Tirkiyê; li ser hêbûna zimane kurdî erişên tunekirinê em nabînin. Lê bi erişên madî/fîzîkî bo tunekirinê, qirkirinê plan hatine kirin. Çi rojavayî çi devletên rojhilatî. Hin caran tiştek ku daxwaz û hêvî kirine bi dest jî xistine. Destpêka Komara Tirkiyê û şûnda li ser zimanê kurdî bi şiddet, cezakirin, kuştin û bi gefxwarinê va çûne ser da. Bo hîçkirinê, jiortêrakirinê bênavber êriş kirine, planan saz kirine, pergalek bo serdestbûna xwe ava kirine. Piştî bûyera Şoreşa Cîhana Yekemîn em bidin ber xwe û qad bi qad heta roja me di ber çavan re derbas bikin, gelo emê negîhijin ev encama “dereng” û derengmayînê”?

Belê, heta avabûna Komara Tirkiyê, êrîşeke an jî qedexekirineke berbiçav ya di warê ziman û wêjeya kurdî de tune ye. Loma jî, jixwe ji derçûna rojnameya Kurdistan heta bi kovara Jînê, her çend têr nekin jî, xebat û hewldan hene di warê me behskirî de. Ew qonax, qonaxa hewldana modernbûnê ye ku bi modernîzasyona dewleta Osmanî re paralel e û kêm zêde hevgav e. Loma jî, nivîskar û xwendeyên kurdan jî, bi taybetî di kovarên Rojî Kurd û Jînê de, bi nivîsên xwe ên wêjeyî, tê de dixebitin da ku xwe ji form û avaniya wêjeya klasîk dûr bikin. Îcar, heta vê qonaxê (1898-1918) -min di Rengê Hebûnê de, ev qonax wekî “qonaxa ajdanê” bi nav û pênase kir-, em nikarin bêjin wêjeya kurdî dereng maye û ew digel xebatên zimanî, di hemd û şiyana xwe de pêş jî ketiye. Îcar, heke mebesta me piştî sala 1925an be ku êdî kurdî û hemû hêmanên kurdî hatine qedexekirin, em nikarin ji wê û şûnde jî bêjin, “wêjeya kurdî dereng maye.” Ji wê demê û şûnde, destkariyeke desthilatî ya derveyîn heye ku bi qedexekirinên xwe ve, peresîn û geşedana ziman û wêjeya kurdî li feksê dixe. Loma jî, me divê em ji bo vê deravê ne têgiha “derengmayîn”ê bi kar bînin. Ji ber ku di hewana têgiha-peyva derengmayînê de, bandora hêmanên hundirîn kêm zêde bi qasî ên derveyîn in jî. Yanê, dibe ku ji ber bandora hêmanên hundirîn jî dereng mabe dibe ku ji ber bandora hêmanên derveyîn jî dereng mabe. Lê belê, gava em ji bo vê deravê têgiha, “şûndehiştin”ê bi kar bînin, emê yekser û rasterast, wekî sedem, mêtingeran û pêkanînên wan nîşan bidin. Û ya rastîn jî ev e.            

Herçî şerê cîhanê yê yekem e, jixwe ew jî bi piranî dikeve nav serdem û qonaxa ku min nîşan pê kir û jixwe jê û şûnde jî êdî dema avabûna Komara Tirkiyê ye û “xemsariya pêşiyên me ya li ser netewebûn û xwedesthilatê li dar e.” Ji ber van sedeman, her çend têgiha “derengmayîn”ê çav li me dişikêne û dilê me hênik dike jî, li ser fikra min têgiheke ne cîgirtî ye û me dike hevparên pêkanînên destpêkî.

“li vir dixwazim balê bibim serê û bêjim; “heta rabûna Cizîrî, medrese di warê kurdî û wêjeya wê de ne ew qas masûm û bêguneh e.” Di vê hevoka te de peyva “masum” û “bêguneh” gelek balkêş e, di xwe de hem “îdîa”yek dihewîne û hem jî “rexne”yek li xwe bar kiriye. Hûn dikarin bi done û bûyeran ev hevoka we ya xurt û ji xwe bawer vekin?  Bêguman desthilatdariya zimanê erebî wek we destnîşan kir piştî sala 800î wek mêvanek xwe tev nade, daxwaza xwedibûne dike. Bi hêza xwe ya olî va li ser zimanan –welatên bin tesîra Îslame dane- bandora erebî bi rêya medreseyan bûye desthilatdar. Ne tenê zimanê kurdî, Îslamiyet bi kû va çûbe bandora xwe li wir hiştiye. Lê taybetbûna zimanê kurdî li derdora xwe bi zimanên din re çi qas şer kiriye û li ber xwe daye “bazara” wî her tim bi destên kolonîstan va hatiye astengkirin. Li wir emê pirsek bi şîroveyî bidin ber we. Gelo erebî ev bandora ku li ser kurdî hiştiye, li ser zimanên din ew qas bi bandor bû? An bandorbûna wê û taybetiya zimanê me çi ye?               

Ez hay jê heme ku gotina min bervekirî ye ji şaşfamkirin û manîpulasyonê re. Nexwe serê pêşîn vê bêjim; ez vê gotin-bêjara xwe, ya ku dibêjim, “medrese di warê kurdî û wêjeya wê de ne ew qas masûm û bêguneh e”, di ser dijberiya dîn re saz nakim. Ez vê gotin-bêjara xwe di ser destpêk-pêdeçûn-encama wê re saz dikim. Yanî, dixwazim bêjim, tevî ku hin aliyên erênî û bipêşxist ên medreseyan hebin jî, ji hin aliyan ve jî li pêşveçûna kurdî bûne kend û bend. Dixwazim çi bêjim.
A yekê: îro ro, tu berhemeke wêjeyî ya li ser kaxiz, li ser parşomenê nivîsî an jî wek kitêb bi hev ve dirûtî ya kurdî ya ji beriya Îslamiyetê di destê me de tune. Îcar gelo, qey kurd berî dînê Îslamê hay ji edebiyatê tunebûn? An jî gelo hebûn û ketin ber talana hin feraset û nezaniyan? Ev pirs wê her tim hebe li ser dîroka wêjeya kurdî.

A duyan; di medreseyan de, xwendin û hînbûna ilmê li ser rêzik û qaydeya yekzimaniyê ye. Ew ziman jî erebî ye. Çima? Heke armanc hînkirina dîn be, çima zimanê gelan di xwendinê de tê qedexekirin? Çima her gel mecbûr e bi zimanê erebî hînî qaydeyên dînî bibe? Heke hemû ziman ji alî Xwedê ve li mirovan hatibin bexişandin û heke hemû ziman û hemû mirov li ba Xwedê û li ser qaydeyên dînî yek bin, çima zimanê hînbûn û hînkirina dîn tenê erebî ye? Li ser van pirsan, bêyî ku li ser bersiva çimayan bisekinim, li ser pêdeçûn û encamê disekinim û dibêjim. Îro ro, kurdî li Komara Tirkiyê, qut û gilover 80 sal û bi awayekî aktîf hat qedexekirin û hê jî ji heqê xwe yê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar e. Ev reng pêkanîna asîmîlasyonîst, di lîteratura mêtingeriyê de, nav lê “Yekzimanî” ye û bi xwe re encama “Yekagahî”yê tîne û diçe digihîje “asîmîlasyona zimanî-agahî”yê. Îcar, ha te di medreseyan de, ilm û zanînê bi erebî hînî kurdan kir û te di ser “yekzimanî”yê re hemû agahî di erebî de hiştin û polîtîkaya “yekagahî”yê li dar xist û di warê şîroveya dinyewî-zanistî de hiş û mêjiyê kurdan li ser hiş û mentîqa erebî hişt, ha jî te heman tişt bi tirkî û di dibistanên tirkî de kir. Çi cudahî heye di navbera van her du pêkanînan de?.. Ez li vir behsa armanc-mebestê nakim. Helbet mebesta Îslamiyetê ne asîmîlasyon e lê belê pêdeçûn û pêkanîn, wekî encam, diçe digihîje asîmîlasyona hişî û mêjiyî. Hê jî gelek meleyên kurdan ên roja îroyîn hene, ew ên ku gihîştine dema dawî ya medreseyên bi dizîka û tê de xwendine, gava behsa ilm û zanînê dikin, hin caran di ser mentîqeke tevlihev ya erebî-kurdî diaxivin.

A sêyan: peyvên travmatîk hene di kurdî de ku yên erebî ne. Yek ji wan, peyv-lêkera “qebûl-kirin”ê ye. Ev peyv ji bo min jî travmatîk e. Ez tim li serê difikirim û dibêjim, gelo peyv-lêkera “qebûl kirin”ê, heta sala 700î ya piştî zayînê, di kurdî de tunebû ku kurd peyv-lêkera “qebûl kirin”ê bi kar tînin? An na, ev peyv ji ber qebûlkirina dînê Îslamê, belkî jî bi awayekî travmatîk, ketiye nav zimên? Bala xwe bidiyê, ez dibêjim; belkî. Yanî tespîteke zimanzaniyê nakim. Demekê min bala xwe da qalib û gotinên biwêjî ên kurmancî, min bi qasî çar gotinên qalibî peyde kirin ku her yek di deqbendeke (konteksteke) taybet de dihat wateya “qebûlkirin”ê. Ez tenê kesekî xweyî hişê lêkoler û pirskir im ku di vî warî de hin pirsan ji xwe dike û li ba xwe digihîje encamekê û dibêje, “medrese di warê kurdî û wêjeya wê de ne ew qas masûm û bêguneh e”…

Li ser van pêdeçûn û encaman, ez dikarim bêjim, bandora erebî ya li ser kurdî ne wekî ya tirkî ye. Erebî di hin waran de û di wexta xwe de, hin caran alîkarî jî li kurdî kiriye û zêde wekî mentîq destkarî li kurdî nekiriye û kurdî xera nekiriye. Lê tirkî ne wisa ye. Ji ber ku bi mebesta asîmîlasyonê li ser kurdan-kurdî tê sepandin û ji ber ku tirkî wekî mentîqî zimanekî “pirmentîq” e û ji ber ku bi awayekî fermî zextê li kurdî dike, bandoreke pir nebaş, teribkir û rûxandox li kurdî dike û bi awayekî piralî kurdî malwêran dike.

Taybetiya Rengê Hebûnê li ser kolonîzma ku li welat hatiye avakirin û edebiyata serdestan dinirxine, rexneyan dike. Temsîliyeta bindestan û serdestan dide nîqaşkirin. Pirtûk li ber têkoşîna nivîskî wezîfeyek rehberî dike. Bi destnîşankirinên we emê di qadên çawa da derbas bibin û xwe bigîhijinin kû?

Belê, Rengê Hebûnê, ji rabûna dijdesthilat û deconstructionist a Melayê Cizîrî heta bi destpêka salên 2000î, di deqbenda (konteksta) sosyo-polîtîk ya her sê kovarên ku me navê wan diyar kir, li ser temsîliyet û binavkirina ziman û wêjeya “marastiyan-bindestan” dide ber gengeşeyê. Herçî serdest in, di vê gengeşeyê de, ji dîkeyekê (other) zêdetir, wek hebûnekê, wek gewdeyekî kartêker in ku dibin sedema xwegengeşekirina bindest û marastiyan. Rengê Hebûnê, li ber têkoşîna nivîskî wezîfeyek rehberî nake. Jê wêdetir, tê de dixebite da ku hiş û mêjiyan, di biwareke din de, bide ber liserfikirînê. Rengê Hebûnê, bi taybetî di warê zimanê kurdî û di wêjeya kurdî û di deqbend û çarçoveyeke li ser hişmendiya dijkolonyal avabûyî de, gengeşeyê dike da ku karibe hin aliyên veşartîmayî, venekolayî, negotî û nenivîsî ên zimanî û wêjeyî derax bike û dayne ser sifreya kurdî. Helbet vê yekê, digel feraset, bawerkirin û hişmendiyeke dijkolonyal, bi awir û bergeheke sekuler jî vê yekê dike. Loma jî, ez di Rengê Hebûnê de, Cizîrî, Feqî û Xanî û helwesta wan ya li ser dijserdestî û hebûnê, ji rave û şîroveyên dînî yên hînkirî û ezberkirî dûr dadihûrînim.

Wekî din, ez nizanim ka emê, bi destnîşankirinên min, di qadên çawa re derbas bibin û bigihîjin ku derê. Lê rast e, min hin fikir, qonax, hewldan, sedem, pêkhatin û avabûn destnîşan kirine û ew danîne ser sifreya gengeşekirinê ya kurdî û wêjeya kurdî. Helbet pêwîst e ew fikir, pênase û destnîşankirinên min werin gengeşekirin, xwendinên hûrehûr li ser wan bên kirin û kîjan ji wan fikiran, pênasekirinan, binavkirinan û destnîşankirinan rast û rastîn bin, ew bên berbelavkirin û kîjan ji wan ne rast û ne rastîn bin, piştî destnîşankirina sedemên nerastbûna wan, ji şîpa demê re bên hiştin.

Hêla edebî û mêtingeriyê da em zanin ku berhemên çi edebî çi akedemîk li ser gel û welatê me gelek kêm in. Rengê Hebûnê derbeyek li vê kêmasiye dixe û bi zimanê xwe hebûna xwe ava kiriye. Rêngê Hebûnê li ser pêşaroja akedemiya zimanê me, wê bandorek çawa bihêle û nêzikbûna akedemiya kurdî çawa bû? Û di paşxaneya Rengê Hebûnê de we astengiyên çawa dî?   

Rengê Hebûnê, gazîkirinek e ji bo gengeşekirin û danîna heqî û rastîniyê ya li ser sifreya kurdî û wêjeya kurdî. Her wiha, Rengê Hebûnê, beşdarbûnek e ji bo geşedaneke zimanî û wêjeyî ya xwe ji ber çerxa asîmîlasyonê û windabûnê filitandî û xwe dayî ber asoya xwe(ve)avakirinê. Û Rengê Hebûnê, ronîdanek e li ser qonaxa navbera salên 1992-2004an, yanî qonaxa ku kovarên Rewşen, Jiyana Rewşen û Rewşen-Name, derçûn û digel wê jî hewldanek e ji bo diyarkirina şûngeheke zimanî û wêjeyî ya berxwedêr, dijserdestî û dijkolonyalî.

Bandora Rengê Hebûnê ya li ser paşeroja akademiya zimanê me û wêjeya me, heke çêbibe bandoreke wisa, ewê bi demê re derkeve rastê. Helbet ew bandor jî, wê dîsa bi gengeşekirina li ser pirtûkê, analîzkirin û destnîşankirinên şaştî, heqî û rastiyên wê, aşkere bibe û emê jî karibin pê bizanibin.

Herçî nêzikbûna akademiya kurdî ye, ji ber ku di akademiya heyî de hema bêje mijara hemû tezan “wekî-nêzî” hev in (an li ser ziman in, an li ser folklorê ne an jî li ser klasîkan in) ez dikarim bêjim, mijara ez li ser xebitîm û min hûrgeriyê tê de kir, ji bo vê derdorê hinekî xerîb û pir cuda bû. Lê digel wê jî, tu astengî çênebû û tu hijik li pêş min nehat danîn.

Asîmîlasyona ku li ser civak û nifşan wê demê hatiye meşandin. Rewşen û xebatkarên wê jî li dijî vê pergala tunekirinê qadek vekirine. Ev qada ku vekirine îro em bi saya pirtûka we li ser hûr dibin. Çaxê em ji serdema Rewşenê derkevin û werin roja xwe em çi dibînin û li ser Rewşenê me çi zêde kir/iye?  

Ji hêlekê ve bersiva vê pirsê zehmet e. Ji ber ku destnîşankirin û binavkirin dijwar e mirov karibe xweşikî û bi zelalî bêje wan kovaran bandoreke wisa li nifşên piştî xwe kirine û rengê xwe dane. Ji ber ku di nifşên nû de gelek kes hene tu bandorên van kovaran li wan nebûye û tew jixwe hin kes hay jê jî nîn in û hin kes jî hay jê hene û ne li ser qebûleke bandorên wan in. Ev yek normal e jî. Lê ji aliyekî ve jî gelek hêsan e mirov karibe bêje çi li ser peyrewên xwe, li ser nifşên li pey xwe zêde kirine. Helbet, dikarim bêjim, ez jî tê de, hejmarek ji nivîskarên vê dem û pêla em tê de, hem xwendox hem jî nivîskarên wê qonaxa Rewşenê ne û rengê ku niha di berhemên me ên zimanî û wêjeyî de dide der, bi taybetî ji rengê Rewşen û Jiyana Rewşenê ye. Qonaxa van her du kovaran, yanî “qonaxa geşedanê” -min di Rengê Hebûnê û di warê wêjeya bi helwesta dijkolonyal de, ew qonax, wekî “qonaxa geşedanê” bi nav û destnîşan kir- sedem û hokareke taybet û diyarker e di berdewamî û guherîna ziman û wêjeya kurdî de. Helbet ev guherîn hemû ne guherînên erênî û ên qebûlê ne. Lê belê aliyê diyarker yê van guherînan, îro ro di berhemên zimanî û wêjeyî ên nivîskarên ku wê hingê rabûne û dinivîsin, dide der. Û ji berhemên wan jî diyar e ku hişberiya zimanî û wêjeyî, digel sosyo-polîtîka zimên û wêjeyê, çi li roja îroyîn zêde dike. Û reng û taybetiya beloq û berbiçav ya wê bandorê ev e: “Wêjeya ku bi tevî zimanê xwe li ber xwe dide û xîçek jî ji qaqiboya xwe nayê xwarê.”

Herçî nivîskarên wek temen ciwan û ên endamên nifşên nû ne, ez wisa bawer dikim, divê mirov lêkolîneke hûr li serê bike da ku karibe destnîşan û diyar bike ka çi bandor li wan bûye, -an jî gelo bandor li wan dibe?- û ew bandor bi çi rengî ne. Helbet ji bo vê jî, divê hemû hejmarên her sê kovaran di çend cildan de ber bi hev bên anîn û werin çapkirin da ku lêkoler bixwînin û van bandoran tespît bikin. Ji bo wê yekê jî xebatên min çûne serî û ger lêçûna wê ya giran bê çareserkirin, her sê kovar wê herî kêm bi çar cildên xwe ve di refikên pirtûkxaneyan de cî li xwe xweş bikin.

Serdemek zimanê erebî serdest bû li aliye din serdestbûna farisî hebû. Îro jî –gelê Bakur- zimanê Tirkî. Di nav her sê zimanan da edebiyata me kir û nekir xwe negihand cîhanê. Lê îro hem hejmara kesên dixwînin hem jî a pirtûkan her ku diçe zêde dibe. Ferheng û kovarên me her ku diçin zêde dibin. Bi wê nêrînê em li kû ne û em bi kû va diçin?

Wek berê jî min got, em di wê şûnê de ne ku diviya em li wir bûna. Li gorî çi? Li gorî dîroka ziman û wêjeya me ku pir tişt li wan qewimîne û gelek caran berbend li wan asê bûne û rê li wan hatine birîn. Li ser vê deravê, helbet kîjan ziman û kîjan wêje bûya jî wê rewş lê wiha bûya. Asîmîlasyona ku naqede û ewê tu carî neqede… Yanî ne ji ber ku dixwazim bêjim emê azad nebin, naxêr, piştî em azad bibin û her heqê xwe bi dest bixin jî asîmîlasyon tiştekî neqed û bêdawî ye. Gava carekê dest pê kir û ciyê xwe xweş kir, êdî dikeve her şanekên marastiyan û kesên asîmîlekirî. Li bakur, çi kesê ku endamê nifşa sêyem û çarem e, ji gelek aliyan ve derbên asîmîlasyonê lê ketine û tê de bi cî bûne. Rengê Hebûnê, ji hêlekê ve, li ser têgihên ku hûrgeriyê di wan de dike, wekî pêşencama çalakgerî û xebatên dekolonîzasyonê, hin peyt û destnîşankirinan dide der û hin pêşniyazan jî datîne ser sifreyê. Yek jê ev e; “qonaxa geşedanê” ew qonax e ku li ser berxwedan û pêdagiriyên xwe ên li ser “hebûna xwe”, bersivê dide pêkanînên mêtingeriyê ên asîmîleker û tuneker û dibêje, “dibe ku te zimanê me kiribe cewêlekê (subaltern) zimanê xwe lê em û zimanê me hene û em dikarin pê biaxivin û va ye em diaxivin; em wekî xwe diaxivin, em bi zimanê xwe diaxivin û em pê heyî dibin”… Ev ne tenê angaşt e, di heman demê de dannîşan e û praxis (praksîs) e jî. Yanî ne tenê hema bi gotinan li dijî kirinên mêtingeriyê radibe û dengê xwe dide der, di heman demê de, pêk jî tîne. Xwe ji tu tiştî naşo, xwe ji tu tiştî nade alî, xwe ji tu tiştî venakişîne û bi ser de jî “qaqibo” dike li ber serdestiya zimanî û zanavî (identity) ya mêtingeriyê. Yek jê jî ev e: endam û pêkhênerên “qonaxa geşedanê” hay ji ‘melezî-durehî’ya xwe hene dizanin bandora zimanên serdest ên wekî tirkî, erebî, farisî, îngilîzî, elmanî û hwd li wan bûye. Loma jî, xwe ji vê melezîyê nadin alî û bala xwe dibin ser hin awayên nûbûyî ên zimanên din ku li gorî şertûmercên rojane ji nû ve hatine danandin û ji bo zimanê xwe, ji bo awayên dîtir ên derbiranê, rengên ji zimanên din bi kêrî xwe tînin. Û di warê zanîna giştî de, bandorhildana xwe ya ji zimanên din mandele nakin û xwe ji melezbûna xwe ya bêhemdî xwe û ne li ser tercîha xwe dûr nahêlin. Û bi zanîn û agahiya ji wan zimanan hildayî, heta jê tê, hewlê didin da ku derbiranên dîtir ên zimanî û wêjeyî di zimanê xwe de ava bikin û bidin der. Meleziya zimanî ya kurdan, her çend ji ber pêkanînên serdestîya mêtinger çêbûbe jî, “qonaxa geşedanê” vê yekê berevajî dike û bi praxisa xwe ya bi kovaran, li şûna “meleziya xwestî (jidil)” tercîha xwe li ser “meleziya berevajîker” dike û hemû zimanên din ên li dinyayê serdest û li ber çavan, ji bo pêşketin û geşedana zimanê xwe dike alav û destikê kêrê. Helbet gelek xalbend hene ku bêjim, lê ez yeka din a girîng jî bêjim û bersivê bihêlim ji pirtûkê re. Yek jê jî ev e: praxisa wergerê. “Qonaxa geşedanê” wergerê tenê wekî qulibandina zimanekî bo zimanê dîtir qebûl nake. Di vê qonaxê de, bi taybetî di kovara Jiyana Rewşenê de, pêşketineke şoreşî li dar dikeve di biwara wergerê de. Di kovara Rewşenê de, nivîsarên zanistî ên li ser zimên ji çar pênc zimanên cuda li kurmancî tên wergerandin. Lê wergerandinên wêjeyî zêde tê de cî nadin xwe. Kovara Jiyana Rewşenê, di warê wergerên wêjeyî de, dîsa dibe sergovend û bi piranî helbest û çîrok ji gelek zimanan bo kurmancî û kirmanckî tên wergerandin. Herçî kovara Rewşen-Nameyê ye, sê hejmaran derdikeve û di her sê hejmaran de jî ji nivê zêdetir nivîsar, ên ji zimanên din bo kurmancî û kirmanckî wergerandî ne. Û her sê kovaran, vê yekê ne tenê li ser wergerê dikin, helbet bi bixwebaweriyeke xurt, bêjareke (discourse) dijmêtinger saz dikin ku bêjar ji mêtingerê asîmîleker re dibêje, “tu çi qas jî bêjî ‘tu tune yî’ û tê bixebitî min tune û winda bikî jî, va ye ziman û çand û derbiranên zimanê min têrî hemû ziman û derbiranên wan dike… û ez bêyî ku li benda qebûlkirina te ya hebûna min bisekinim, dibêjim; EZ HE ME!”     

Xebatên we yê nû henin? Ger hebin em ê kîngê bixweynin?   

Li ser dabaşa dijmêtingeriyê, bo vî qasî, tenê hin proje hene di serê min de. Jê pêvtir jî jixwe sê berhem hene li ber çapê. Du jê nivîsarên rexne-analîzên wêjeyî û zimanî ne, yek jê jî romaneke bi navê ŞADOR e.

(Çavkanî: Gazeteduvar)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin