Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Dijminatîya Piştî Mirinê Hovîtî ye

A+A-

“Vê Sibehê, her ku hovîtîya we boykot dikim, azadtir dibim, bilindtir dibim.”

*Ehmed Huseynî

 

Evî welatê ji azadî û aramîyê dûrtir gellek êş dîtin. Gellek derd û kul kişandin ku nayên gotin.

Tu peyv, tu hevok nikara wan hovîtîya bîne ziman. Ev tiştên ku hatine kirin û ku hîn jî tên kirin durû mafê mirova ye. Ev tiştên sosret ne di tu kitêbên dînî de û ne jî di tu kitêbên qanûnî de nayên tasdîkkirin û nayên teşvîkkirin. Lê dîsa jî dînekî nu hatîye avakirin û li gorî vî dînê nû jî qanûnên nû hatine çêkirin ku durî ehlaqîyê û durî mirovatîyê ne. Ku navê vî dîn û sîstemê “Hovîtî ye”. Bi navê  ku hatî naskirî: Faşîzm e!

Di vî welatê wêran û bê xwedî de, gellek caran zarok sêwî mane û dê û bavên wan hatine kuştin. Gellek caran jî zarok hatine kuştin û dê û bav bê zarok mane. Gellek caran ciwanên rind û delal hatine kuştin, jin bê mêr û mêr jî bê jin mane; dildar û dilda ji hev veqetandine.

Herçend hin caran bi emrê Xwedê hin mirov rehmet kiribin jî vê pergala hovane rehetî ji mirovan re û ji şîndaran re hizûr nehiştîye.

 

“Berxikek

Piştî gurmînekê

Piştî balafir çû

Devê xwe gerand

Ne guhan dît

Ne kerî dît

Ne jî careke din çû ser avê”

*Şêrko Bêkes

 

Dîya parlementera Kurd ya Aysel Tugluk rehmet kir. Xwedayê Dilovan gunehên wê efû bike û cihê wê bike bihuşt.

Piştî mirinê hertişt diqede. Hevok diqedin, kenê li ser lêvan diqede û bê dengî kirasê xwe li şîndaran dike.

Tevlî Aysel Tugluk û hin kesên hêja xwestin cenazê Hatun Tuglukê defin bikin. Lê mixabin hin mirovên ji mirovatîy carek din derketin pîyasayê û nehiştin cenaze bê definkirin.

Li nîvê payîtexta Tirkîyê û di rewşa awarte de gellek zebanî li hev kom dibin û êrîşî ser cenazeyê dikin. Polîsê li wir jî wan temaşe dikin û bi tu awayî têkilî wan zebanîya nabin û hovîtîya wan temaşe dikin.

Ev tişta ecêb ku hatî kirin di tu dînên semavî û mistîk de tune ye. Di ehlqa dijmaninatîyê de jî nîn e.

Dema cenazeyekî ne misilman di ber Hz. Muhammed re derbas dibe, pêxember bi rêzdarî rabe dibe ser pîya û hurmet dide cenazeyê.

Di dema şer wextê kuştin û birîndar çêdibe; serleşkerên her du alîyan şerî didin rawestandin û mirîyên xwe vedişêrin, birîndarê xwe derman dikin.

Di dema şer de û di dema dijminatîyê de wextê mirin çêdibe dijminatî jî diqede û şer jî diqede.

Lê kesên faşîst û kesên hov herdem derdikevin pêş û rewşên xirabtirîn ava dikin. Ev rewşên xirab jî dilê me dişewitîne û derûnîya me serobino dike.

Vê axê û vî gelî gellek êş û kul kişandine û di nava van derd û kulan de jîyana xwe derbas kirine. Bi hêvîya ku ev millet jî rojê xweş û geş bibînî.

Xwedayê dilovan di Qur’ana Pîroz de dibêje: “Feînna meel ûsrî yusren. Înna meel ûsrî yusren.” Mane wê wiha ye: “Vêca bi rastî li dû her tengasîyê firehî tê. Dîsa bi rastî li dû her tengasîyê firehî tê.” (Sûrê Înşîrah, Ayet: 5-6)

Înşallah ev rojên reş û tarî dê li paş me bimînin û wek her kesî em ê jî bighîjin xweşîyê.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin