Di Zarok TV De Ji Bo Dûblaja Zazakî Xebatê Atolye dest pê dikin

Di Zarok TV De Ji Bo Dûblaja Zazakî Xebatê Atolye dest pê dikin

Zarok TV kanaleke zarokan e û di weşanên xwe de cih dide her du zaravayên Kurdî: Zazakî û Kurmancî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Zarok TV roja avakirina xwe di weşanên xwe de cih dide her du zaravayên Kurdî Zazakî û Kurmancî û ji nava Kurdan de xwêdîyê cihêkî taybet e û ji bo fêrbuna Kurdî xizmetekî gelekî xweş û bi feyde dike.

Kanal ji bo ku hîna fireh cih bide zaravayê Zazakî dest bi xebatekî nû kir.  Ji navbera tarîxa 10-15 Sibatê ji bo dûblaja zazakî xebata atolye dide dest pêkirin û mirovan perwerde dike. Heta nika gelek serlêdan çêbune û rêverbirên kanalê dixwazin têkilî bi yên ku eleqedar in, yên ku  xwêdi zazakî derkevin û ji alîyê dûblajê xwe pêşve bibin re deynin.

Me ji bo vê xebata Zarok TVyê ji rêvebirên Zarok TVyê agahî xwest û Beşa Kargeha Dûblajê  agahîyek berfireh ji me re rêkirin.

Agahîyên ku Beşa Dûblajê ya Zarok TV dane wiha ne:

DERBARÊ KARGEHÊN DÛBLAJÊ DE

Di xebatên Zarok TV’yê de rabirdûya beşa dûblajê ne nû ye. Hema hema roja ku xebatên televizyonê dest pê kirine dûblaj jî xebatên xwe meşandine. Di nava çend salan de gava ku em li xebatên hatine kirin dinêrin hejmar û asta van xebatan ne hindik in. Ev xebat bi xwe re asteke baş jî derxistîye holê. Ji alîyê teknîk, naverok, hejmar û çawanîyê ve gihîştîye asteke berbiçav. Vê gavê wekî ku di hemû karên ku têne kirin yê Zarok TV’yê de beşa dûblajê jî di bin banê televizyonê de tê meşandin. Ev mijar gelek girîng e, gava ku dûblaj di nava xebatên televizyonê de were meşandin asta xebatên ku têne kirin jî ji ber xwe ve baş dibe. Gelek caran karên ku têne kirin dubare dubare ji nû ve têne kirin. Ji ber ku hinek kar gelek caran di encama ceribandinan de çawanîya wan baş dibin.

Zarok TV weşana xwe bi sê zaravayan dike. Belkî jî di cîhanê de mînaka televizyoneke wisa tune ye. Helbet ev pêdivîyeke sereke ye. Ji ber ku rewşa civata me ev e. Em jî ji neçarî divê li gorî vê pêdivîyê tev bigerin. Lê ev taybetî giranîya karê me herî kêm du caran, sê caran zêde dike. Vê gavê di bin banê beşa dûblajê de xebatên zaravayê kurmancî û zazakî têne kirin. Dûblaja zaravayê soranî jî em ji derve didin çêkirin. Dûblaja zaravayê soranî ji bo me karekî nû ye û di demeke kurt de em ê li Başûr studyoya zaravayê soranî ava bikin.

Ji bo zaravayê kurmancî ji ber ku piranîya kurmancîaxêv û perwerdehîya ku tê kirin ji alîyê kastê ve zehmetî wekî zaravayê zazakî nayê kişandin. Her çi qas ji alîyê çawanîyê ve pirsgirêk hebin jî bi xebatên baştir dikare werin sererastkirin. Lê rewşa zaravayê zazakî cuda ye. Ji alîyê kastê zehmetîyeke mezin tê kişandin. Belê vê gavê hemû xebatên dûblajê ku bi kurmancî têne kirin di heman demê de bi zazakî jî têne kirin. Ji alîyekî ve ev xebat wek ast li gorî gelek karan di eslê xwe de xerab nîn in. Lê di encamê de em dibînin ku xebata heyî dikare ji vê astê gelek baştir be.

Bi vê mebestê di bin banê Zarok TV’yê de me kargeha dûblaja zazakî da dest pê kirin. Di navbera 10-15 Sibat 2020’an de em ê kargehekê li dar bixin. Heta niha eleqeyeke baş çêbûye ji bo kargehê. Em wisa hêvî dikin ku ew ê her biçe eleqeya ji bo xebatên zazakî baştir bibe. Ev kargeh dibe ku destpêk be, di demên pêş de em ê xebatên bi vî rengî zêdetir bidomînin.

Di nava kargehê de taybet em ê li ser rastxwendin û denglêdana zaravayê zazakî rawestin. Dîsa di nava perwerdehîyê de bikaranîna dîyaframê, artîkulasyon û lîstikvanî hebe. Piştî kargehê ji hevalên ku beşdar bûne û yên ku dikarin di vî warî de pêş bikevin em ê ji bo bernameyên ku di Zarok TV’yê de tên weşandin kasteke berfireh ava bikin.

Piştî kargeha zaravayê zazakî em ê kargeha zaravayê kurmancî jî bidin destpêkirin. Em hêvî dikin ku ew ê roj bi roj ev xebatên me geştir bibin.

 

Rûpela Nû-Amed

 


whatsapp-image-2020-02-08-at-13-05-41.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin