Di 24 demjimêran de 25 caran êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin

Di 24 demjimêran de 25 caran êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin

.

A+A-

Li gorî şopandinên Rûdawê, Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de bi 25 dron û mûşekan hat bombebarankirin.

Di encama êrişan de şehîd û birîndar hene.

Her wiha 2 kampên penaberan jî bûn armanca êrişan.

Piraniya êrişan li Hewlêrê ne

Ji wan mûşek û dronên ku di 24 demjimêrên borî de avêtina Herêma Kurdistanê, 20 ji wan li Hewlêrê ketine û 5ên din jî li parêzgeha Silêmaniyê ketine.

Yek ji wan êrişan bi 6 mûşekan li dijî hêzeke Fermandariya Herêma 1ê ya Hêzên Pêşmergeyan pêk hat.

Ev êriş li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê çêbû.

Li gorî çavkaniyeke bilind a ku ji Rûdawê re axivî, di êrişa mûşekî ya li ser Pêşmergeyan de 6 Pêşmerge şehîd ketin û zêdetirî 20 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Hûrgiliyên êrişan

Hûrgiliyên êrişên 24 demjimêrên borî bi vî rengî ne:

Derdora demjimêr 03:00yê berbanga îro, bi 6 mûşekan hêzeke Pêşmergeyan li Îdareya Serbixwe ya Soranê hat bombebarankirin.

Derdora demjimêr 03:00yê berbanga îro, dronek li asmanê Hewlêrê hat têkbirin û ket xwarê.

Derdora demjimêr 12:00yê şeva duşemê, 5 dron li asmanê Hewlêrê piştî ku hatin têkbirin ketin xwarê.

Paşmayên piraniya wan li taxên Sêbîran, Gird Cotyar û gundê Gezneyê ketin.

Derdora demjimêr 11:00yê şeva duşemê, dronek li asmanê Hewlêrê hat têkbirin.

Derdora demjimêr 08:00yê şeva duşemê, 2 dron li asmanê Hewlêrê hatin têkbirin û paşmayên wan li taxên bajêr ketin.

Kampa penaberan jî hat bombebarankirin

Şeva duşemê, dronek li bilindahiyên Kesnezanê ya Hewlêrê ket xwarê.

Berpirsekî ewlehiyê ji Rûdawê re got, "Dron li cihekî ketiye ku kes lê nebûye û ti zererên canî çênebûne."

Şeva duşemê, bi dronekê kampa malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Girdeçalê ya li nêzîkî bajarê Hewlêrê hat bombebarankirin.

Şeva duşemê dronek li asmanê Soranê hat xistin.

Roja duşemê derdora demjimêr 05:30î sibehê, dronek piştî ku ji aliyê hêzên parastinê ve hat têkbirin, ket ser malekê ya li taxeke Hewlêrê û ji ber vê yekê agir bi malê ket.

Êvara duşemê, dronek li Dola Alaneyê ya li navçeya Xelîfanê ya Hewlêrê ket xwarê.

Şeva duşemê bi dronê kampa malbatên Pêşmergeyên yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li navçeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê hat bombebarankirin.

Êvara duşemê li gundekî Îdareya Serbixwe ya Germiyanê ya li parêzgeha Silêmaniyê 4 dron ketin xwarê.

Hîn ne diyar e ka bi xwe ketine yan jî hatine xistin.

Êrişên li dijî Herêma Kurdistanê hevdem li gel şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kiriye, tên kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin