
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
.
Îro bi dron û mûşekan êrişî hêzeke Pêşmergeyan a li Pêçên Spîlkê yên navçeya Xelîfanê hat kirin.
Xelîfan bi ser Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ve ye.
Li gorî amarên destpêkê 6 pêşmerge şehîd ketine.
"6 pêşmerge şehîd ketin"
Êriş îro derdora saet 03:00yê berê sibeha pêk hatiye.
Li gorî çavkaniyên Rûdawê, ji ber êrişa li ser Hêzên Pêşmergeyan 6 Pêşmerge şehîd ketine.
Her wiha 20 heta 25 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Wê çavkaniya Rûdawê her wiha got, "Êriş bi mûşek û dronan hatiye kirin lê em hejmara wan nizanin.
Niha em mijûlî pêvajoya bijîşkî ya dadî ya cenazeyên şehîdan in."
Li gorî agahiyên Rûdawê, di êrişan de herî kêm 5 mûşek û dron hatine bikaranîn û hinek ji wan li asmanan hatine têkbirin.
Nasnameya şehîdan
Navên 6 Pêşmergeyên şehîd ev in:
Ramîn Adil
Şehab Bêxşaşî
Rêber Ebdula
Zikrî Bêxşaşî
Piştîwan Mela Mûsa
Keywan Muzefer
Fermandariya Herêma 1ê ya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ragihand ku îro baregehên Fîrqeya 7an di du demên cuda de bûne armanca mûşekan.
Li gorî daxuyaniyê îro demjimêr 01:50î bi 5 mûşekan êrişî baregeha fîrqeyê hatiye kirin.
Her wiha demjimêr 02:50î jî careke din êrişî nêzîkî baregeha fîrqeyê hatiye kirin.
Ev êrişa ku bi mûşekekê pêk hat, li nêzîkî gundê Kelekînê bû.
Lêkolîn didome
Fermandariya Herêma 1ê diyar got, "Em tekez dikin ku hêzên me di amadehiya temam de ne û lêkolîna li ser çavkaniya êrişan didome."
Zêdetirî 400 dron û mûşekan
Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 400 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.
Hinek ji van êrişan rasterast li ser hêzên Pêşmergeyan bûn.
8 kesan canê xwe ji dest dabû
Ji xeynî êrişa îro, ji ber êrişên berê li Herêma Kurdistanê 8 kesan canê xwe ji dest daye.
Yek ji wan karmendekî asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.
6 ji wan Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê bûn û yek jî leşkerekî Fransayê yê li Hewlêrê bû.
Êrişî Konsulxaneya Amerîkayê jî kirin
Doh bi şev, ji xeynî êrişa li ser wê deverê, çend dron ber bi Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê û balafirgehê ve hatin şandin.
Ew dron ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatin têkbirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin