
Fuad Husên: Hinartina petrolê sekiniye, metirsiya şerê navxweyî heye
.
Rojhilata Navîn di nav agirê şerekî giran de ye. Ev 23 roj in şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de bênavber didome. Di vê rewşa aloz a herêmî û navxweyî de, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Dr. Fuad Husên ku beriya çend mehan ev şer bi rastî pêşbînî kiribû, di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de nexşeya siyasî, leşkerî û aborî ya herêmê û Îraqê radixe ber çavan.
Dr. Fuad Husên di vê hevpeyvînê de hişyariyên pir tund dide û eşkere dike ku şer ne tenê di demeke nêzîk de raneweste, belkî dê berfirehtir jî bibe. Her wiha ew hûrgiliyên name û dan û standinên nehênî yên beriya şer ên di navbera Îran û Amerîkayê de jî eşkere dike.
Îran di nav agir de ye, Îraq li ber devê agir e!
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê diyar dike ku eger Amerîka û Îsraîl li binesaziya aborî ya Îranê (petrol, gaz, kareba) bidin, dê rewş ji bo gelê Îranê bibe karesat û aboriya cîhanê jî têk biçe. Li ser pirsa ewlehiya navxweyî ya Îraqê, ew bi eşkereyî dibêje: "Îraq nêzîkî agir e."
Dr. Fuad Husên rexneyên giran li komên çekdar ên derveyî dewletê digire û diyar dike ku ew bi êrişên xwe, Îraqê ber bi nav wî agirê wêranker ve dikişînin. Ew tekez dike ku hikûmet bi tenê nikare wan koman kontrol bike, lewma daxwazê ji serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê dike ku bi eşkereyî helwestê nîşan bidin, eger na metirsiya derketina şerê navxweyî heye.
Hinardekirina petrolê sekiniye, lê dayîna meaş garantî ye
Yek ji mijarên herî hesas ên vê hevpeyvînê, krîza aborî ya li ber deriyê Îraqê ye. Dr. Fuad Husên eşkere dike ku ji ber metirsiyên şer û nebûna bîmeyê ji bo keştiyan, hinardekirina petrola Îraqê bi temamî sekiniye û hilberîn jî rawestiyaye.
Di vê qonaxa xeternak de, ew giringiya boriya petrola Herêma Kurdistanê tîne ziman ku niha rojane 250 hezar bermîlan dişîne bazaran û ew wekî nefeseke girîng ji bo Îraqê dinirxîne. Li ser pirsa debara xelkê û debarê, ew dilsaxiyê dide ku yêdaga Îraqê niha baş e û hikûmet dikare heta pênc-şeş mehan meaşan bide.
Diyaloga PDK û YNKyê sekinî ye
Di mijara siyasî de, Wezîrê Karên Derve diyar dike ku proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê hem ji ber şerê herêmê û hem jî ji ber rijdiyana Nûrî Malikî rawestiyaye. Li hêla din, ew eşkere dike ku li ser pirsa postê Serokkomarê Îraqê, ti guftûgo û rûniştinek di navbera PDK û YNKuê de nîne û her tişt sekinî ye.
Hevpeyvîna pêşkêşkarê Rûdawê Senger Ebdulrehman a bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên re wiha ye:
Rûdaw: Bîra te ye berê gava min ji te pirsîbû, te gotibû rewş ber bi şer ve diçe.
Fuad Husên: Belê.
Rûdaw: Niha cenabê te di pêwendiyên xwe yên navdewletî de berdewam î û pêwendiya te bi berpirsên herêmê û wezîrên karên derve yên herêmê re heye. Niha ji min re bibêje, dê şer berfirehtir bibe yan dê ber bi agirbestê ve biçe?
Fuad Husên: Nexêr, her şerekî bi dawî dibe. Pirs ew e ku dê kengî û çawa bi dawî bibe? Pêşbîniya min ew e ku ev şer dê ji bo demekê berfirehtir bibe û piştî wê dê agirbest çêbibe yan jî dê bi xwe raweste. Mînak, Amerîka dê rabigihîne ku bi ser ketiye, bi wî awayî, lê dê ji bo demekê berfirehtir bibe.
Rûdaw: Yanî di demeke nêzîk de raneweste?
Fuad Husên: Paşê nizanim lê tiştê ku ez dixwînim ew e ku Amerîka û Îsraîl gefa lêdana binesaziya Îranê dixwin. Mebesta min ji binesaziyê ne tenê binesaziya leşkerî ye çimkî 20 roj in li binesaziya leşkerî didin lê binesaziya aborî yan ew binesaziya ku pêwendiya wê bi jiyana xelkê ve heye. Wekî mînak; kareba, petrol, gaz, benzîn û av. Eger li wan binesaziyan bidin, ez rastiyê bibêjim, dê rewş ji bo xelkê Îranê gelekî aloz û zehmet bibe.
Rûdaw: Gelo dê tiştekî wisa bikin?
Fuad Husên: Gef wisa ne û bi vî awayî diçe, herî kêm. Rast e Serok Trump di mijara petrol û gazê de hestiyar e çimkî ew yek bandorê li aboriya cîhanê û li rewşa navxweyî ya Amerîkayê dike çimkî benzîn çi qasî biha bibe, welatiyê Amerîkayî ew qasî hesabê ji bo berîka xwe û bihabûna benzînê dike û ew yek jî dê bandorê li wan hilbijartinên ku tên bike, ku jê re dibêjin hilbijartinên nîvdemî yên Kongreyê. Ew (Donald Trump) wî hesabî dike lê berdewambûna pirsgirêkê li Kendavê û li Tengava Hurmuzê jî dê enerjî, petrol û gazê biha bike. Paşê, hêdî hêdî li nava Amerîkayê, çi li Kongreyê be, çi di nava raya giştî de be, çi li rojname û televîzyonan be, dê ev pirs bê rojevê ku dê ev şer çawa be, heta kengî be û ji bo çi ye? Ji bo ku ji wê pirsê rizgar bibin, pêwîst e yan wisa difikirin ku derbeyeke mezin li Îranê bidin. Vêca rastiyê bibêjim, cihên din nemane. Li hemû binesaziya leşkerî xistine, ligel vê yekê jî Îran dîsa êriş dike û dîsa derbeyên xwe li wan dixe. Wê rojê mûşekek avêt Girava Garciayê ku Amerîkî lê ne û nêzîkî 4 hezar kîlometreyan dûr e. Wateya wê ew e ku mûşekên wê yên dûravêj hene. Îran di parastina xwe de didome. Dibe ku lawaz bûbe lê didome. Li gorî pêşbîniya min, li benda wê yekê nebûn, dema ku dest bi şer kirin li benda tiştekî wiha nebûn.
Rûdaw: Amerîka û Îsraîl?
Fuad Husên: Belê, li gorî pêşbîniya min.
Rûdaw: Li benda wê şiyana leşkerî ya Îranê nebûn?
Fuad Husên: Li gorî pêşbîniya min li benda wê yekê nebûn çimkî derbeya yekem li serkirdayetiyê hat xistin, ango saet 09:30î bi dema Tehranê, êrişa yekem li ser serkirdayetiyê, ango Rêber û her kesê ku li derdora wî bû hat kirin. Pêşbîniya wê yekê kirin ku eger derbeyê li serkirdayetiyê bixin, dê li Tehranê guhertin çêbibe û dê xelkekî din were ser desthilatê. Modela Venezuelayê li cem Amerîkiyan zelal bû, diçin serok dibin û paşê guherîn çêdibe û hinek kes tên ser kar ku dê bi Amerîkayê re bixebitin. Ev pêşbîniya wan hebû.
Rûdaw: Xwendina wan xelet bû?
Fuad Husên: Di wê mijarê de nirxandina wan xelet bû.
Rûdaw: Amerîka û Îsraîl ketin tengasiyê? Ketin şerekî ku nikarin jê derkevin?
Fuad Husên: Nexêr, ez wisa nabînim. Bi dîtina min armanceke Îsraîlê ya cuda ji ya Amerîkayê hebû. Amerîkayê xwest serkirdeyan biguhere da ku serkirdeyên din bên, ne ku rejîmê biguhere. Yanî armanca Amerîkayê ew bû û wan bi xwe jî qal dikir, lê Îsraîlê xwest her tiştî biguhere û şerekî wisa bike ku li Îranê alozî derkeve. Di stratejiya her du aliyan de cudahî hebû.
Rûdaw: Cudahî hebû.
Fuad Husên: Belê, cudahî zelal bû.
Rûdaw: Niha ti hewldanek heye ji aliyê welatên herêmê ve ji bo bidawîkirina şer?
Fuad Husên: Hewldan hene lê rewşa şer rê nade. Yanî hewldan û axaftin hene, ez rastiyê bibêjim.
Rûdaw: Kî?
Fuad Husên: Ji hemû aliyan ve axaftin hene, çi bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re be, çi bi xelkê din re be, şandin û wergirtina peyaman heye lê dengê şer rê nade ku dengê guftûgoyê bi ser bikeve.
Rûdaw: Gelo di navbera Amerîka û Îranê de peyam û pevguherîna peyaman heye yan na?
Fuad Husên:: Di navbera wan de bi xwe nîne, bi awayekî nerasterast gelek in.
Rûdaw: Guftûgoya nerasterast heye?
Fuad Husên: Guftûgo nîne, ez nabêjim guftûgo ye lê nêrînek tê derbirîn û diçe cem kesekî, wezîrekî, ew jî nêrînê ji bo aliyê beramber vediguhêze. Yanî guftûgoyeke rasterast nîne. Guftûgo nîne.
Rûdaw: Hûn wekî Îraq, ti hewldaneke we ji bo agirbestê heye?
Fuad Husên: Ez naxwazim qala wê bikim lê erka me ew e ku em nehêlin şer were nav Îraqê. Ji bo ku em nehêlin şer were nav Îraqê jî, bê guman divê em di pêwendiyê de bimînin.
Rûdaw: Kek Doktor, ez ê bêm ser wê yekê ku gelo şer li Îraqê heye yan na lê her li ser berfirehbûna şer, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan piştî serdana xwe ya ji bo çend welatên Kendavê got, îhtîmal heye ku welatên Kendavê jî bersiva êrişên Îranê bidin. Gelo ev yek nayê wê wateyê ku dê şer berfirehtir û dirêjtir bibe?
Fuad Husên: Welatên Kendavê heta vê kêliyê bersiv nedane, ev e rastî, lê ew jî gelekî hestiyar in ku şer nekeve nav mala wan jî, ango bi berdewambûna şer, ew jî nebin beşek ji şer. Rast e êrişî wan tê kirin û bi awayekî nerasterast beşek in ji şer lê gava ku ew jî bikevin nav şer, wateya wê ew e ku dê li navçeya Kendavê di navbera welatên Ereb ên Kendavê û Îranê de şer hebe. Ev gelekî giran e. Tu dizanî çima giran e? Yekem, ew jî pê dihesin ku eger ev şer bibe beşek ji tevgera rojane ya wê herêmê, wateya wê ew e ku dê rewşa her tiştî, çi aborî be, çi siyasî be, têk biçe. Duyem, bila ji bîra me neçe ku Îsraîlê bi Amerîkayê re dest bi şer kir. Ji bo welatên Ereb zehmet e ku li dijî welatekî şer bikin ku Îsraîl jî êrişî wî dike. Yanî di nava xelkê de wê demê wisa tê nîşandan ku ev bi Îsraîlê re ne. Vê helwestê welatên Kendavê rawestandine lê êrişên ji aliyê Îranê ve li ser welatên Kendavê didomin.
Rûdaw: Bi baweriya cenabê te, dê welatên Kendavê heta kengî bêdeng bimînin?
Fuad Husên: Nizanim. Pêşbîniya min ew e ku ew bi hêvî ne... Di danûstandinên xwe yên li gel wan de û di pêwendiyên min ên li gel piranî wezîran de, hêviya wan ew e ku şer raweste.
Rûdaw: Gelo di demeke nêzîk de te bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Iraqçî re axivî, Kek Doktor?
Fuad Husên: Axaftin nîne.
Rûdaw: Bi name û telefonê?
Fuad Husên: Pevguherîna nameyan heye.
Rûdaw: Nêrîna herî nû ya Îranê ya li ser şer çi ye?
Fuad Husên: Ez qala wê nakim lê pevguherîna nameyan di navbera me de heye.
Rûdaw: Nêrîn guherîn (raguherîn) heye?
Fuad Husên: Belê, ez wekî hevalekî pirs û halê wî jî dikim, pirs û halê wî, malbata wî û xizmên wî dikim.
Rûdaw: Çima hikûmeta Îraqê heta niha nekariye rê li wan komên çekdar bigire ku di bin navê "Berxwedana Îslamî" de ne da ku beşdarî şer nebin?
Fuad Husên: Welleh, qala vê yekê ji mêj ve tê kirin, ne mijara îro ye. Îro me qala dewlet û nedewletê dikir. Ev pênc sal û nîv, du sal in ez qal dikim. Berê, beriya salek-du salan, êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kirin, ez derketim televizyonê û min qala wê kir. Jixwe ev mijar hebû lê ew jî xwedî hêz in; hêza leşkerî, hêza rêxistinî û hêza perlemanî hene. Jixwe ev zelal e.
Rûdaw: Çend roj berê, min bi Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê re gotûbêjek kiribû. Birêz Dr. Musenna got: "Niha Îraq du Îraq in; Îraqeke fermî ku hikûmet û sazî û dezgehên wê ne û Îraqeke din jî Îraqa van koman e." Min got kîjan bihêztir e? Got: "Ew kom di nav Îraqê de ji hikûmetê bihêztir in"?
Fuad Husên: Ez nikarim wisa bibêjim.
Rûdaw: Pirsa min ew e, çima Îraqê nekariye heta niha wan kontrol bike?
Fuad Husên: Beşek ji vê yekê pêwendiya wê bi pergala Îraqî û pergala siyasî ya Îraqê ve heye. Beşek pêwendiya wê bi têkeliya di navbera van koman û hêzên din ên leşkerî û siyasî de heye. Vê yekê ev rewş çêkiriye, lê niha, ji ber ku êrişên wan ên li ser Kurdistanê berdewam bûn û paşê dest bi êrişên li ser Bexdayê, li ser Balyozxaneya Amerîkayê, paşê li ser Otêla Reşîd a ku şeş nûneratiyên dîplomatîk lê hebûn û niha jî li ser Dezgeha Îstixbaratê ya Îraqê kirin, wateya wê ew e ku ev yek nikare bi vî awayî bidome. Pêwîst e hikûmet rêkaran bigire ber. Serokwezîr jî di van rojan de qal kir ku pêwîst e rêkaran bigirin ber, çimkî rastiyê bibêjim gelekî çûn, ji êrişa li ser Kurdistanê gihişt êrişa li ser Dezgeha Îstixbaratê ya Îraqê.
Rûdaw: Êrişa li ser Dezgeha Îstixbaratê ya Îraqê wan kiribû?
Fuad Husên: Êriş navxweyî bûye û belge jî ew e ku serokwezîr îro an doh daxuyanî da ku ev yek nabe û yê ku biryara şer û rawestandina şer dide, divê dewlet be, ne kesên din. Naxwe nîşane ber bi wan ve diçin.
Rûdaw: Niha Îraq dibe ku tekane welat be ku Amerîka lê dixe, Îran lê dixe û ew bi xwe jî li xwe dixe. Çima Îraq gihiştiye wê rewşê?
Fuad Husên: Îraq, Amerîka lê naxe. Îran, cuda ye. Eger ev pirsgirêka navxweyî nebûya, pirsgirêka çekên derveyî dewletê, Amerîkayê lê nexist. Çekên derveyî dewletê ne tenê gefek bûn ji bo dewletê bi xwe, belkî gef bûn ji bo Amerîkiyan jî, yanî Amerîkaya leşkerî û Amerîkaya dîplomatîk. Jixwe balyozxane cihekî dîplomatîk e, ku lê dixe. Pêşbîniya min, berteka Amerîkiyan ji ber wê bû. Eger li Amerîkiyan nexstibana, wan derbe nedixist, lê pirsa Îranê cuda ye. Pirsa Îranê her beriya şer jî, ez nêzîkî mehek û nîv yan du meh beriya vî şerî li Tehranê bûm û min Birêz Larîcanî dît, Xwedê jê razî be. Saetek û nîvê ez bi wî re rûniştim. Ji bilî wê jî min Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqçî û Serokkomar jî dîtin, lê gava ez bi Larîcanî û Wezîrê Karên Derve re bi tenê rûniştim, ez fêm kirim ku Îran xwe ji bo şer amade dike. Yanî Îranê hesabê wê yekê kiribû ku dê şer her derkeve. Li ser bingeha wê ezmûna di şerê 12 rojî yê hezîrana sala borî de ku qala wê dikin, roja Yekşemê dema dan û standinan li Mesqetê hebû, lê Pêncşemê li ser Îniyê derbe li wan xistin. Naxwe hizra wê yekê kiribûn. Larîcanî qala wê yekê ji min re kir ku Îsraîliyan ji Rûsan re gotiye: "Eger êrişî me neyê kirin, em hewl nadin êriş bikin" û, got: "Jixwe em êriş nakin, lê ew amadekariyên xwe dikin da ku êrişî me bikin. Eger êriş bê kirin, em neçar in şerekî berfireh bikin." Min jî got: "Şerê berfireh wateya wê çi ye?", got: "Şerê berfireh li her devera herêmê ku Amerîkî lê hebin, çimkî jixwe destê me nagihîje Amerîkayê", bê guman qala Artêşa Amerîkayê dikir û got "Em ê li wir li wan bixin". Heta min bi henekî got: "Me ji wê pirsê dûr bixin".
Rûdaw: Mebesta te Herêma Kurdistanê bû?
Fuad Husên: Belê, belê, çimkî wê demê artêş li Eyn Esed nemabû. Larîcanî keniya, lê ev stratejiya wan hebû ku eger li me bê xistin, em ê şer berfireh bikin. Li kêleka wê stratejiyê, niha tiştekî din jî zêde kirine; êrişa li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê û, êrişa li ser petrolê jî. Petrol anîne nav şer, niha êrişa sereke û şerê sereke, şerê petrolê ye.
Rûdaw: Ew ji bo karkirina zextê ye ji bo rawestandina şer?
Fuad Husên: Belê, çimkî yê ku siyaseta cîhanê û aboriya cîhanê bixwîne, dizane ku petrol bingeha tevgera aboriyê ye li cîhanê. Her kes jî dizane ku ji sedî 20ê petrola bazara cîhanê ji Kendavê tê. Nêzîkî 20 milyon bermîl di Tengava Hurmuzê re derbas dibin. Gava ew raweste, dê petrol biha bibe, gaz dê biha bibe. Gava gaz û petrol biha bûn, aboriya cîhanê dikeve nav krîzê. Niha jî ketiye nav krîzê. Çi aboriya Ewropayê be, dê bandorê li ser rewşa navxweyî ya Amerîkayê jî bike. Amerîka bi xwe rojane 13 milyon û tiştekî petrol hildiberîne, wekî dewleteke gelekî mezin a petrolê ye. Gelekî mezin e. Jixwe di bingeh de pêwîstiya wê bi petrolê nîne, her çend e bi kêmî jî be hawirde dike çimkî bazara azad e, lê gava ku bihayê petrolê bilind bibe, bihayê benzînê li Amerîkayê jî dê biha bibe. Gava bihayê benzînê biha bû, bandorê li reftarên xelkê li hemberî hikûmeta wan dike. Li dewletên vekirî û demokratîk, gava te bandor li xelkê kir, tu bandorê li hikûmeta wê jî dikî.
Rûdaw: Ez ê vegerim ser wan komên "Berxwedana Îslamî". Bi pratîkî wisa kirine ku niha Îraq bibe qadeke şer?
Fuad Husên:: Ne qada şer in lê hêdî hêdî em ber bi şer ve birin. Cihê mixabiniyê ye. Me ev yek berê bi Birêz Serokwezîr re qal kiriye û niha jî em gotûbêj dikin, ku nabe em bi destê xwe bikevin nava agir. Agir gelekî mezin e. Rast e carinan nêzîkî agir jî bî tu yê her bişewitî, lê cuda ye ku tu bi xwe biçî nav agir.
Rûdaw: Niha kîjan e, Îraq nêzîkî agir e yan di nava agir de ye?
Fuad Husên: Nêzîkî agir e.
Rûdaw: Niha Amerîka li Heşdî Şebî û li wan koman dixe, ew kom jî li Konsulxane û Balyozxaneya Amerîkayê yên li Hewlêr û Bexdayê dixin. Çawa Îraq ne di nav agir de ye?
Fuad Husên: Baş e, ez dibêjim em nêzîkî agir in, çimkî rastiyê bibêjim Îran di nav agir de ye. Tu li agir binêre bê çi bi serê Îranê hatiye. Em hîn di hewayê şer de ne, ne xudê şer e, lê eger wisa biçe, em dê bêguman bikevin nav agir. Ji ber vê yekê girîng e ku partiyên siyasî, bi taybetî hêzên siyasî yên Şîe, em bibêjin Çarçoveya Hevahengiyê, biryarekê bidin, çimkî hikûmet nikare vê yekê bike. Divê biryarekê bide û arasteyî van koman bike ku êrişên xwe rawestînin.
Rûdaw: Hikûmet nikare wan koman kontrol bike?
Fuad Husên: Bawer nakim.
Rûdaw: Çima?
Fuad Husên: Çimkî amûrên wê nînin. Tu dizanî kontrolkirina koman ne tenê bi leşkerî ye, belkî siyasî ye, fikrî ye, îdeolojîk e. Ji ber vê ez dibêjim hêzên siyasî yên Şîe, Çarçoveya Hevahengiyê, divê ew di şûna hikûmetê de vî rolî bibînin. Hikûmet cuda ye. Hikûmet eger pirs kontrolkirin be, eger bibe şer, ez nizanim hevsengiya hêza leşkerî li cem kê ye, yanî ez nikarim diyar bikim li cem kê ye; li cem hikûmetê ye yan li cem wan e, ez nizanim, çimkî ez nizanim bê çi li cem wan heye û çi çekên wan hene, lê ez dizanim ew îdeolojîk in. Cuda ye ku tu bi komeke îdeolojîk re şer bikî yan bi komeke leşkerî ya raspartî re. Ji bo ku ew yek jî neqewime, yanî şerekî navxweyî, çareserî ew e ku serkirdeyên Şîe bi eşkereyî rabigihînin û bibêjin nabe ev yek bê kirin. Çareserî ew e.
Rûdaw: Îraq ber bi şerê navxweyî ve diçe eger wisa be?
Fuad Husên: Eger li hev bidin, ê çi ye. Ma şax û guhên şerê navxweyî hene?
Rûdaw: Eger niha Çarçoveya Hevahengiyê kontrol neke, dê ber bi şerê navxweyî ve biçe?
Fuad Husên: Eger neyê kontrolkirin, tirs heye. Ez nabêjim ber bi şerê navxweyî ve diçe, lê metirsî heye ku bi wî awayî biçe. Çimkî aliyê beramberê van koman nizanim şiyana wan çi qas e. Aliyê beramber kî ye? Eger hikûmet be, artêşa Îraqê ye. Bawer nakim artêşa Îraqê amade be şerekî navxweyî bike.
Rûdaw: Amade nîne yan şiyana wê nîne?
Fuad Husên: Ez nikarim nirxandinê ji bo wê bikim, ez ne kesekî leşkerî me. Heta eger piçekî jî jê zanibim, ez qala wê nakim.
Rûdaw: Lê tiştekî din, ez vê pirsê ji bo wê yekê ji cenabê te dikim, çend salan cenabê te wezîrê darayî bûyî, her wiha wezîrê karên derve û serokê encumena wezîran a aboriyê bûyî li Îraqê û niha jî ew postê te heye. Salane di butçeyê de pereyekî zêde ji bo artêşa Îraqê û ji bo pergala leşkerî tê terxankirin. Gelo Îraq bûye xwediyê artêşeke bihêz?
Fuad Husên: Nexêr. Tu dizanî çima? Artêşa Îraqê çend caran rûxiya. Cara dawî ya ku rûxiya, 2014 bû. Her çi çekên wê hebûn, DAIŞê hemû birin. Her çi depoyên wê hebûn, depoyên mezin ên ku li Mûsil, Selahedîn û derdora Kerkûkê bûn, DAIŞê hemû birin. Tiştek nema, artêş rûxiya. Wê demê Heşd bi fatweya merceiyetê hat avakirin. Heşdê di destpêkê de çek peyda kirin, lê piştre xwe pirçek kir. Li tenişta Heşdê, hinek komên çekdar hatin avakirin. Beşeke diyarkirî ya van koman di nava Heşdê de ne, lê bi giştî Heşd ji komên çekdar cuda ye. Cuda ne. Heşd saziyeke yasayî ye, serkirdayetiyeke wê ya eşkere heye, tevgera wê heye, di civînan de rûdinê û beşdar dibe, butçeya wê heye, wekî ku cenabê te qal kir. Yên din ne eşkere ne, tu ne dizanî hejmara wan çend e, ne dizanî çekên wan çawa ne û ne jî dizanî li kû ne.
Rûdaw: Gelek caran tê gotin ku ew her Heşd in û di bin navên din de wan karan dikin?
Fuad Husên: Ne hemû û rêjeyeke mezin jî na. Bawer bike, ez vê yekê dibêjim daku ji bo xelkê me jî zelal be, pêwîst e em cudahiyê di navbera Heşd û yên derveyî Heşdê de bikin. Dûr nîne hinek ji wan, wekî min got, rêjeyeke diyarkirî, çûbin nava Heşdê, lê rêjeyeke kêm e û Heşd jî wekî saziyek cuda ye.
Rûdaw: Îcar çima Amerîka li her du aliyan dixe?
Fuad Husên: Ez nizanim Amerîka li wan dixe yan kesekî din. Cenabê te dibêjî Amerîka ye.
Rûdaw: Ne Amerîka ye?
Fuad Husên: Nizanim, jixwe Amerîkayê jî raneghandiye ku em li wan dixin. Ragihandiye? Ez tiştekî fermî dixwazim, lê yên ku li wan hatiye xistin, piraniya wan komên çekdar in.
Rûdaw: Lê lîwayên fermî û baregehên fermî yên Heşdî Şebiyê jî li Kerkûk, Enbar û Qaîmê çend caran li wan hatiye xistin?
Fuad Husên: Rast e, têkelbûnek heye û di derbexistinê de jî têkelbûnek heye.
Rûdaw: Cenabê te qal kir ku Elî Larîcanî beriya şer hişyarî da ku eger şer dest pê bike, dê berfireh bibe?
Fuad Husên: Ne tenê ji min re gotin, belkî ji xelkê din re jî gotibûn.
Rûdaw: Belê, yanî peyama Îranê bi xwe hebû beriya şer?
Fuad Husên: Belê, lê digotin em ne bi şer re ne û em naxwazin şer derkeve, lê eger şer derkeve em dê parastina xwe bikin.
Rûdaw: Amerîkayê beriya ku li wan koman bixe li Îraqê, tiştek ji we re got, ti peyamekî wan hebû?
Fuad Husên: Nexêr. Di bingeh de tu dizanî şer çawa bû? Dan û standinên Cenevreyê hebûn û gelekî pêşve çûn, gelekî jî pêşve çûn. Wezîrê Karên Derve yê Umanê ji Cenevreyê çû Washingtonê, her heman ew kesê ku navbeynkarî dikir. Li Washingtonê telefonî min kir. Alîkarê Serokê Amerîkayê dîtibû û nameyeke zelal ji Îranê ji wan re biribû ku: "Em amade ne em bigihin lihevtêgihîştinekê." Têgihîştina li ser projeya atomî û li ser pirsa pîtandina uranyumê. Ez bawer im 460 kîloyên wan hene, 450 kîlo yan tiştekî wisa, ku wê jî çareser bikin.
Rûdaw: Îranê amadebûna xwe nîşan da ji bo ku çareser bikin?
Fuad Husên: Îraniyan bi xwe ji min re gotin: "Em dixwazin vê dosyayê bigirin, lê em naçin ser qalkirina mûşekan" û, gotin em dan û standinan li ser sîstema mûşekên balîstîk nakin, ew tiştekî navxweyî û parastinê ye, lê li ser pirsa projeya atomî, em amade ne. Li Cenevreyê gelekî bi pêş ve çûn. Wezîrê Karên Derve yê Umanê jî paşê gotarek nivîsî, lê beriya wê bi xwe ji Washingtonê telefonî min kir û got: "Min ew pêşniyara Îranê bir ji bo alîkarê serokkomar, heta wî jî got welleh gelekî bi pêş ve hatine." Min jî got: "Tu rewşê çawa dibînî?", got: "Li gorî pêşbîniya min dê şer derkeve, hewa hewaya şer e. Ez hatime ji bo çareserkirina pirsgirêkê, lê hewa hewaya şer e. Nizanim dê îro lê bixin." Ev roja Şemiyê bû, saet 01:30î bi şev bi dema me, bê guman li wir êvar bû. Saet neh û tiştekî li Tehranê xistin. Wateya wê ew e ku ew pêşniyara Îranê ya li ser pirsa projeya atomî û ew ku çi qas bi pêş ve hatibûn, nehat wergirtin. Çimkî mantiqa şer zal bû.
Rûdaw: Îsraîlê şer bi Amerîkayê kir yan jî Amerîka bi xwe niyeta wê ya şer hebû?
Fuad Husên: Ez ne di babeta şiroveyê de me. Eger min şirove bikira, min ê qala her tiştî bikira. Şer hat kirin û yên ku beşdar bûn, Îsraîl û Amerîka bûn.
Rûdaw: Ez vê pirsê ji bo wê yekê ji te dikim dizanim tu şiroveyê nakî, gelo Amerîka bi xwe niyeta şer hebû yan Îsraîlê pê kir?
Fuad Husên: Amerîka û Îsraîlê li ser vê pirsê pêwendiya wan a rojane hebû, li ser meseleya şer be yan... lê ti dewleteke din agahdar nebû, şirove hebûn, zanyarî hebûn, lê ne NATO agahdar bû, ne dewletên beşdar ên di NATOyê de ku Amerîka serkirdayetiya wê saziya leşkerî dike, ne Ewropî bi giştî agahdar bûn, ne hevpeymanên Amerîkayê û ne jî Kendav agahdar bû. Şirove û xwendin (nirxandin) hebûn. Xwendina min ji meha 11an ve hebû, lê li ser pirsa dema şer û derbelêdanê Amerîkayê ji kesî re negot. Ji ber wê niha tu helwesta Ewropiyan dibînî çawa ye. Helwesta Ewropiyan ji wê yekê çavkaniyê digire ku dibêjin "Te tiştek kir û ji me re negot, niha tu dibêjî werin. Çawa?."
Rûdaw: Jixwe Trump jî gelek gazincên wî ji NATO û Ewropiyan hene. Li gorî dîtina te dê çi bi serê NATOyê were?
Fuad Husên: Nizanim, lê niha pirsgirêkeke mezin li cîhanê heye û pirsgirêkeke mezin jî di navbera Ewropa û Amerîkayê de heye. Ne tenê li ser mijara NATOyê, di bingeh de li ser Greenlandê jî pirsgirêk hebû, yanî pirsgirêk hene. Dê çawa çareser bikin, nizanim.
Rûdaw: Mebesta pirsa min ew bû, Amerîkayê di lêdana li wan koman de li nav Îraqê, beriya lêdana wan tiştek ji we re got?
Fuad Husên: Her tim dihat gotin ku "Eger ev kom li me bixin, em dê jî li wan bixin".
Rûdaw: Eger li Amerîkayê nexstibana, dê Amerîkayê li wan nexista?
Fuad Husên: Axir Amerîka çi ye? Tu li şirketeke petrolê li Sersengê dixî, şirket Amerîkî ye, rast e? Xwediyê şirketê li Washingtonê dikare biaxive û pêwendiyên wî yên baş jî hene. Dengê wî digihîje. Tu ne tenê li Amerîkayê bi xwe wekî balyozxane, belkî li berjewendiyên Amerîkayê jî bixî, Amerîka dê her bi xwe bihese. Zilam diçe lobiyê dike, xwediyê şirketeke Amerîkî ye, destê wî digihîje hikûmeta Trump, dengê xwe digihîne.
Rûdaw: Bersiva Mihemed Şiya Sûdanî wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê ji bo wan êrişên ku li dijî Herêma Kurdistanê û Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê tên kirin, ji bo wan koman çawa bûye?
Fuad Husên: Îro zelaltir bû. Berê di nav me de û bi hewldana bi wan re û bi riya xelkê din re bû, lê îro û doh zêdetir bû, bi eşkereyî axivî, bi taybetî piştî wê êrişa ku li ser ofîsa îstixbaratê li Mensûr hat kirin ku efserek bû qurbanî. Îro zelaltir bû. Ez rastiyê bibêjim, ev helwesteke rast e, lê helwesta wî dê bihêztir bibe eger serkirdeyên Şîe jî helwesta wan hebe. Bê guman eger nebe, pirsgirêk e.
Rûdaw: Mihemed Şiya Sûdanî heta radeyekê zelal bûye, lê gelo vê helwestê dike kiryar li dijî wan koman?
Fuad Husên: Axir di pratîkê de, bêyî piştgiriya siyasî zehmet e; piştgiriya siyasî û manewî ya serkirdeyên Şîe. Pêwîst e serkirdeyên Şîe helwesta wan di vî warî de hebe.
Rûdaw: Serkirdeyên Şîe di vê mijarê de nakok in?
Fuad Husên: Li ser gelek tiştan nakok in, lê di vê pirsê de heta niha helwesteke wan a eşkere nebûye. Di rûniştinên dualî de helwesta wan heye, lê ne eşkere ye. Niha dûr nîne ku eşkere bikin. Eger eşkere bikin, ev yek hikûmetê bihêz dike û helwesta serokwezîr gelekî bihêz dike, lê eger eşkere nekin, ne welleh.
Rûdaw: Te qala wan aliyên Şîe kir, proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê wisa xuya dike ku rawestiyabe?
Fuad Husên: Rast e.
Rûdaw: Pêwendiya wê bi wî şerî re heye yan pêwendiya wê bi nakokiya navxweyî ya Çarçoveya Hevahengiyê ve heye?
Fuad Husên: Pêwendiya wê bi her duyan ve jî heye. Çarçoveya Hevahengiyê negihiştin encamekê li ser pirsa serokwezîr. Birêz Malikî bi fermî namzed bû û heta niha jî her namzed e, lê komek ji wan daxwaz dikir ku vekşe û ew navekşe û dibêje: "Bi civîneke berfireh, çawa ku we ez namzed kirim, bila bi civîneke berfireh biryar bê dayîn" û, dibêje "Di civînê de ji bo namzedkirina min ji bilî kesek yan du kesan ji 12 kesan, yên din deng dan. Niha jî em civîneke berfireh bikin û bila bi dengdanê be, ez vedikişim, eger na çima divê ez vekişim? Bi wê mekanîzmaya ku ez pê hatim, pêwîst e ez bi wê mekanîzmayê vekişim". Nexwe ew mekanîzma jî nayê bicihanîn.
Rûdaw: Alî nakin?
Fuad Husên: Ne hemû, nikarin. Beşek ji wan bi wî re ne, ev yek ji babetan e. Babeta din jî ew e ku şer dest pê kir û Îraq di rewşeke zehmet de ye.
Rûdaw: Pêşbînî her wisa bûn ku di meha Remezanê de dibe ku ew prose raweste. Tu wisa difikirî ku piştî cejnê ew prose dê dîsa dest pê bike?
Fuad Husên: Divê em piştî cejnê çareseriyekê bibînin. Pirsgirêk ne tenê ew e, serokkomar jî di nav Kurdan de pirsgirêk e. Em jî negihiştin encamekê, çimkî eger serokkomar nebe, serokwezîr jî nabe.
Rûdaw: Beriya ku ez bêm ser qala serokkomar, Malikî heta niha jî li ser mana xwe rijd e?
Fuad Husên: Heta beriya du-sê rojan ku ez vegeriyam, her rijd bû li ser mana xwe û dibêje "Ez navekişim, eger bi civînê biryar neyê dayîn. Ez bi civînê hatime û divê her bi civînê biryara dûrxistina min bê dayîn, eger wisa nebe ez çima vekişim".
Rûdaw: Îcar serokkomar çi. Ti guftûgoyek di navbera PDK û YNKyê de heye?
Fuad Husên: Sekiniye, guftûgo nîne.
Rûdaw: Çima?
Fuad Husên: Ew mijareke din e.
Rûdaw: Ew jî pêwendiya wê bi şer re heye?
Fuad Husên: Nexêr, beriya şer jî guftûgo nebû.
Rûdaw: Beriya şer jî guftûgo sekini bû?
Fuad Husên: Belê.
Rûdaw: Niha ku ev şer qewimiye û qala yekkirina nava mala Kurdan zêde tê kirin, ti helwesteke nû ji bo guftûgoya PDK û YNKyê nehatiye pêş?
Fuad Husên: Axir ji bo yekkirina nava mala Kurdan divê rûniştin hebe.
Rûdaw: Ti rûniştin nîne?
Fuad Husên: Nîne.
Rûdaw: Pêwendî jî nîne?
Fuad Husên: Nizanim pêwendiya telefonî heye yan na, lê rûniştin nîne.
Rûdaw: Her li ser wê nîne yan her nîne?
Fuad Husên: Her nîne.
Rûdaw: Li ser tiştekî, li ser vê rewşê jî di navbera PDK û YNKyê de pêwendî nîne?
Fuad Husên: Bawer nakim. Dûr nîne ku nêrîna her aliyekî bi xwe hebe.
Rûdaw: Nêrînên PDK û YNKyê cuda ne niha li ser vê rewşê?
Fuad Husên: Na, asayî ye, babeta şer, hemû bi hêviya wê yekê ne ku şer rawestînin, lê dûr nîne ku xwendina wan ji bo vê rewşê cuda be. Niha xwendin zehmet e, çimkî eger xwendin li ser bingeha zanyariyan nebe, dibe şirove. Piraniya xwendinan li ser bingeha ragihandinê ye, çimkî di vî şerî de biryarder kî ye? Biryarder Îran e, Trump e, Netanyahu ye. Kî dikare vê yekê bixwîne?
Rûdaw: Îran û Trump û Netanyahu yan Îran û Amerîka û Îsraîl?
Fuad Husên: Axir ez dibêjim Trump. Trump xwediyê biryarê ye. Li Îsraîlê jî Netanyahu xwediyê biryarê ye. Li Îranê kî biryarê dide, niha ez nizanim. Berê min dizanî, lê niha ez nizanim.
Rûdaw: Niha kî li Îranê biryarê dide?
Fuad Husên: Nizanim.
Rûdaw: Kî maye niha li Îranê?
Fuad Husên: Jixwe xelk mane. Serkirdayetiya pile du û sê hemû ji holê rabûn (têk çûn), lê yên ku hatine pêş, kî xwediyê biryarê ye û çawa ye, gelo komek in yan kesek e? Li gorî pêşbîniya min, komek in.
Rûdaw: Îran dibêje tenduristiya rêberê nû baş e û pirsgirêka wî nîne. Amerîka carinan dibêje hatiye kuştin, carinan jî dibêje bi giranî birîndar e. Di vê dema ku te bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re axivî, tiştek li ser tenduristiya rêber gotiye?
Fuad Husên: Me qala wê mijarê nekiriye. Ne ez dipirsim û ne jî ew qal dike. Nayê qalkirin.
Rûdaw: Niha Îraq çi qas petrol difiroşe?
Fuad Husên: Nafiroşe, tenê ew e ku ji Kurdistanê diçe, ya Kurdistanê, biryar bû 250 hezar bermîl be ji Kerkûkê. Eger kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê jî dest bi kar bikin, nizanim dest pê kirine yan na, Herêma Kurdistanê jî dikare 100-150-200 hezar bermîlan zêde bike, yanî dûr nîne ku bigihîje 400 hezar bermîlan, eger kêlgehên Herêma Kurdistanê jî dest pê bikin û, ez nizanim dest pê kirine yan na. Her ew e û tiştekî din nîne. Hilberîna rojane ya Îraqê beriya şer 4,4-4,5, 4,3 milyon bermîl bû. Nêzîkî milyonek û 100 hezarî ji bo parzûngeh û bikaranîna navxweyî bû. Sê milyon û 200-300 hezar jî ji bo hinardekirinê bû. Niha 3 milyon û 200 hezar nayên şandin, ev ne îro ye û nêzîkî 10 rojan zêdetir e ew rêje nayê hinardekirin, çimkî destpêkê dihat hilberandin. Hilberîn dibû, ne ku hinardekirin. Hilberîn hebû heta depoyên tijî dibûn. Gava ku tijî bûn, êdî cih nîne. Niha tu petrolê hilberînî, tu yê çi pê bikî?
Rûdaw: Niha hilberîna petrolê rawestiyaye?
Fuad Husên: Belê, li piraniya kêlgehan.
Rûdaw: Hilberîn li Îraqê sekiniye?
Fuad Husên: Belê, çimkî eger tu hinarde nekî, cihê te nebe tu depo bikî, êdî çima hilberînî? Tu hilberînê jî nekî, di paşerojê de dê bandoreke neyînî li ser bîrên petrolê hebe. Ev yek bandorê li ser pêwendiyên bi wan şîrketan re jî dike, çimkî peymana te bi wan re heye. Ji ber wê ez bawer im Wezareta Petrolê beriya çend rojan ragihand ku ew nikarin, çimkî rewş zehmet e (rewşa qahir). Rewşa şer e. Ya rast, ew tiştê ku li Hurmuzê heye girtin nîne, çimkî şer e û xelk ditirse, yên ku li ser keştiyan in ditirsin bên. Ew ê ku bikaribe bê yan tirsa wî nebe, tu dibînî bîmeya keştiyan nemaye. Ew şîrketên ku, bi taybetî 6 şîrket hebûn ku bîmeya van keştiyan didan ji bo wê herêmê, dibêjin em nikarin berxwe bidin. Vêca tu divê pereyan bidî. Tu yê pere bidî û keştî jî neçe? Eger lê jî bixin, divê pere bide, yanî komek mijar in.
Rûdaw: Çima Îraq nikare di riya Îranê re petrolê bişîne?
Fuad Husên: Jixwe keştiyên Îraqê nînin, ji bo ku bi Îranê re biaxive bibêje ev keştiya min e bila biçe, divê tu keştiyeke Yewnanî yan dewleteke din kirê bikî. Ew keştî nayê, çimkî bîmeya wê nîne. Yên ku li ser keştiyê ne jî jiyana wan di metirsiyê de ye. Keştiyên Îraqê bi xwe jî nînin. Tiştên biçûk hene û ew nînin ku bikaribe petrolê pê bişîne. Ji ber wê hinardekirin sekiniye. Hilberîn jî niha sekiniye.
Rûdaw: Hilberîn çend roj in sekiniye?
Fuad Husên: Nizanim. Çend roj in, lê hinardekirin ji zû ve sekiniye.
Rûdaw: Pereyê petrolê her meh ji Îraqê re tê?
Fuad Husên: Nexêr, gava ku tu îro difiroşî, piştî du-sê mehan pereyê wê tê. Me meha yekê û duyê firotiye, wateya wê ew e ku pereyê wê dê meha sêyê û çarem û dibe ku destpêka pêncem bê. Pereyê kevn e, bi bihayê kevn e ku her bermîlek 60-62-63 dolar bû. Niha vê mehê qet nefirotiye. Eger wisa bidome, yanî ji bo meha 3yan qet nefiroşe, ev tê wê wateyê ku ji bo meha pêncem yan şeşem pereyê petrolê nayê, çimkî te qet nefirotiye. Niha cuda ye, di wê boriya Herêma Kurdistanê re, 250 hezar bermîl, ev pere tê. Eger Herêma Kurdistan jî ya xwe lê zêde bike û bibe 400 hezar bermîl, bihayê petrolê jî ji 63 dolaran bigihîje 108 dolaran. Bihayê petrolê cuda ye. Ya ku diçe Asyayê (Çîn, Hindistan), 160-170-180 – 190 dolar e. Pêwîstiya bazara Çîn, Hindistan û Japonyayê pê heye, lê ji bo Ewropayê 110-115 dolar e. Niha Îraq eger 400 hezar bermîlan bifiroşe bi bihayê 110 dolaran, pereyê wê cuda ye ji yê berê ku bi 60 yan 61 yan 62 dolaran difirot. Çareseriyeke din jî ew e ku Îraq dest pê bike bi tankerê petrolê bifiroşe, ber bi Urdun û Sûriyeyê ve, lê dê bihayê wê cuda be, dê xerciyên wê zêdetir bin û pirsgirêka ewlehî û diziyê jî tê de heye.
Rûdaw: Lê gelo dikare rêjeyeke kêm wisa bifiroşe?
Fuad Husên: Belê, dikare beşekê bi wê riyê bifiroşe. Yanî hinek pere ji bo wê tên, lê ne wekî berê.
Rûdaw: Bi hêsanî dikare wî pereyî bîne?
Fuad Husên: Pereyê çi?
Rûdaw: Pereyê meha yekê û duyê?
Fuad Husên: Pere tê, belê. Mebesta te dolar e?
Rûdaw: Belê.
Fuad Husên: Belê, dolarê te bi xwe ye. Veguhestina wî cuda ye, lê dikare çareseriyê bibîne. Li bazarê û li Banka Navendî dolar heye.
Rûdaw: Ji ber ku petrola meha yek û du firotiye, gelo meaşê meha sêyê û çarem li Îraqê garantî ye?
Fuad Husên: Eger em qala pereyan bikin, pere garantî ye, lê meaş dê çawa be, ez nizanim rewşa Îraqê dê ber bi kû ve biçe û dê çawa miameleyê bikin. Niha divê tu pereyan li cihekî xerc bikî ku te hesab ji bo wê nekiriye, wekî rewşa ewlehiyê, xwarin çimkî divê tu dilsaxiyê bidî ku civak aram be û tevgera leşkerî hebe. Ev hemû pereyên zêde ne.
Rûdaw: Ev di nav beşa meaş de ye?
Fuad Husên: Dûr nîne ew tişt di butçeyê de nebe, axir niha rewşeke ji nişka ve ye, lê bi giştî, eger şer zû raweste, dê pirsgirêkeke mezin nebe, lê eger şer bidome, bê guman pirsgirêk e.
Rûdaw: Niha meaşê meha sêyê yê Îraqê misoger e, dê piştî cejnê dest pê bike?
Fuad Husên: Nizanim.
Rûdaw: Mebesta min Îraq e?
Fuad Husên: Belê, divê bê dayîn.
Rûdaw: Pere heye ku meaşê meha sêyê bide?
Fuad Husên: Pere tê dayîn, meaş tê dayîn. Yêdaga Îraqê ne xerab e, ez nabêjim em ji yêdagê wergirin, çimkî ew yek dibe sedema heta radeyekê înflasyonê, nirxê dînêr li hemberî dolar qels dike, lê bi her hal ew tiştê ku ez jê têgihiştime bi wan hevalên ku berpirsên van tiştan in, ew e ku em dikarin ji bo pênc-şeş mehan îdare bikin.
Rûdaw: Heta pênc-şeş mehan Îraq dikare meaş bide?
Fuad Husên: Îcar dê çawa bide ez nizanim, lê dikare.
Rûdaw: Dê çawa bide, mebesta te çi ye, gelo dê li Îraqê birîn û nîvmeaş hebe?
Fuad Husên: Nizanim. Ez naxwazim qala wê bikim, çimkî ev hemû pêşbînî ne. Eger şer raweste, dê pirsgirêk çareser bibin û em dê petrolê hinarde bikin. Êdî çima em qala tiştekî bikin ku neqewimiye û tenê pêşbînî ye. Nabe ku ez qala wê bikim û eger ez qala wê bikim jî dê bandora wê hebe.
Rûdaw: Gelo hikûmeta Îraqê li ser îhtîmalan lêkolîn kiriye?
Fuad Husên: Hikûmeta Îraqê lêkolîn li ser kiriye.
Rûdaw: Rast e ku Îraq hizra çapkirina pereyan dike?
Fuad Husên: Çima çap bike? Lîkîdîte nîne. Ez bawer im 104 trîlyon dînaryên çapkirî hene. Pirsgirêka neqdê li Îraqê ew e ku xelk pereyan li malê datîne, naxe nav bankê. Beşek çand e, beşek jî pêwendiya wê bi rewşa ewlehiyê ve heye. Gava rewşa ewlehiyê ya te xerab be, tu pereyan li bankê nanî û li malê datînî da ku eger tiştek biqewime, qet nebe bi te, bi mal û zarokên te re pere hebe. Beşek çand e, lê beşek jî pêwendiya wê bi bankan re heye. Xelk baweriyê bi bankê nîne. Carinan tu pereyan li bankê datînî û tu diçî pereyan wergirî, yan nade te yan jî beşekî dide te. Naxwe çima welatî pereyan deyne? Vê yekê pirsgirêk derxistiye û lîkîdîte nîne. Pere hene, lê nayên nav aboriyê. Lîkîdîte jî neyê nav aboriyê, winda dibe. Pêwîst e ev pirsgirêk bê çareserkirin. Beriya vî şerî me gelek qala çareserkirina pirsgirêka neqdê kir û ka em çawa ji malan derxînin. Komek rêkarên aborî hene, wekî mînak guhertina pereyan. Mînak, li Hindistanê ew yek hat kirin û piştî hefteyekê xelkê hemû pereyên xwe anîn da ku bi pereyên nû biguherînin, hinek dewlet jî rêjeya faîzê zêde dikin. Mînak, Tirkiyeyê carinan derxist ji sedî 50 û ji sedî 60 û xelkê pereyên xwe birin bankan û di şeş mehan de pereyên wan du qat zêde bûn. Hinekan qala wê yekê kir ku em çend sifiran ji ser dînêr rakin ku ew jî her guhertina pereyan e, di nav hikûmetê de ev mijar hemû hatin gotûbêjkirin, lê encamek jê derneket û şer derket. Em bibînin dê piştî şer çi bibe.
Rûdaw: Rewşa aborî ya Îraqê xerab e?
Fuad Husên: Nexêr, di her şerekî de ku nêzîkî her welatekî be, dê bandorê li wî welatî jî bike. Rewşa Îraqê wisa lê hatiye ku nikare petrolê hinarde bike û pirsgirêka mezin ev e.
Rûdaw: Dahata wê jî hemû li ser petrolê ye?
Fuad Husên: Ji sedî 88 heta ji sedî 90ê dahata budceya Îraqê petrol e û ya din jî nepetrol e. Ligel vê yekê jî, em nêzîkî milyonek û 100 hezar bermîl petrolê ji bo parzûngehan hildiberînin û ew jî difiroşin, yanî dikin benzîn û sotemenî û tê firotin. Pirsgirêka me petrola reş e ku ji parzûngehan derdikeve ka em ê çi lê bikin, çimkî eger tu wê bavêjî ne baş e û ji bo hinardekirinê jî divê rêyek ji bo wê bê dîtin. Ew 250 hezar bermîlên ku di riya boriya Kurdistanê re hatin şandin dest pê kirin û eger Herêma Kurdistan jî zêde bike, ev gelekî baş e. Ji ber wê komek dahat vedigere Îraqê û niha jî bihayê wê bilind e, wekî ku min qal kir.
Rûdaw: Gelo Hewlêr û Bexda dê li ser sîstema gumrikê li hev bikin?
Fuad Husên: Nizanim, lê pirsa petrolê çareser bû, wê yekê pirsgirêkeke mezin di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de derxist.
Rûdaw: Ewê ku nediçû û paşê guftûgo li ser hat kirin?
Fuad Husên: Axir pirsgirêk çi bû? Hinardekirina petrolê bi wê sîstemê ve hat girêdan. Jixwe Herêma Kurdistan di babeta wê sîstemê û gumrik û bacê de di bin fişarê de ye, lê girêdana wê bi petrolê ve, li gorî dîtina min, ne rast bû. Di dawiyê de hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bû ku petrol biçe û bi guftûgoyên li gel Bexdayê gihiştin wê encamê ku encameke baş bû û her du alî bi şandina wê petrolê bi riya boriya Kurdistanê razî bûn, çimkî ew petrola Kerkûkê ye û di sala 2014an de dîsa wisa lê hat ku beşeke mezin a boriya petrolê li Bêcî û Mûsilê ket destê DAIŞê. Vê yekê ji bo dîrokê dibêjim, tê bîra min ku di sala 2014an de Ebadî nû bibû serokwezîr û daxwaz ji min kir ku ez bi wî re biçim New Yorkê ji bo civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî. Li wir me Serok Obama dît. Ebadî di rûniştineke taybet de got 'karekî min bi te heye'. Ev piştî mehekê bû ku bibû serokwezîr. Şêwirmendek li wir rûniştibû û Balyozê Îraqê yê li Washingtonê jî hatibû New Yorkê û li wir rûniştibû. Ebadî got, "karekî min bi te heye" û min jî got: "Çi ye?" Got bila boriya petrola Kerkûkê bi boriya petrola Herêma Kurdistanê ve bê girêdan. Min got "Tu çi dibêjî?" û, Ebadî du car heta sê caran dubare kir. Wî şêwirmendê ku li wir rûniştibû, got, "Keko min bihîstiye, lê dixwaze ku tu dubare û sêbare bikî". Wê demê bi hev ve hatin girêdan.
Rûdaw: Daxwaz ji te re seyr hat ku te digot dubare bike?
Fuad Husên: Tu dizanî, pirsa girêdana petrola Kerkûkê û Herêma Kurdistanê her tim li Bexdayê rastî dijberiyê hatiye. Wateyeke wê ya taybet heye, lê gava ku Ebadî ew yek got, ji min re seyr hat. Ebadî bi min re guftûgo kir. Wisa bû nêzîkî 100 heta 120 û ez bawer im gihişt 130 hezar bermîlên petrola Kerkûkê diçû nav vî boriya niha û bi petrola Kurdistanê re digihiştin nêzîkî 500 hezar bermîlan. Ew yek heta sala 2017an wisa bû ku rewş têk çû, êdî ew yek nema. Wateya wê ew e ku şandina petrola Kerkûkê di vî boriyê re xwedî dîrok e. Ez qala wê boriyê nakim ku ket destê DAIŞê. Niha jî gava ku petrol nehat şandin, maf bû em wê qebûl bikin.
Rûdaw: Mebesta te Herêma Kurdistanê ye?
Fuad Husên: Belê, rast jî bû ku paşê hat qebûlkirin. Ew di berjewendiya her du aliyan de bû û diviyabû wisa jî be, zirar jî ji bo kesî nebû. Amerîkî jî li ser xetê bi me re bûn û ew jî daxwaz dikin petrol biçe bazarê daku hinekî erzan bibe. Tirkiye jî li ser xetê bû. Spas ji Xwedê re çareser bû, eger na dê pirsgirêkeke mezin derketa, lê divê pirsa gumrikê jî bê çareserkirin û pêwîstiya wê bi rûniştinê heye. Ji ber wê, ev cuda ne û bila em wan bi hev ve girê nedin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin